9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêveberiya Xweser: Em ê destketiyên gelê xwe biparêzin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv da gefên dewleta tirk û anî ziman ku dê destketiyên gelê xwe biparêzin. Rêveberiya Xweser li ber navenda rêveberiyê ya li Reqayê daxuyanî da. Hevserokê Meclîsa Rêveber Ebid Hamid El Mihbaş daxuyanî xwend. Mihbaş bal kişand ser guhertina demografî û tirkkirina herêmê û wiha got: “Dewleta tirk a dagirker hewl dide rewşa Sûriyeyê û herêmê bêhtir tevlîhev bike. Piştî zêdetirî 10 salan ji destwerdanê, ku di encamê de tevlihevî derket û dagirkerî, parçebûn û destekdayîna terorê pêk hat, çanda tirkî li civaka Sûriyeyê ferz kir, îro dewleta tirk hewl dide qada dagirekriya xwe bi rêya gefa yekser a dagirkirina axa herêmê bi kûrahiya 30 km li ser sînorên bakur Sûriyeyê an ku herêmên Rêveberiya Xweser, firehtir bike.”

Mihbaş anî ziman ku dewleta tirk armanc dike ku herêman ji şêniyên wê yên resen vala bike wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bike. Ev siyaset di mijara jenosîd, derxistina şerekî demdirêj di navbera pêkhateyên herêmê de wê bandorên xeter bi xwe re bîne. Girtiyên DAIŞ’ê jî dê sûdê ji van kirinên dewleta tirk li herêmê bigirin û bi hezaran terorîst û malbatên DAIŞ’ê wê birevin.”

Mihbaş bal kişand ser rewşa hundirîn a Tirkiyê jî wiha axivî: “Ji ber rewşa hundirîn a aloz a Tirkiyeyê, siyasetên hikumeta Tirkiyeyê ku di encamê de zextên li ser welat zêde bûn, Erdogan dixwaze bala raya giştî ya Tirkiyeyê ji ser van pirsgirêkan bikişîne û bide xuyakirin ku xeteriyên din li derve hene.”

Mihbaş herî dawî gefên Tirkiyeyê yên li dijî herêmê şermezar kir û wiha got: “Wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em van gefan şermezar dikin. Em bang li civata navneteweyî dikin ku dawiyê li van gefan û vê xîtabê Tirkiyê bînin. Em bang li saziyên Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hemberî sûc û kiryarên Tirkiyê li Sûriyê, bi erka xwe rabin. Em teqez dikin ku divê aliyên garantorên agirbestê, berpirsiyariyên xwe li Sûriyê pêk bînin, sînorên ji van kirinên dewleta tirk re deynin û li hemberî şantajên dewleta tirk hêzên navneteweyî bên belavkirin. Em ê bi hemû derfetên xwe destketiyên gel û rêgezên şoreşa gel a demokratîk biparêzin, parastina herêmê bidomînin û nehêlin ku dewleta tirk atmosferekî ji bo zindîkirina DAÎŞ’ê û têkbirina aramî û ewlehiyê li herêmên me, peyda bike.”