5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Helbestvan Merwanî ‘Reqsa Perperokan’ îmze kir

Nivîskar Mehmet Akdogan û Helbestvan Herdem Merwanî, li Pirtukxaneya Payîzê li ser wêjeya kurdî gotûbêjek li dar xistin. Gelek xwîner beşdarî gotûbêjê bûn û eleqeyeke zêde nîşan dan.  Ewil nivîskar Akdogan ku moderatoriya gotûbêjê kir axivî û qala girîngiya wêjeya kurdî kir. Piştî Akdogan Helbestvan Merwanî axivî û serpêhatiye jiyan û nivîsandina xwe vegot. Merwanî, da zanîn ku di 12 saliya xwe de bi hinceta siyasî hatiye girtin û 7 salan girtî maye û wiha got: “Em girtîgehan ji bo xwe dikin zanîngeh.”

Piştî axaftinan gotûbêjê bi pirs û xwendina helbestan berdewam kir.  Piştre Merwanî pirtûka xwe ya helbestan “Reqsa Perperîkan” da nasîn û ji bo beşdarên gotûbêjê îmze kir.