spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şengaliyan Cimaya Pîra Fat û Pîra Libina pîroz kir

Şengaliyan li gundê Cefrî ya girêdayî Xanesorê Cimaya Pîra Fat û Pîra Libina li du qûban pîroz kir.

Bi hatina sala nû re cejnên civaka Êzidî jî destpêkirin. Li gundê Cefrî yê Xanesora Şengalê gelê Şengalê Cimaya Qûba Pîra Fat û Pîra Libina pîroz kir. Rojek beriya Hilêl û perî were siwarkirin, micewir û oldar Qûban Ciwankirin û ji bo roja duyemîn a pîrozbahiyê amadekirin. Di roja duyemîn de jî bi rê û resmeke olî Hilêl (hîlal) û perî hatin bi coşeke mezin û li ber tilîliyên jinan hate siwarkirin. Jin û mêr bi cil û bergên gelerî tevlî merasîma pîrozbahiyê bûn, li qûban ji bo miraza wan qebûl bibe, li nava qûbê girêk li periyan dan û maçî kirin.

Piştî girtina li ber herdu qûban govend hatin gerandin. Hêjayî bibîrxistinêye, her sal bi rê û resmên Cimayî hemû qûb ango perestgehên Êzidiyan tên ciwankirin (nûkirin) û vêya bi rê û resmên olî yên du roj dikşînin pêktê.

Çavkanî: Rojnews