4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşname

Loma jî kuxte-kuxta min zûda bi ser a pirtûkên min û we ketiye û dinya xira kiriye. Ji lewre ez niha ji nav kavil û xirabeyên kuxte-kuxtê û ji kuxte-kuxta xirabe û kavilê destên xwe ji we re dihejînim

Wek tevî pirtûkên Kafka a wî ya bi navê ‘Doz’ jî gelek balkêş û di warê xwe da bê hempa ye. Mînak; di tevî pergela hiqûqê de yan mirov bi sûc û ji sûc digihîje bersûc û sûcdar; an jî bersûc û sûcdar mirov dibe ba sûc! Belam di Doz’ê de bersûcê belengaz, bi fîxan û hawar li sûcê xwe yê nexwiyayî li sûcê xwe yê ku tenezul nakin jê re jî bibêjin digere…Û em jî pê re… Lê belê ‘em’ digerin nagerin,’sûcê xwe’ nabînin û pirtûk diqede! Îja niha, di vê nîvroya min û we ya hinek bêmirûz da mebesta min ne ev e ku behsa-her çiqas min bi wê dest pê kiribe jî- Kafka yê ezîz lê behsa geryana xwîner û nivîskarên kurd a li hev bikim.

Lew li gorî min ew jî dişibe ‘geryana’ Kafka. Teva ku ne nivîskarî û ne jî xwînerî ‘sûc’e (gerçi ger kurdî be li gorî hinekan dibe ‘sûc’ lê mijar niha ne ev e) û rewşek’crîmînal’ li holê tine jî geriyan, lihevgerîn û hevnedîtineke ecêb û elewat; ku bi aliyên xwe yên trawmatîk, kaotik û nexweşok dişibe ‘rewşên’ kafkaesk  heye. Wisa ecêb û elewat û kafkaesk e ku, ev geryan; êdî bûye negeryan û çav çavan nabînin…Herçî çerxa kirêt û kujer a asîmîlasyon û oto-asîmîlasyonê ye, naxwazim behs jî bikim. Lew ew wext zû da derbas bû! Êdî gere em bibin keştî (geşte) ne ku behsa keştiyan bikin. Jixwe hebûnek kirdeyî ya ku em hem  hez û hem jî heq dikin, pêkhatinek wisa ji me dixwaze, ne welê?

Helbet hin nivîskar û xwînerên me yên ji halê xwe gelek memnûn û razî jî hene ku em ji wan re tenê dikarin bêjin noşîcan be! Lê belê bi qasî ku ez dibînim, rewşeke ku mirov pir pê şad û bextewar be jî nîn e. Di nav toz û tubara dem û serdemê de xwîner an tî û birçî digere yan jî qudûma gerê pê re nemaye. An çi dikeve ber çavên wî/ê dixwîne, yan nizane ku çi dixwîne, yan jî bi tiştên ku dixwîne; bi jana zirav ketiye û her roj, bêyî ku haya wê/î jê çêbe, zirav zirav dimire! Herçî nivîskar e, ketiye dilqê(şekle) xeyalatan û di şevên ronî û rojên tarî de bi çîrokek deryaza ya ku di tora masîvanekî rûtirş da diperpite, re direqise. Em dikin û nakin çavên wê/î me nabînin. Em dibêjin;’ nivîskar/hozan, em jî wek te li vî welatê ku ji toza sehraya xembariyê çêbûye bi pey reqsa bi çîrokeke deryaza ya nîvmirî re ketine…Em jî wek te ne, em jî wek te ne…’Belam nivîskar me nabîne û nabîhîze. Û nivîskar li xwîner, xwîner li nivîskar digere. Lê kes kesî nabîne.

Îja gelî nivîskar û xwînerên kurdî yên heta bêjî tendurust, nexweş û hêja! Em komele û partiyên neçarî û nexweşiyê vekin çi bikin? An li hember xwe û vê hevnedîtinê cengê îlan bikin? Lew  em mikur neyên û xwe bi heft avan bişon jî di vê babetê de rengê me zer û zerhimî, destên me lerzok, çavên me melûl in. Tu berçavk û makyaja nixamtinê nikare wan veşêre.

Kuxte-kuxta xirabe

Herçî pirtûk in, ji ber û ji bo nexwşiya xwîner û nivîskar, bi kuxte-kuxtê ketine. Guh ji xwe jî birin ji me jî. Her wiha ez jî wek gelek ji we du caran bi jana zirav ketime! Lew hem xwîner hem jî nivîskar-hozanek kurdî me. Loma jî kuxte-kuxta min zûda bi ser a pirtûkên min û we ketiye û dinya xira kiriye. Ji lewre ez niha ji nav kavil û xirabeyên kuxte-kuxtê û ji kuxte-kuxta xirabe û kavilê destên xwe ji we re dihejînim. Belam dem dema bûyîna bi dîtinê be jî, (ku tu li dinyaya dîjîtal neyê dîtin, tu nîn î!) divê hûn min nebînin. Ji ber ku dîtin, hê jî sihrê betal dike, em înkar bikin û demode bibinin jî wiha ye.

Dibe ku niha hin dengên hêja û bilind wiha bêjin; ’De heyra lihevgerîn û hevnedîtina  çi, xwîner, nivîskar û nexweşê çi, kavil û sihra çi?! Em baş û ji halê xwe memnûn in, pispor û feylesofê her tiştî ne! Tu ya biyan, tu ya ku ji dojeha muebed hatî, behsa çi dikî!’

Rast e ez biyanek im, biyanek ku evîndara welatekî xeyalî  bû; welatekî ku niha piştî deh umran lê digerim û dibêjim; ’tu li ku yî welato!’Lê belê nivîskar û xwîner dîsa jî nexweş e û ez û win jî pê re…

Belê, nalenala NEXWEŞÊN ME digihîje asîmanê heftan. Stêrk digirîn, bager û bahozên nerabûyî dilorînin, dem û dewranên gul û nêrgizan xwe diperitînin. Lew ne xwîner xwîner e, ne jî nivîskar nivîskar e! Her du li hev digerin lê hev nabînin. Her ku li hev digerin, ew qas ji hev dûr dikevin. Gelo li hev nagerin? Belkî wisa sertije û bargiran in ku nikarin û nizanin li hev bigerin.Û haja wan ji pêwistiyeke wisa tune jî…Lê dîsa jî li hev geryan û gihiştin lazim e. An na dê ev jana zirav û kesera kûr me li bin guhên sibehên ku zûda bûne par bixîne. Û dê ev kuxte-kuxt, ey keştiyên delal ên ku li bendergehên winda asê mane; dê me li ber deriyê Raskolnîkov li erdê dirêj bike! Ma ne wexta birêketinê ye. Bila bahoz li paşila me, bendergeh li pey me, gihîştina bergeha xwîner û nivîskar dilşadiya me be! Bila şalûl bi ser me de bistrên; nexweşî nema, nexweşî nema…