2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Encamname: Konferans siyaseta dewleta tirk a li herêmê red dike

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê Konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd a bi diruşma “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve” bi mebesta xurtkirina têkiliyên di nava pêkhateyên cûda de û bi nîqaşên der barê jiyana bihev re û  demokratîk de hat li darxistin, bi dawî bû. Di dawiya konferansê de encamnameya konferansê hate eşkerekirin. Encamnameya konferansê ji aliyê Serokê Komeleya Çandî ya Newroz, Cemal Hesen ve hat xwendin.

Ajansa JINHA encamnameya konferansê li ser malpera xwe parve kir.

Encamname wiha ye:

“Li darxistina vê konferansê di qonaxekî dîrokî û giring de ye ji bo Lubnan û herêmê ku şahidiya pêşbazî û dijayetiya ku armanca wê ji hev qutkirina gelên herêmê ye ji aliyê welatên bihêz û xwedî projeyên berfirehxwaz ve çi li ser asta herêmê çi jî li ser asta navdewletî. Di bin siya van alozî û qeyranan de me konferansa xwe li derxist. Di konferansê de hinek mijar hatin nîqaşkirin ku Lubnan û herêm bi dest wan dinale. Her wiha îşaret bi nasnameya yekgirtina rasteqîn a hemû pêkhateyan kir.”

Hat gotin konferans bi xwe hewildaneke ji bo dîtina rêyek ji bo derbazbûna ji duryana faşîzma netewî, olî û mezhebî.

Encamnameya konferansê ya ji 11 xalan pêk tê wiha ye:

*Konferans soz dide ku wê kar ji bo damezrandina çandî, qebûlkirin û nasîna hemû nasnameyên netewî, çandî û netewan ku bibe çavkaniya dewlemendî û pir rengîniyê.

*Konferans tekezî li wê yekê dike ku rêya çareseriya pirsgirêk û pêşbaziyan li Lubnan û Rojhilata Navîn bi rêya diyalogê dibe. Wê ne bi rêya şidet yan jî şerê çekdarî be. Ji bona wê tekezî li ser pêwîstî û giringiya erêkirina ‘Projeya netewa demokratîk û dewleta hemwelatîbûnê’ dike. Wek bingehek ji bo siberojek umêdbexş ji bo deverê. Li ser bingehê aştî, demokrasî û azadiyê.

*Armanca konferansê parastin û pêşxistina nirxên hevbeş yên çandî, demokrasî, civakî û siyasî ya gelên herêmê ye.

*Di konferansê de tekezî li ser pêwîstiya bihêzkirina diyaloga çandî ku bi dirêjahiya dîrokê di nava gelan, nasname, çand û bîr û baweriyan de heye hat kirin ku di pila yekem de ev yek li Lubnanê heye. Ji bo vê mijarê jî pêşniyara avakirina komisyonek ji rewşenbîran hat kirin.

*Ev konferans siyaseta welatan eşkere dike ku armanca wan paldan yan jî avakirina dijminatiya navbera hemû gelan û nasnameyane ku bi rêyên amrazên cûda yên wek kevneperestiya netewî, nijadperestî û olî tên kirin.

*Konferans hevsoziya di gel mijara azadiya jinan û bihêzkirina yeksaniya di warên cûda cûda de dubare dike. Her wiha dijayetiya xwe li beramberî hemû şidetek li ser jinê tê kirin nîşan dide. Her wiha îşaret bi giringiya bihêzkirina jinan û wergirtina fikrên wan bi awayek bi bandor li ser hemû aliyên jiyanê dike.

*Konferans pêwîst dibîne ku siyaseta firawanxwazî ya ku dewleta tirk li herêmê bicih tîne red bike. Her wiha bikaranîna ol wek amrazek ji bo xizmeta berjewendiyên xwe di çarçoveya ‘nîv osmanîzim’ de red dike.

*Di konferansê de soza rûbirûbûna bi siyaseta navendî ya mutleq re tê dayin û li dijî hemû rêbazên hevpar ên nekarîn dewleteke welatîbûnê ya li ser bingeha nasnameya neteweyî ya yekbûyî ya li welêt ava bikin.

*Konferans di wê baweriyê de ye ku demokrasî û qebûlkirina modela nenavendî ya berfireh, nenavendîbûna îdarî yan jî xwebirêvebirina demokratîk a avabûnên rêveberî garantiya pêşketina azad a li welêt e, her wiha yek ji baştirîn çareseriyên parastina pir rengiye.

*Li gor konferansê, yek ji pêwîstiyên dewleta welatîbûna modern pêktê ji peywendiyên yeksaniya navbera gelên Ereb, Kurd û hemû gel û pêkhateyên dine. Bêy ku qet cûdahî yan jî paşxistin di navbera wan de hebe.

*Konferans diyaloga şefaf bi amrazek hatî erêkirin dizane di dema her pirsgirêk û nakokiyek de.