spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

​​​​​​​Şanoya ′Dagirkirina Tarîtiyê′ li Almanyayê li ser dike ye

Li Almanyayê şanoya ′Dagirkirina Tarîtiyê′ ku bal dikişîne ser qirkirina çandî, civakî û dîrokî ya gelê Kurd, cara yekemîn li ser dika şanoya neteweyî bi beşdariya şanogerên kurd, alman û yewnan tê pêşandan.

Şeva berê cara yekemîn li ser dika Şanoya Neteweyî ya Almanyayê bi beşdariya Kurd û almanan şanoya ′Dagirkirina Tarîtiyê′ hate pêşandan.

Şano bal dikişîne ser qirkirina çandî, civakî û dîrokî ya gelê Kurd û siyasetên dewleta tirk ên qedexekirina zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê.

Senaryoya şanoyê ji romana nivîskar Bextiyar Elî ya bi zaravayê soranî hatiye wergirtin.

Nivîskara senaryoyê Kefal Sidqî û derhênerê wê Îhsan Osman e. Di şanoyê de 11 şanogerên ji bakur û başûrê Kurdistanê, Almanya û Yewnanistanê cih digirin û bi zimanê almanî hate pêşandan.

Îhsan Osman li ser lîstika şanoyê got: “Bi pêşandana romanê mîna şanoyê dê doza kurdan û rastiya wê li ser dikên Almanya û Ewropayê jî were pêşandan.”

Li ser girîngiya pêşandana wê Osman wiha domand: “Dê şano di Mîhrîcana Şanoyê ya Almanyayê de were pêşandan û em ê hewl bidin ku li piranî deveran bidin pêşandin. Ji ber ku ev ne tenê karekî hunerî yan jî şanogerî ye lê belê karekî neteweyî yê girêdayî doza kurdan e.”

Li aliyekî din jî nivîskara senaryo û aktora şanoyê Kefal Sidqî ya ji başûrê Kurdistanê got: “Ji salên dûvedirêj ve huner û çanda kurdan tên hedefgirtin. Bi riya vê xebata hunerî em hewl didin şoreşeke hunerî û çandî li ser dikan biafirînin ku mafên gelê xwe bi dest bixin.”

Tê payîn şano li heman dikê di 22, 23 û 24′ê sibatê, 4′ê adarê, 15 û 19′ê gulanê de bê pêşandan.

Her wiha dê şano li başûrê Kurdistanê were pêşandan û dê beşdarî Mîhrîcana Navneteweyî ya Şanoyê ya Bexdayê û Mîhrîcana Berbanga Navneteweyî ya Şanoya Îranê bibe.