3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mijara konferansa Lozanê têkoşîna jinên kurd e

Di Panela Konferansa Lozanê de ji bo têkoşîna jina kurd hat destnîşankirin ku şi tevahiya cîhanê hatiye asta pêşengtiyê.

Konferansa Lozanê ku li bajarê Lozanê yê Swîsreyê ji aliyê KNK’ê ve tê lidarxistin di roja duyemîn de berdewam dike. Îro di panele de mijara “Sala 100’emîn a peymana Lozanê – ji perspektîfa jinên Kurd nirxandina kolonyalîzmê” hate nîqaşkirin. Panela ku ji aliyê Kurdê Omer û Seher Aydar ve hate birêvebirin, ji Zanîngeha Bremenê Munevver Azîzoglû û berpirsyara Saziyên Jinê yên li Silêmaniyeyê Nermîn Osman weke axaftwan beşdar bûn.

Seher Aydar, di destpêka panelê de axivî û anî ziman ku têkoşîna xweser a jinên kurd dîrokî ye û gihîştiye wê astê ku pêşengiyê ji têkoşîna jinan a li cîhanê re bikin. Seher Aydar, li ser encamên Peymana Lozanê jî sekinî û ev tişt got, “Gelê kurd hate sirgûnkirin, hate koçberkirin. Ziman û çanda xwe hate qedexekirin, asîmîlasyon lê hate ferzkirin. Jinên Kurd hate qirkirin. Jin di tevahiya dîrokê de bi van polîtîkayan re rû bi rû hatin hiştin.”

Felsefeya Jin  Jiyan Azadiyê

Panelîst Munevver Azîzoglû jî bi bîr xist ku beriya 100 salî bi peymanekê re Kurdistan hate parçekirin, lê belê gelê Kurdistanê ev peyman tu carî rewa nedît û qebûl nekir. Azîzoglû, destnîşan kir ku jinên kurd bi felsefe û paradîgmaya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di heman demê de li dijî Peymana Lozanê ku qirkirina jinê ye, têkoşînek dane destpêkirin.

Ji panelîstan Nermîn Osman jî qala bandora Peymana Lozanê ya li Kurdistanê û Rojhilata Navîn a li ser jinan kir. Osman, ji dîrokê mînak da û bal kişand ser kevneşopiya têkoşînê ya jinên kurd. Osman, di pêşketina çand û zimanê civaka kurd de balê kişand ser girîngiya têkoşîna jinên kurd.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê