3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmatkarên tenduristiyê: Em li vir in, naçin

Bi pêşengiya Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê, bi şîara “Ked a me ye, gotin a me ye tenduristî ya me tevan e” li Anitparqa Enqerê “Mitînga Spî” li dar xist. Ji Amed, Mêrdîn Wan û gelek bajarên din bi hezaran kedkarên tenduristiyê hatin û beşdarî mitîngê bûn. Parlamenterên HDP û CHP’ê, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan, nûnerên Halkevlerî, KESK, DÎSK, TMMOB, Alinterî, Komeleya Mafê Mezêxeran, Piştevaniya Jinan a Îlmekê û rêxistinên sivîl ên girseya demokratîk jî tev li mitîngê bûn.

Kedkarên tenduristiyê, bi kurdî û tirkî dovîz û pankartên “Ked a me ye, gotin a me ye tenduristî ya me tevan e” , “Di 5 deqeyan de li nexweş nayê nêrin” , “Pêşerojek bi tendurist di destê me de ye”, “Em dixwazin bijîn û bidin jiyandin” û “Wê jin dawî li xespa civakî ya tenduristiyê bînin” hilgirtin.

Mîtîngê bi rêzgirtinê dest pê kir. Beşdarên mîtîngê li dijî Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca dûrişmeyên “Bes e Fahrettîn te em bêzar kirin” û “Bes e Fahrettîn te tenduristiyê perîşan kir” berz kirin.

Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci û nûnerên gelek rêxistinên ku tev li mitîngê bûn axivîn. Kesên axivîn polîtîkayên desthilata AKP-MHP’ê yên tenduristiyê rexne kirin û pirsgirêkên ku kedkarên tenduristiyê dijîn û daxwazên wan anîn ziman û gotin: “Ew diçin bila herin. Lê em li vir in û em naçin. Mitîng, bi stranên Kardeş Turkuler bi dawî bû.