4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mexmûrî li dijî êrişan meşiyan

Balafirên şer ên dewleta tirk duh bi şev di saet 22:00’an de Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi dijwarî bombebaran kir. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê, di encama êrişa dewleta tirk de 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî a Mexmûrê şehîd bûne û bi dehan şêniyên wargehê jî birîndar bûn.

Şêniyên wargehê bi derketina rojê de herikîn ber derê Saziya Malbatên Şehîdan. Di saet 11:00’an de meşek girseyî lidarxistin. Meşa ku ji ber derê Saziya Malbatên Şehîdan Destpêkir heya ber derê ofîsa Neteweyên Yekbûyî dewam kir. Li wir daxuyaniyek hate dayîn û êriş bi tûndî hate şermezarkirin.

Piştî wê şêniyên wargehê heya ber derê Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê meşiyan. Li vê derê ji bo her 2 endamên Hêzên Parastina Cewherî ya Mexmûrê merasîmek hat lidarxistin. Li vê derê jî daxuyanî û axaftin hatin kirin. Niha cenazeyên şehîdan ber bi goristanê ve dibin û wê werin definkirin.