4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Lubnanê konferansa diyaloga kurd Lubnanî

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi dirûşma ‘Ber bi jiyaneke hevbeş û welatîbûneke wekhev ve’ konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd destpê kir.

Li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi dirûşma ‘Ber bi jiyaneke hevbeş û welatîbûneke wekhev ve’ konferansa diyaloga Lubnanî-Kurd bi beşdariya kesayetên Lubnanî, Ermen, Suryanî û Kurd destpê kir. Konferans ji aliyê rêxistinên Navenda Lêkolînan a Libnanê, Komeleya Newroz a Çandî û Civakî, Komeleya Jîn a Jinan û Mûsawat Werde Bitrus a Xebatên Jinan ve dê li ser du beşan tê lidarxistin. Di beşa yemek de mijarên ‘Dîroka têkiliyên Kurdî-Erebî, hebûna kurdan li Lubnanê, siyasetên mêtingeriyê, destwerdanên herêmî, bandora zîhniyet û amûrên netewedewletê li ser têkiliyên erebî-kurdî wê bê nîqaşkirin. Beşa duyemîn mijarên ‘Hevgirtin û yekitiya çarenûsê ya gelên herêmê li hember astengiyan, çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan, rola jinan a bingehîn di demokratîkkirina civakê de, çareserî û projeyên hatine pêşniyarkirin mîna dewleta hemwelatîbûnê û projeya neteweya demokratîk’ werin gotûbêjkirin.

‘Em dixwazin diyaloga di navbera gelan de xurt bikin’

Li ser navê Komîteya Amadekar Hesan Qetib axivî û got: “Bi vê kongreyê em dixwazin dozeke girîng nîqaş bikin, nexasim di vê pêvajoya nazik de ku herêm û Lubnanê tê re derbas dibe. Ji bo aktîfkirina rêbaz û mentiqê diyalogê di navbera gelan de. Herêmên me her tim bûne nimûneya aktîfkirina çandan û avabûna şaristaniyan. Em hewl didin bi wêrekî û bi awayekî objektîf car din diyalogê di navbera gelan de bidin destpêkirin. Em ê bi taybetî doza diyaloga di navber du gelên kevnar; Kurd û Ereban de çareser û nîqaş bikin. Divê em pirs bikin, çima, kengî û çawa em wisa bûn? Faktorên xwezayî yên jiyana hevbeş a di navbera gelan de veguherandine şer çi ne?”

‘Armanca dewletan talan û wêranî ye’

Di rûniştina ewil de profesora Zanngeha Lubnanê Neamet Badr El-Dîn axiv. El Dîn bal kişand ser hedefên dagirkeriyê yên herêmî û siyasî û got: “Armanc ew e ku dewletên çavkaniyan talan bikin, çand û zimanê wan tine bikin. Piştî Peymana Sykes-Pîcot di serî de şer û aloziyên li herêmê, Iraq, Sûriye ku rê li ber parçekirinê tê vekirin, bi navê demokrasiyê tiştên rû didin ji derveyî kontrolkirina herêmê ne tişteke dine.”

‘Tecrîd li dijî mirovahiyê ye’

Prof. Dr. Nemat Badr El-Dîn behsa tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û ev wiha pêde çû: “Tecrîda di serî de li Îmraliyê li ser Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyeyê tên kirin, dermirovî ne.”

El-Dîn anî ziman ku pêwîstî bi sîstemeke demokratîk heye, dev ji welatên Rojava berdin ji ber ku Rojava demokrasiyê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û got: “Rewşa li Ukranya, Filistîn û Kurdan li ber çav e. Ferq û nîjatperestiyeke vekirî li holê ye.”

El Dînî bal kişand ser guherîna demografî ya li Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û got: “Tirkiye ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tehdîd e. Bi hinceta teror û ewlekariya netewî dîwarê ku Tirkiye lê kirî, ji bo dagirkirina herêmê dîwarê herî mezin ê siyemîn ê salê ye. Divê herêmên din li dijî dagirkeriya Tirkiye bibin yek.

‘Tirkiye ji bo sûcê xwe veşêre koçeran vedigerîne’

Ji ber ku Tirkiye li Sûriyeyê sûcên şer kiriye, ji bo welatiyên Sûriye vegerin Sûriyeyê avakirina xaniyan a ji aliyê Tirkiyeyê ve nixûmandina van sûcan direwa herî mezin e. Ji ber ku ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin guherîna demografiyê ye. Divê statûyek ji bo Kurdên li Libnanê ne bê dayîn. Bang li hikûmeta Libnanê dikim ku mafê Kurdan binase.”

 ‘Ji ezmûna jinên kurd sûdê bigirin’

Nemat Badr El-Dîn, qala jinên Kurd ên li Sûriyeyê jî kir û got: “Ezmûn û wekheviya jin û mêr a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li cîhanê modela herî baş û serketî ye. Divê jinên li Neteweyên Yekbûyî, welatên Ewropa sûdê ji ezmûnên jinên li Rojava bigirin, li hemû welat pêk bînin. Ji ber ku ezmûneke serketî ye.”

Ronakbîr û akademîsyenê Iraqî û pisporê diyaloga Erebî-Kurdî Dr. Ebdulhisên Şaban jî ev tişt anîn ziman: “Armanc ji lidarxistina kongreyên wiha, naskirina daxwazên gelê Kurd li ser zimanê Kurdan û bi awayekî azad e. Di çarçoveya helwestên Erebî de, hinek ji wan cara yekemîn e ku li pirrengiya neteweyî ya herêmê û zilma li ser Kurdan hatî kirin, guhdarî dikin.”

Dr. Şaban diyar kir ku ew dixwazin çareseriyan peyda bikin û encamnameyekê ji bo pratîzekirinê deynin û wiha domand: “Diyaloga kurdî-Ereb, diyalogeke zanistî, çandî, fikrî û hiqûqî ye û li ser bingeha çarenûsa hevbeş, mafên wekhev û diyarkirina vebijêrkan li gorî berjewendiyên her du gelên Ereb û Kurd destpê dike.”

 ‘Ocalan xwediyê fikra netewa demokratîk e’

Dr. Şaban her wiha destnîşan kir ku ji salên 1980`î ve, doza Kurdî li Tirkiyê bûye rojeveke germ, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) çalak e û wiha pêde çû: “Serokê PKK`ê Abdullah Ocalan ji 1999`an ve dîl tê girtin ku xwediyê fikrê neteweya demokratîk e yê ku pêkanîna mafên gelê Kurd û naskirin wî gelî ye, taybetmendiyên wî û mafê wî yê diyarkirina çarenûsê armanc dike. Îran jî hîna daxwaza mafên neteweyî wekî hedefkirina Komara îslamî dibîne.”