17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banga azadkirina rojnameger Şêrwanî kirin

17 saziyên medyayê û 150 rojnamevanan cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî hate birîn, şermezar kirin û banga azadiya rojnameger Şêrwan Şêrwanî kirin.

Li Silêmaniyê bi tevlibûna 17 saziyên ragihandin û 150 rojnamegeran li dijî cezakirina rojnameger Şêrwan Şêrwanî daxuyaniyek hate dayîn. Bi dirûşmeya “Demildest û bêşert û merc Şêrwan Şêrwanî berdin” li dijî biryara birîna 4 salên din cezayê girtîgehê li rojnameger Şêrwan Şêrwanî, daxuyaniyek ya çapemeniyê li ser navê 150 rojnamevan û 17 saziyên çapemeniyê hate dayîn.

Li ser navê saziyên ragihandin û rojnamevanan, rojnamevan Kemal Raûf daxuyaniyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Di 20’ê Tîrmehê de carek din Dadgeha Hewlêrê dibin zexta desthilatdariya polîsî û bê ku hêcet û giliyek hebe, 4 sal ceza li rojnamevan Şêrwan Şêrwanî birî. Ev yek derdixe holê ku roj bi roj azadiya fikir, raman, azadiya rojnamevan û demokrasiyê li Herêma Kurdistanê paş dikeve. Ji ber desthilata ne edalet û polîsî, Herêma Kurdistan ji bo rojnamevanên azad û serbixwe bûye herêmek metirsîdar.

Em weke rojnamevanan, vê sîstema bi navê yasa û dadgehê ya hemberî heval û rojnamevan Şêrwan Şêrwanî red dikin û şermezar dikin. Nabe bi kîn û tolhildanê nêzî rojnamevanan were kirin, em piştgiriya Şêrwan Şêrwanî dikin û dixwazin demek ji ya din zûtir Şêrwan were azadkirin.

Li gorî me ev ceza ne tenê dijî Şêrwan e, dijî dengê azad, rojnamevan, azadiya fikir, raman û payemek eşkere ya desthilatê a ji bo hemû dengên azade.  Şêrwan Şêrwanî baca helwestek exlaqî, mirovî û netewî dide, ji bo vê pêwîste hemû kes xwe berpirs bibînin û ji bo azadiya Şêrwan zextê bikin.”

Saziyên tev li daxuyaniyê bûne:

Ajansa Nûçeyan ya Rojnews

Dezgaha Medyayî ya Shar Press

Dezgaha Medyayî ya Politic Press

ARYEN TV

Dezgaha Medyayî ya Zemen

Dezgaha Medyayî ya Standart

STÊRK TV

Dezgeha Medyayî ya Bwar

MEDYA HABER TV

Radyoya Deng

Rojnemeya Newjîn

Şîrketa Medyayî ya Chatr

Moco Kurd

Wllat Media

Medyayî Hewt Roj.