5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Goristana Islahiyeyê rastiya erdhejê radixe ber çavan

Goristana li Islehiyeyê radixe ber çavan bê ka li wêraniyeke çawa li bajar çêbûye. Li du qadên goristanê bi sedan kes bi awayekî komî hatine definkirin.

Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Berîvan Kutluyê der barê encamên erdheja Islahiyeyê de agahiyên ku gihiştiyê parve kirin.

Xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li navçeya Islehiye ya Dîlokê di 15’ê sibatê de hatin bidawîkirin û xebatên rakirina kavilan dest pê kir. Ji sedî 80’ê navçeyê hilweşiya û şêniyên navçeyê di bin konên hatine vegirtin û di bin kepirên bi derfetên xwe çêkirin de dimînin. Waliyê Çewlikê Kadîr Ekîncî ku weke Waliyê Koordînekirina Bajar hatiye tayînkirin, di 15’ê sibatê de daxuyaniyek da û got ku heta niha hezar û 368 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 500 kes jî birîndar bûne. Her çend ku daneyên fermî bi vî rengî bin jî, tê gotin ku tenê li navenda navçeyê 2 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye.

Goristana Taxa Cevdetpaşayê, wêraniya li navçeyê çêbûyî radixe ber çavan. Li du qadên piştî erdhejê hatine vekirin de bi sedan kes bi awayekî komî hatine definkirin. Cenazeyên ku xwediyên wan diyar jî li deverên cuda yên goristanê hatine definkirin.