3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘YPJ Starê helîkoptera Skorsky xist’

Şerê li Zap, Metîna û Avaşînê ku di 14’ê nîsanê de dest pê kiriye didome. Li gorî daxuyaniyên herêmê û HPG’ê her roj leşker tên kuştin. Cerdevanên beşdarî şer dibin diyar dikin ku leşker li Zap, Heftenîn û Avaşînê asê maye. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek da. Çapemeniya HPG’ê diyar kir ku gerîla li dijî êrişan çalakiyên xwe bi ruhê fedaî yê Apoyî dewam dikin. Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Bi pêşengiya hêzên me yên YJA Starê ji bo silavkirina salvegera 18’emîn a pêngava 1’ê Hezîranê çalakiyên xurt hatin lidarxistin. Di encama van çalakiyan de helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin, droneyeke hate îmhakirin, 12 dagirker hatin cezakirin, 6 dagirker birîndar bûn û sîstemeke kamera ya mobesseyê hate îmhakirin. Hêzên me yên YJA Starê bi ruhekî mezin ê êrişê çûn ser cenazeyên dagirkeran, 2 çekên MPT, 2 rext, debanceyek û 2 şarjorên van debanceyan, telefonek, 2 qetên telefonê, 2 fener, 4 mayinên ji teqînê re amade, kamerayek li serî tê bicihkirin, çenteyekî leşkerî û malzemeyên jiyanî desteser kirin.”