1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Wanê ji bo Abdullah Ocalan starta meşa azadiyê dan

Li Wanê starta “Meşa Mezin a Azadiyê” bi daxuyaniyekê dan û gotin: “Aştî, edalet, demokrasî û azadiya vî welatî bi afirandina mercên azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û qebûlkirina statûya gelê kurd pêkan e.”

Partiyên siyasî û rêxistinên girseyî yên demokratîk, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çaresekirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk, îro li Wan û Qersê dest bi “Meşa Mezin a Azadiyê” kirin. Meş dê heta 15’ê Sibatê bidome. Baskê meşê yê Wanê daxuyaniyê dide. Daxuyanî, li hotêleke Wanê tê dayîn û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û nûnerên gelek rêxistinên civaka sivîl jî di daxuyaniyê de cih girtin. Kesên tev li meşê bûn pêşmalkên bi nivîsa “Meşa Azadiyê” li xwe kirin.

Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez daxuyaniya hevpar xwend. Îrmez, wiha got: “Bi tecrîda girankirî û polîtîkayên agahînegirtinê yên li Girava Îmraliyê bi awayeke derhiqûqî li birêz Abdullah Ocalan tên ferzkirin re mafên demokrasî û azadiyê yên gelê kurd û mafê aştî û pêkvejiyanê yê gelên Rojhilata Navîn hedef tê girtin.”

Bi domdarî Îrmez diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê tevahiya herêmê dorpêç kiriye û wiha domand: “Ev tecrîd, pêşeroja hevpar a gelan sabote dike. Edalet jî, lêgerînê maf jî, daxwaza demokrasiyê jî bi tevahî di tecrîdê de ne. Divê tevahiya raya giştî bizane ku pergala Îmraliyê, destpêka rejîma derhiqûqtiyê ya ku li tevahiya welat belav bûye. Çawa ku tecrîda niha civak û welat dîl girtî ji Îmraliyê belav bûbe, rêya jiyan û pêşerojeke azad, demokratîk, aştiyane û adilane jî bi şikandina tecrîda li Îmraliyê pêkan e. Ev yek bi vekirina rêya mezin a azadiyê pêkan e.

Lewma, li dijî êrişên ku tevahiya jiyanê hedef digirin, em bi israr in ku têkoşîn û berxwedana xwe ya demokratîk heta dawiyê bidomînin. Em bibiryar in ku azadiyê li Îmraliyê bidin destpêkirin û li tevahiya welêt belav bikin. Ji bo vê jî em ê bibiryar meşa xwe bidomînin. Bi vê armancê em îro Meşa Mezin a Azadiyê didin destpêkirin. Li dijî tarîtiya tecrîdê ya li gelan tê ferzkirin, em ê bersiva herî xurt bi Meşa Mezin a Azadiyê bidin. Ji ber ku ne gelê kurd ne jî gelên din dê jiyaneke di bin tarîtiya tecrîdê de tê ferzkirin qebûl nekin û em ê qebûl nekin.

Divê her kes vê baş bibîne ku bi tecrîda ku veguherandine rejîma rêvebirinê re dixwazin me, gelên me yên kedkar, jin, ciwan û hemû derdorên civakê bênefes bihêlin û teslîm bigirin. Êdî gihiştiye wê astê ku Tirkiye û Kurdistan veguherîne Îmraliyê. Kilîda li deriyê Îmraliyê hatiye xistin, li tevahiya Tirkiyeyê hatiye xistin. Pêşeroja demokratîk hatiye qilfkirin. Tevahiya Tirkiyeyê hatiye qilfkirin. Encama vê jî dibe windakirina mirovan û êşan. Tarîtiya derhiqûqtiyê ye, OHAL e, qeyûm e û darbeya KHK’ê ye. Xizanî û birçîtî ye. Mafyabûn û çetebûn e.

Aqilê neçareserkirinê ku dibêje qey dê bi polîtîkayên tecrîdê re pirsgirêka kurd li Îmraliyê hefs bike, dê bide jibîrkirin, Tirkiye xistiye nava krîzên mezin û ber bi hilweşîn û rizîbûnê ve biriye. Pirsgirêk jî mezintir bûye û hêj li şûna xwe ye. Çareserî roj bi roj xwe bêhtir dide ferzkirin.

Ji birêz Abdullah Ocalan ku 25 salan li Îmraliyê rastî polîtîkayên tecrîda sîstematîk hat, ev zêdetirî 3 sal in bi tu awayî agahî jê nayên girtin. Birêz Ocalan ku dibêje ‘Ez dikarim pêvajoya şer di hefteyekê de bi dawî bikim’, di nava tecrîd û agahînegirtineke mutleq de ye. Divê her kes bibîne û bizane ku ku yek deraqiltiya wan derdorên dixwazin şer bidome ye. Li dijî ewqas tarîtiyê, em dixwazin finda ewil vêxin û ji bo welêt ber bi rojên ronî ve bibin dest bi Meşa Mezin a Azadiyê dikin.

Azadiya Ocalan azadiya  Tirkiyeyê ye

Em dizanin ku rêya çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û avakirina aştiyeke birûmet, rêya demokratîkbûna Tirkiyeyê û avakirina pergaleke adil û hiqûqê bi bidawîkirina pergala Îmraliyê re pêkan e. Aştî, demokrasî, edalet û azadiya vî welatî bi afirandina mercên azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan û qebûlkirina statûya gelê kurd pêkan e. Bidawîkirina tecrîda mutleq dê bibe yek ji gavên girîng ên qelskirina polîtîkayên hêzên hegemon ên li Rojhilata Navîn ku dixwazin dijminatiya di navbera gelan de sor bikin û bibe gaveke girîng ji bo avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk û azad.

Bi bidawîkirina tecrîdê re em ê aştiyê bînin welêt û herêmê. Gelê kurd, şoreşgerên Tirkiyeyê, derdorên demokrat, elewî, ciwan, jin û kedkar dikarin bi têkoşîneke hevpar polîtîkayên tecrîd û agahînegirtina mutleq vala derxînin. Rêya şikandina tecrîda mutleq, têkoşîna hevpar e. Di vê çarçoveyê de bi Meşa Mezin a Azadiyê re em ê îlan bikin ku polîtîkayên tecrîda mutleq jî îflas kirine.

Em ê bajar bi bajar, tax bi tax û qad bi qad bigerin û vê meşa dîrokî bigihînin encamê. Ev meş, di heman demê de ji bo azadiya me tevan e.

Ji bo aştiya birûmet a Tirkiyeyê ku pêdiviya her kesî ye. Ji bo jiyaneke wekhev û pêkvejiyanê ye. Ji bo avakirina welatekî demokratîk a bi hev re ye. Ji bo edaletê ye. Heta ku pergala tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî dibe û azadiya fîzîkî ya birêz Ocalan pêk tê jî em ê di her şert û mercan de têkoşîna xwe ya demokratîk bidomînin. Di serî de gelê kurd û gelên herêmê, em li vir bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk, her kesên girêdayî nirxên edalet, heq û hiqûqê dikin ku tev li Meşa Mezin a Azadiyê bibin û piştgiriyê bidin.

Ji bo xelaskirina Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn ji mêtingerî û zextan, ji bo avakirina jiyaneke wekhev û azad, em ê bi Meşa Mezin a Azadiyê re pir mezin qezenc bikin. Greva birçîbûnê ya li girtîgehan 67 roj li pey xwe hişt û em ê têkoşîna xwe bikin yek û teqez bi ser kevin. Bêguman dê serkeftina Meşa Mezin a Azadiyê deriyê serkeftinê ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn veke.”