4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Omicrona veşarî cîhanê dorpêç dike û bi lez belav dibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Navnetewî hişyarî der barê mutasyona Omicronê de da. Rêxistinê bang li welatan kir ku tevdîran li gorî rewşa welatê xwe bigirin û li gorî belavbûna nexweşiyê tevbigerin ne ku çav bidin hev li gorî tevgera welatên din tevbigerin.

Di dema dawî de mutasyona Omicronê bi xwe, hatiye guhertin û şêweyê nû yê vê nexweşiyê bi navê (Omicrona veşarî) tê binavkirin. Li gorî zanyaran ev mutasyon li 57 welatên cîhanê hatiye dîtin.

Serokê Rêxistina Tenduristiya Navnetewî Tedros Adhanom der heqê belavbûna vê mutasyonê de wiha got: “Hîn gelekî zû ye ku em bêjin me Covîd-19 têk bir. Gelekî zû ye ku tu welatek serkeftina xwe li dijî Covîd-19 bide xuyakirin an jî jê re teslîm bibe.”

Adhanom her wiha metirsiyên xwe der barê zêdebûna hejmara miriyan de anî ziman û got ku metirsî heye hejmara kesên ji ber Covîdê bimirin li seranserê cîhanê zêde bibe.