3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexmûrê hevşaredarên nû diyar kir

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li heşt navedan hilbijartina şaredariyê pêk anî. Dî hilbijartinê de çar hevşaredar û bîst encûmen ketibûn pêşbirkê. Di hilbijartinê de Edban Ebdullah Yilmaz û Fatma Hilalî bûn hevşaredar.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cudî (Mexmûr) her du salan carekê ji bo hevşaredarî û meclisa şaredariyê diçin hilbijartinê. Duh xelkê wargehê ji bo hilbijartina hevşaredar û encûmenên meclîsa şaredariyê çûn ser sindoqan. Hilbijartin li heşt navendên wargehê di demjimêr 08:00’ê sibehê de destpê kir, heta demjimêrên derengiya şevê dewam kir.  Piştî hilbijartin bi dawî hat û deng hatin hejmartin, li ser navê Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Wargehê Hadî Akêtî daxuyaniyek da.

Hadî Akêtî destpêkê de spasiya kesên çûyîn ser sindoqan kir û wiha axivî: “ Pergala netewa demokratîk ya ku heta roja îro dimeşe, îro jî da diyarkirin ji ber vê yekê em sipasiya xelkê xwe yê wargehê dikin. Niha jî ecnamên ku hatine diyarkirin em ê ji were ragihînin. Dengên ku hatine ser sindoqan 4336 dengbûn, li gorî vê ji bo hevserokatiya şaredariyê herjmara yek Fatma Hilalî 1989 deng wergirt, hejmara dû, Nizar Hacî Teter Nerexî 1152 deng wergirt, hejmara sê Edban Ebdullah Yilmaz 2312 deng wergirt, hejmara çar Cemîle Mihemed Repinî 1113 deng wergirt li gorî vê Fatma Hilalî û Edban Ebdullah Yilmaz bûn hevserokên şaredariyê.

Her wiha di nava encûmenan de jî yên ku herî zêde deng girtîn Sedîq Hisên Hilalî: 1205, Selman Mehmûd Şiwêdî: 1190, Sozdar Mıhemed Tahir Hilalî: 1070, Bihar Salih Bilehî: 1059, Sebrî Ehmed Mijînî: 1039, Cehwer Cindî Nêrwehî: 1034 û Leyla Abdullah Çelî: 991 deng girt.