2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkoşîna wî çavkaniya hunera wî bû

Hunermendê nemir Tehsîn Taha, di nav hunermendên muzîka kurdî de bi afîrîner û keda ku dayî xwedî cihekî taybet e. Ev hunermendê ku tevahiya jiyana xwe ji bo muzîka kurdî bê navber derbas kiriye, îro jî bi deng û berhemên xwe ji pêşeroja muzîka kurdî re dibe çavkaniyeke jênger…

Tehsîn Taha, di sala 1941’an li navçeya Amediyê ya Dihoka başurê Kurdistanê ji dayik dibe. Di zaroktiya xwe de bi muzîkê re eleqeder dibe, her diçe dengê xwe bêhtir pêş dixe û di sala 1957’an de dema 16 salî ye bi kilama “Aşkere Nakim” bi awayekî profesyonel dest bi jiyana xwe ya hunerî dike.

Bi xebat û hewldanên xwe di sala 1960’an de li zanîngeha Bexdayê dest bi beşa Hunerên Xweş bike. Salên zanîngehê ji bo wî gelek tiştan bi xwe re tîne. Hem di warê hunerî hem jî di warê civakî de Tehsîn Taha di wan salan de gelek tiştan dijî û nas dike. Li gel xebatên muzîkî, Taha di perwerdeya şanogeriyê de jî cih digire û di gelek lîstikan de wek şanoger cig digre. Li aliyên wekî gelek xwendekarên zaningehê, Tehsîn jî di wan salan de li hemberî geşedanên civakî û siyasî bêdeng namîne û li dijî rejîma Baasê di xebatên siyasî de cih digire. Ji ber vê yekê tê binçavkirin û piştre jî ji bo demekê ji zanîngehê tê dûrxistin.
Tehsîn Taha li aliyekê hunera xwe didomîne, li aliyê din jî xebatên xwe yên siyasî dimeşîne. Di encama vê yekê de di sala 1963’an de tê girtin. Piştî ku efûya giştî derdikeve, ji girtîgehê derdikeve û vê carê zanîngeha xwe diqedîne. Piştî ku zanîngeh diqede, Tehsîn Taha bi armanca pêşxistina deng û hunera xwe derbasî Mexmûrê dibe û li vir dest bi mamostetiya muzîkê dike. Di vê pêvajoyê de ji ber naveroka berhem û kilamên xwe gelek caran ji aliyê rejîma Baasê ve tê binçavkirin. Lê tu binçavkirin gav ji biryardarî û sekna Tehsîn Taha paşve navêje.

Salên 1960’an ji bo hunera Tehsîn Taha salên girîng bûn. Ji destpêka 1960’an heya 1970’an di radyoya Bexdayê de nêzî 120 berhemên Tehsîn Taha tên guhdarkirin. Di wan salan de ev hejmar hejmara gelek girîng bû. Lewre di wan salan de ne hêsan bû ku ewqas kilamên kesekî di radyoya navdar a Bexdayê dê bên guhdarkirin.
Tahsîn Taha di stranên xwe de bi taybet cih dide jiyana li gundan û koçberiyê. Lewre rastiya ku li gundan dihat jiyankirin û sedemên jiyana koçberiyê ji bo raste rast bandor li hestên Tehsîn Taha dikir. Ew hestên ku dilê wî bi kul dikir jî, wek awaz û lorînan diherikîn zimanê wî.

Di sala 1970’an de dizewice û dibe bavê çar zarokan. Li aliyekî jî bênavber xebatên xwe yên hunerî didomîne. Heya wan salan bi dehan kilaman diafirîne û di têgihiştina bi sedan xwendakarên muzîkê de mamostetiyê dike. Eşqa xwe ya şanogeriyê jî bernade. Di navbera salên 1976 û 1979’an de di lîstîkên bi navê “Robarê Jiyanê, Deriyên Jiyanê û lîstîka Şoreşê” de derdikeve ser dîkê û di vî warî de jî hunera xwe pêşkeşî hezkiriyên xwe dike.
Di kêliyên jiyana Tehsîn Taha de li gel hilberînên hunerî, sekna wî ya şoreşgerî jî derdikevin pêş. Sekna xwe siyasî ya ku di salên zanîngehê de nîşan dida, di salên 1960’an de bi tevlibûna rêxistina peşmergeyan dimeşîne. Di sala 1961’an de li dijî rejîma Baasê bi pêşengtiya Mistefa Barzanî di rêxistina pêşmerge de cih digire û şer dike. Lê belê piştî ku tevger têk diçe, Tehsîn Taha kilameke bi navê “Ey Felek” dinivîse. Di vê kilamê de hunermendê kurd hestên xwe yên li hemberî vê têkçûnê dilorîne.

Tehsîn Taha xwedî dengekî delal bû. Dikaribû bi dengê jiyana xweş û dewlemend derbas bike. Lê belê baş dizanibû ku heqîqet ne ev yek e. Bawer dikir ku kesekî hunermend divê li dijî pirsgirêkên civakî, zilm û zordestiya li ser gel bibe xwediyê sekneke têkoşer. Bawer dikir ku huner encax bi rastiya gel, bi heqîqata civakê re bi wate dibe û temam dibe. Bi vê bîr û baweriyê li gel ewqas binçavkirin, girtin û zehmetiyan li aliyekî hunera xwe dimeşand, li aliyê din jî, têkoşîna xwe ya jiyanake azad û bi rûmet dimeşand. Ev sekn û biryardarî hêz û hêvî dida wî. Ev hêz û bawerî jî di hilberîna hunerî de ji wî re dibû çavkaniya herî giranbûha.
Tehsîn Taha di jiyana xwe ya hunerî de li gel afirandina bi dehan berheman, bi dengên navdar ên wekî Erdewan Zaxoyî, Elbirt Nayîl û gelek hunermendên din ên kurd re deng dide gelek berhemen û kilaman dibêjin.

Di 13’ê adara 1994’an bû. Tehsîn Taha wekî gelek caran, dîsa ji bo pêşandineke muzîkî bi hunermendên wek Eyşe Şan, Seîd Gabarî, Gulbihar û Salîm Helebî re derbasî Hollandayê dibe. Beriya ku qonser bê lidarxistin Tehsîn Taha aciz dibe û wî radikin nexweşxaneyê. Li ser vê acizbûnê tê tespîtkirin ku nexweşiya penceşêrê lê peyda bûye. Nêzî salekî li nexweşxaneyê dimîne. Tehsîn Taha li wir di 28’ê gulana 1995’an de diçe ser dilovaniya xwe. Piştî ku jiyana xwe ji dest dide, di 4’ê hezîrana 1995’an de li Amediya Dihokê tê definkirin.
Di encama keda ku dide de di jiyana hunerî de 8 albûman diafirîne. Di van albûman de cih dide bi dehan kilamên wekî “Ey Felek, Bêrîvanê, Rabe Cotyar…” Di van albûman de gelek kilamên ku îro jî ji hunera kurd re dibin çavkanî. Her wiha hêjayî gotinê ye ku gelek navên tirk ên ku qaşo xwe wek hunermand nîşan didin jî bermehên Tehsîn Taha dizîn û ji xwe re kirin çavkanî.