28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexdûr: Dewlet me neçarî avahiyên xisar dîtine dike

Kontrola avahiyan li Amedê hê jî neqediyaye. Rayedarên saziyên dewletê malbatên li dibistan û wargehan hatine bicihkirin derdixe û malbatan neçar dihêle ku li avahiyên xisar dîtine rûnên.

Yek ji bajarên ku bi karesata erdhejê re rû bi rû maye jî Amed e. Li Amedê 7 avahî hilweşiyan û 409 kesan canê xwe ji dest da û 902 kes jî birîndar bûn. Ji ber erdhejê gelek avahiyan xisarên giran dîtîne. Gelek malbat ji bo avahiyên wan xisar dîtîne ditirsin ku bikevin xaniyên xwe. Reyedarên dewletê bêyî ku tespîta avahiyên xisardîtine bikin ji malbatan re dibêje avahiyên we xisar nedîtine û berê wan dide malên wan. Malbatên ku li dibistan û wargehan hatin bicihkirin, tên derxistin û wan neçar dike ku malbat biçin malên xwe yên xisardîtî.

Ditirsin ku biçin xaniyên xwe

Yasamîn Mîrbey a li taxa Kaynartepe ya navçeya Rezan a Amedê derûniya bi derûniyeke xirab a erdhejê li ser kiriye, wiha got: “Wê rojê em bi tirs derketin. Piştî erdhej çêbû em şêniyên taxê li ber dibistana Vehbî Koç kom bûn. Heya sibehê em li wir li ber berf û baranê man. Piştre em hatin mala xwe û carek din erdhej çêbû. Em tirsiyan û dîsa derketin. Êdî em nehatin mala xwe û li dibistanê man. Ev çend roj in em li dibistanê bûn. Em 3 malbat di polekê de diman.”

Mîrbey da zanîn ku avahiya wan beriya 24 salan hatiye çêkirin û wiha got: “Reyadaran ji me re got, ‘xisar di avahiya we de nîn e, biçin malên xwe’. Lê hê ji bo avahiyê tu tespît nehatiye kirin. Gelek caran me gazî wan kir lê hê jî nehatine. Em dixwazin demildst bên kontrol bikin û em jî li gorî wê tiştekî bikin. Em ditirsin ku bikevin xaniyên xwe. Heke tiştek were serê me dewlet berpirsiyar e.”

‘Derz mezin dibin lê dîsa dibêjin xisar nîn e’

Nûrhan Taş a dayika çar zarokan jî li Rêzan dimîne û wiha got: “Avahiya me ji aliye tîma tespîtê ya taybet ve hatiye kontrolkirin. Gotine xisara avahiyê giran e û ne bi ewle ye. Lê şaraderî jî dibêje ku xisar nîn e. Stûnên avahiyê şikestine û derzên li xanî ketine her roj mezin dibin û dîsa jî xisar nedane. Em ê çawa li vê avahiyê bimînin? Em diçin wargehê lê dibêjin qeyda ku avahiya we xisar dîtiye nîn e û cih nadin me.”

Taş diyar kir ku her roj gazî koma tespîta xisarê dikin lê hê jî nehatine û wiha axivî: “Em ditirsin ku li avahiya me bimînin. Me rewşa avahiya xwe bi şaredariyê re parve kir. Şaredariyê alîkariya xelkê jî nekiriye. Ji ber ku avahiya me xisar dîtiye her roj em li mala xizmên xwe dimînin. Em vê zivistanê bi ku ve biçin? Heta ku me malek ji xwe re didît bila destûr bihata dayîn ku em li wargehê bimînin. Derûniya me xira bûye. Em perîşan bûne. Tişta ku bi me dikin ne edaletî ye.”