22 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mihemed Şêxo bi hunerê nemir kirine

Jiyana Al Ahmed diyar kir ku li Rojava bi dehan saziyên civaka sivîl hene û wiha got: “Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo jî li ser hîmê Koma Botan di 30’ê îlona 2011’an de li bajarê Qamişloyê hate vekirin”

Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şexo li Rojava xebatên li ser çand û hunere bi rê ve dibe. Piştî Şoreşa Rojava weke gelek saziyên çand û hunerê ev jî ji bo heman xebatan li bajarê Qamişlo hatiye avakirin. Heta îro gelek xebatên hêja pêk anîne û bûye navendeke karîger.

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo Jiyana Al Ahmed der barê damezirandina navendê û xebatên çand û hunerê de ji rojnameya Xwebûnê re axivî. Di destpêkê de behsa pêvajoya navendê kir û wiha got: “Wekî destpêk ji salên 1982’an ta 1986’an li hemû bajar û navçeyên rojavayê Kurdistanê bi dehan komên hunerî hatin avakirin, hemû kom di riya sê beşan de (muzîk, şano û govend) kar û xebatên xwe yên hunerî bi rêxistin dikirin, van koman riya şoreşgerî ji xwe re pejirandin û hemû berhemên xwe di wê çarçoveyê de pêşkêşî gel dikirin. “

Hevserok Ahmedê, ji bo pêvajoya damezirandinê ev agahiya balkêş da ku navend li ser hîmê Koma Botan ava bûye û wiha dewam kir: “Hêjayî gotinê ye ku ev kom di navendên çand û hunerê de, di kar û xebatên xwe de hê jî berdewam in. Ev kom di şert û mercên herî zehmet de berhem diafirandin û belav dikirin, zextên rêjîma dewletê, kêmbûna derfetên madî û teknîkî û hem jî tunebûna salon û dikên hunerî astengiyên herî mezin bûn. Ji mecbûriyetê me pirovayên xwe her carekê li mala endameke/î xwe çêdikirin, yek ji van komên sereke jî Koma Botan a bajarê Qamişlo ye ku bi sedan stran û klîpên wê hene.

Li ser hîmê Koma Botan ava bû

Rewşa hunerê di Rojava de ta destpêka şoreşê her bi vî rengî berdewam kiriye lê bi hatina şoreşê re êdî gelek derfetên zêrînî li pêşiya hemû qadên jiyanê vebûn. Bi dehan saziyên civaka sivîl hatin vekirin, lewra pêwîstî bi avakirina sazî û navendên çand û hunerê jî hebû. Ji ber ku wekî kom nema têrker bû ku hemû muzîkjen, şanoger, govendger, wênesaz, rewşenbîr û nîviskaran di nava xwe de bihewîne, navenda Mihemed Şêxo jî li ser hîmê Koma Botan di 30’ê îlona 2011’an de li bajarê Qamişloyê hate vekirin.”

Jiyana Al Ahmedê diyar kir ku piştî Şoreşa Rojava derfetên avabûna sazî û xebatên çand hunerê gelek berfireh bûne û wiha got: “Şoreşê û vekirina navendê, berevajî astengiyan gelek derfetên kar û xebatê çêbûn, heger beriya şoreşê di nava salê de me tenê sê heyvan pirova dikir, niha rojane kar û xebatên çand û hunerê hene. Tenê astengiya heyî bi rewşa giştî ve girêdayî ye. Bûyerên şer û êrîşên dagirkeriyê car caran hin xebatan dereng dixin û nahêlin ku di dema xwe de çêbikin lê bi pêngava, ‘Dem Dema Azadiyê ye’ û di bin sîwana şerê gel ê şoreşger de, em plansaziya xwe li gorî wê bi rêxistin dikin û pêk tînin.

Qamişlo navenda çand û hunerê ye

Al Ahmedê der barê derketina pêş a Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şexo de ev yek anî ziman: “Niha li hemû bajarên Rojava navendên çand û hunerê ne kêmî ya Mihemed Şêxo ne, ji bilî lidarxistina çalakiyên hunerî û şevbuhêrkên wêjeyî, gelek kargehên fêrkirina resim, şano, govend, sînema, dibistanên muzîkê, pêşbirk û mîhrîcanên wêjeyî û hunerî jî têne lidarxistin. Tenê ferq û cudahiya navenda Mihemed Şêxo ku li bajarê herî mezin ê Rojava ye, ji ber wê jî gelek çalakiyên navendî li ser asta Bakûr Rojhilatê Sûriyê li navenda Mihemed Şêxo têne lidarxistin, ew jî dibe sedemek ku nav û dengê wê zêdetir belav bibe.”

Saziya me ji bo her kesî ye

Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şexo Jiyana Al Ahmedê der barê beşdariya pêkhateyan a xebatên navendê de rewş wiha derbirî:  “Di Rojava de û di bin sîwana neteweya demokratîk de hemû pêkhate di nava Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin, navenda Mihemed Şêxo jî li gorî hevpeymana civakî deriyê wê ji her kesî re vekirî ye, ji bilî beşdarbûna pêkhateyan ji pêşbirk û mîhrîcanên wêjeyî û hunerî re, gelek caran karên hunerî yên hevbeş jî têne lidarxistin, jixwe hin klîp jî nîşaneya vê yekê ne.”

Ahmedê bi bîr xist ku ne tenê di xebatên navendê, bi giştî beşdariya jinan di her qadan de sereke ye wiha dewam kir: “Ne tenê di navenda me de, di giştî Şoreşa Rojava de û di hemû qadên jiyanê de jin pêşeng in. Jin îro şervan in, siyasetmedar in, wêjerist in û hunermend in, ji bilî ku di komên giştî de hebûneke wan a sereke heye, wekî xweser jî komên wan hene û berhemdar in. Pêşbirk, mîhrîcan, kargeh û pêşangeh…hwd ên girêdayî jinan bi taybet jî têne lidarxistin”.

Li ser gora wî M. Şêxo bi bîr anîn

Jiyana Al Ahmed der barê navlêkirina navendê de wiha axivî: “Heger em temaşeya dîrokê bikin ta roja me ya îro, em ê bibînin ku bi taybet kurd û muzîk wekî awaz û besteyekê di nav hev de hatine honandin, bûne stranên geş û li ser zimanan mayînde mane. Ên ku ev ruh û ev muzîk afirandine, bi pêş xistine û xwe di piraniya malên pêkhateyan de bi cih kirine, yên wekî Evdalê Zeynikê, Ayşe Şan, Meryem Xan, M. Arifê Cizîrî, Tehsîn Taha, Hesen Zîrek, Aram Tîgran û gelekên din bûn. Ên ku hiştine çand û huner û muzîka kurdî ta roja îro li ser piyan bimîne û bigihîje asta mayîndebûnê, ev dengbêj û stranbêjên me ne. Ew xizmetkarên gelê xwe ne, bê guman yek ji van kesan jî hunermend Mihemed Şêxo bû. Ji ber ku hunermend Mihemed Şêxo ji xelkê Qamişlo bû û hem jî me xwest em bibin şopdarên van dengbêj û stranbêjên xwe, bi ruh û hestên wan ên neteweyî tevbigerin û ta ku ev hunermend zindî bimînin, me navenda xwe bi navê Mihemed Şêxo vekir.”

Heserok Ahmedê ji bo bibîranîna salvegera Mihemed Şêxo de wiha got: “Her sal em roja wefata wî bi çalakiyên hunerî bi bîr tînin, gel di salona navenda Mihemed Şêxo de kom dibe, axaftin û sinevizyonên der barê huner û jiyana wî de têne kirin û nişandan. Hunermend û komên navendê di wê rojê de stranên wî dibêjin, ji gel re pêşkêş dikin û ji nû de wî zindî dikin. Lê di vê salê de çalakiya me tenê bi çûna li ser gora wî bû. Ji ber bûyera herî dawî ya biêş, erdheja ku çêbû û di encamê de bi deh hezaran însanan jiyana xwe ji dest da, me guncav nedît ku em çalakiyên hunerî li dar bixin.”

Hevserok Jiyana Al Ahmedê bi bagawaziyek li hunermendên li her derên Kurdistanê kir û dawî bi axaftina xwe anî: Herî dawî em wekî hunermend û xebatkarên navenda Mihemed Şêxo, bangewaziyekê dikin û ji hemû hunermendên Kurdistanê re dixwazin bibêjin; Rojava êdî qada azadiyê ye, ji her derê Kurdistanê zêdetir hûn dikarin li vê qadê berhemên xwe bi azadî biafirînin û pêşkêşî gel bikin, hem ew û hem jî em dixwazin bipêşengtiya hunermendan kurdên azad ji her derê dinyayê berê xwe bidin qada Şoreşê, qada azadiyê, qada Rojavayê Kurdistanê. Wekî din em gelek spasdar in ji Rojnameya Xwebûn û hemû kedkarên wê re ku we ev derfet dane bibalkişandina li ser navenda me, navenda Mihemed Şêxo.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê