3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mêtingerî û baviksalarî

Di navbera şîdeta patriyarkal a li ser zayenda jin / cihêreng û pergala dagirker / kapîtalîst de têkiliyeke yekser heye. Femînîzma dekolonyal vê tespîtê di çarçoveya pirseke bingehîn de digire dest: Gelo çima zilamên ne spî yên xwecihî li hemberî şîdeta sîstematîk a li ser jinên xwecihî bêxem dimînin û heta bi xwe jî vê şîdetê birêve dibin? Bersîvên vê pirsê pir awayî ne, lê encam yek e: Ev bêxemî ji hêlekê ve sûc û îxanet e, ji hêla din ve hevkariya mêtingeriyê dike.
Di çarçoveya nîqaşên vê mijarê de hin femînîstên ji Abya Yala’yê (navê parzemîna Amerîkayê ku ji hêla niştecihên wê ve tê bikaranîn) balê dikişînin ser pêvajoya dagirkeriya ax û welatê xwe û hevkariya mêrên niştecihî bi dagirkeran re.
Maria Lugones yek ji pêşengên teorî û pratîka femînîzma dekolonyal vê hevkariya mêrên niştecihî û dagirkeran bi çend awayan radixe ber çavan û bandorên vê hevkariyê girêdayî talankirina ax, nirx û rûmeta gelên niştecihî û her wiha pêşketina kapîtalîzma modernîst digire dest. Li gorî Lugones beriya dagirker/mêtingerên ewropî bên parzemîna Abya Yala’yê di nav gelek qebîle û qewmên xwecihî de çandeke wekhev, ne li ser esasa zayenda civakî bi bandor bû. Piştî hatina spî/dagirkeran ji bilî qirkirina gelên xwecihî nirx û kevneşopiyên wan ên xwecihî jî hatin hilweşandin. Ev talankirin bi gelek awayan bi gelek amûrên cur be cur hat meşandin; lê yê ku di çarçoveya vê nivîsê de bê destgirtin, hevkariya mêrên xwecihî bi dagirkeran re ye. Li gorî lêkolînên ku tên kirin, tê gotin ku di pêvajoya qirkirinê de jinan bi awayekî xurt li ber xwe dane û ji bo parastina ax û nirxên xwe parastina xwe kirine û serî netewandine. Lê li hêla din di hin qewman de mêr destên xwe dirêjî dagirkeran kirine û bi wan re hevkarî kirine. Ev mêr heta ji hêla mêtingeran ve hatine perwerde kirin û ji bo bişavtina qewm û qebîleyên xwe hatine peywîrdarkirin.
Lugones dibêje pergala mêtinger ne tenê li ser esasa nijadperestiyê di heman demê de li ser esasên zayendperestiyê, kontrolkirina ked û bedenê, nasnameya kolektîf û zanîna (epîstemolojiya) xwecihî xwe bi pêş dixîne. Dema ev xal di kesayeta jinan de tên meşandin, beden û zîhniyeta jinan yekser dibe qada şer.
Vegera mêrên hevkarê mêtingeriyê ya li ser axa qedîm ne tenê xizmeta bişavtina ax û welêt dike, di heman demê de li hemberî jinan jî şereke dijwar dide meşandin. Ev tespît bêguman ne tenê bi dîroka niştecihên Abya Yala’yê ve sînorkirî ye. Li her derê cîhanê êrîş û şerên dagirkeriyê bi alîkariya niştecihan ve hatiye meşandin û bi alîkariya wan jî ev pergala zayendperest û kapîtalîst ku li ser esasa mijandina keda bindestan xwe li ser axa wan daye rûniştandin. Ev êdî ji hêla her kesî ve tê dizanîn.
Ger em vê tespîtê di mînaka pêvajoya mêtingerkirina Kurdistanê de bigirin dest, ligel taybetiyên herêmî, tecrûbe û rastiyên spesîfîk ên kurdan, dê wêneyeke pir cuda dernekeve pêşberî me. Di navbera baviksalarî, netewperestî û mêtingeriyê de têkiliyeke gelek tevlîhev heye. Li deverekê wekî du milên hemberî hev bisekinîn jî li devereke din dest didin hevdû û ji hev hêz distînin.
Li Kurdistanê çanda baviksalarî –ji hêla ne hejmareke kêm ve- wekî çandeke bingehîn a kurdan tê pejirandin. Ji hêlekê ve di civaka kurd de ev yek bi hin kevneşopiyên berê ve tên girêdan û taybetî jî kontrola li ser beden û zihniyeta jinan bi vê yekê tê pênasekirin; heta li hemberî modernîteyê yan jî dewleta tirk bi vê argumentê tê sekinandin. Heta daxwaza azadiya jinan û pirsiyarkirina nirxên baviksalariyê ji hêla hin netewperestan ve wekî pirsiyarkirina nirxên kurdî tên dîtin û vê yekê wekî êrîşeke li hemberî kurdayetiyê dibînin. Li hêla din ji destpêkê ve ev yek ji aliyê dewleta tirk a mêtinger ve wek taybetiyeke paşverû ya kurdan hat dîtin. Ew giranî pergala xwe ya bişavtinê –ji xeynî xalên din- li ser esasa qaşo “medenîkirina jin û keçikan” û “rizgarkirina wan ji paşverûtiyê” meşand.
Lê mêtinger di bîrdoziya xwe ya nijadperest de guhertinê çêneke jî di helwest û polîtîkayên xwe de guhertinê çêdike. Di roja me ya îro de mêtinger baviksalariyê û mulkiyeta li ser jinan ji xwe re kiriye mal; girêdayî vê baviksalariya xwe û ya mêtingerkirî ji hev re dike destebira û nirxên li hemberî vê ji xwe re dike dijmin. Di vê koalîsyona qirêj de şer, şîdet, tecawiz û qirkirin (û girêdayî van berxwedan) li para jinan dikeve; rûreşî, bêxemî û xayintî jî li para xayînên xwecihî dikeve.
Di destpêkê de ev herdu awayên baviksalariyê –ya mêtinger û mêtingerkirî- wek awayên ji hev cuda yan jî li hemberî hev bên xuyakirin jî, di dawiyê de digihîjin hevdû, heta hêzê didine hevdû û di qewînkirin û berdewamkirina baviksalariyê de dibin alîgirê hevdû. Lewre di vê çarçoveyê de pergala baviksalar ji hêla kesên tên mêtingerkirin ve tim ji nû ve tê avakirin û mêtinger jî li ser vê jinûveavakirinê polîtîkayên xwe yên bişavtinê bi pêş dixe. Ev yek wekî min li jorê jî got li ser bedena jinan ku dibe qada şerê mêtingeriyê -berxwedanê-tê meşandin.