17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hewl didin qirkirina Lozanê bi encam bikin

Rêveberê Komîteya Têkiliyên Derve yê Wargeha Mexmurê Bêwar Emîn diyar kir ku dewleta tirk û hevkarê wê dixwazin di vê sedsala Lozanê de qirkirina kurdan temam bikin û wiha got: “Dixwazin wargehê ji hev belav bikin.”

Dewleta tirk di salên 90’î bi hezaran gundên bakurê Kurdistanê wêran kirin û bi milyonan kurd ji cih û warên xwe hatin dûrxistin. Kurdên nêzî sînorê başûrê Kurdistanê tevî sînor derbas kirin û çûn herêma federal a Kurdistanê. Hêzên PDK’ê mîna dewleta tirk êrîşî ser koçberan kirin û rehetî nedan wan. Dîsa kurd li ser axa welatê xwe ji ber zilma hêzên ji xwe re dibêjin “kurd im” koçber bûn. Li gel hemû êrîşan jî welatiyan wargehên lê bi cih bûn ji çolistanê veguherandin bihuştê. Ji van bihuştan yek jê Wargeha Penaberan a Mexmûrê ye. Dîsa jî tu carî zext, êrîş, ambargo û kuştin li ser welatiyan kêm nebû. Herî dawî artêşa Iraqê bi piştgiriya desthilata AKP-MHP-PDK’ê di 20’ê gulanê hewl da wargeha dorpêç bike. Ev hewldan bi berxwedana mexmûriyan vala hat derxistin. Rêveberê Komîteya Têkiliyên Derve yê Mexmurê Bêwar Emîn, der barê armanca êrîşan û zextên li ser Mexmûrê tên meşandin de ji rojnameya me re axivî.

Emîn, destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Kurdistanê êrîşekê pir dijwar li ser gelê kurd tê kirin û wiha got: “Li ser tevgera azadiya Kurdistanê û ferdê kurd ên ku dixwazin bi zamanê xwe, çanda xwe, nasnameya xwe bijîn êrîşek mezin heye. Êrîşî kurdên azad dikin. Sedema êrîşa îmha û înkarkirina kurdan e. Dewleta tirk tu carî êrîşên xwe ranewestandiye. Heta niha PDK jî hevkarê vê xeta xiyanetê ye ûher tim bi dijminê gelê kurd re êrîşî gelê kurd dike. Pêvajoya ku niha em tê de ne jî bêtir êrîş tên kirin. Qirkirina gelê kurd temam nebûye dixwazin di vê salê de temam bikin.”

Êrîş ji yek navendê tên birêvebirin

Emîn, da zanîn ku ji bo destkeftiyên gelê kurd ji holê rakinçi ji destên wan tê dikin û bi lêv kir kusedsala Lozanê îsal temam dibe û wiha pêde çû: “Ji bo gelê kurd, qirikirineke nû yanî qirkirina heyî temam bikin bi her awayî êrîş dikin. Roja îro jî em dibînin di asta herî bilind de hêzên modernîteya kapîtalîzim, hêzên netewedewlet van êrîşên xwe anîne qonexeke nû. Niha êrîşên ku didomin ji yek navendêtên birêvebirin.  Armanca êrîşên li herçar aliyên Kurdisanê pêk tên yek e. Em karin bêjin ku êrîşên li Mexmûrê, li ser esasên îrade û bawerî gelê kurd in. Ev êrîş ji bo têkbirina wargehê ye.  Dewleta tirk û hevkarê wê PDK dixwazin vê civakbûyîna ku xwe bixwe bi rê ve dibin hilweşînin û gelê wargehê ji hev belav bikin.”

‘Gel ji çanda xwe tavîz neda’

Emîn, da zanîn ku wargeh ji bo gelê kurd ji aliyê çanda berxwedanê de moral û parastina nirxên neteweyî ye û wiha domand: “Yanî ev êrîşên ku pêk tên ne ji aliyekî de tên kirin. Dewleta tirk û PDK’ê ji 2019’an de ambargo daniye ser gelê kurd ku neçin bajarên başûrê Kurdistanê. Rewş û astengiyên mezin çêbûn. Xwandekar ji xwandina xwe, karker ji karê xwe, nexweş ji bijîşkan bûn. Careke din dewleta tirk bi rê ya balafirên xwe yên bêmirov êrîşî wargehê kir. Dewleta tirk bi PDK’ê xeta îxanetê re nikare encamê bigire hewl didin bi hikûmeta Iraqê re bigihêjin armanca xwe. Yanî xwest wargehê belav bike. Gelê kampê ji çanda xwe ya berxwedanê tavîz neda. Erîşên dewleta tirk heta astekê vala derket. Bi hikûmeta Iraqê re siyaseta xwe ya qirêj û şantaj yanî mijara bazarê anî vê astê. Beramberî hev hin tiştan ji bo Iraqê dike. Wisa berdana avê ye, mijara petrolê ye, nakokiyên bazarê, siyaset, ewlekariyê bi Iraqê dide qebûlkirin. Wisa plan û projeyê xwe li ser wargehê bicih bîne.Bi rewşa Iraqê ku valahiyên siyasî yên heyî bingehek wisa ji dewleta tirk re çêbibe ku bikaribe li ser Iraqê bandorê bike. Wekî wargeh di nava sînorê ewlekarî ya erdnîgariya Iraqê de ye. Ji ber wê dewleta tirk dixwaze bi bi êrîş û bombebaranê encamê bigire.”

Pirsgirêk nayên çareserkirin

Di axaftina xwe de Emîn, diyar kir ku Mexmûr ji bo her kurdek li her deverê cîhanê moraleke û wiha got: “Esas tasviyekirina vîna li wargehê ye. Em bêjin Iraq heta astekê ne li gel dewleta tirk be jî hinek rewşên ku wî kaş dikin hene. Di bin bandora zextan de dimîne. Neçareserkirina pirsgirêkên me encama vê ye. Mînak em di bin îdara hikûmeta Irakê de ne. Bi qasî deh sal in berpirsyariyên tenduristiye, perwerdehiyê, her aliyê xizmetê, pirsgirêkên rojane ne bi cih nayne. Dewleta tirk dixwaze Iraq erk û berpirsyariyên xwe li Maxmûrê bi cih bîne. Hewldaneke dewleta tirk heye ku Iraq li gorî daxwaza wan tevbigere. Li Iraqê jî hikûmet heyî bi çend partiya avabûye, yeknêrîn nîne. Hinek nêrîn hene yên tirk dikin dipejirîne, hinek jê jî ne li gel wê siyasetê ne ku ferzkirin û daxwazên tirkan were qebûlkirin. Ev belawelabûyîn rewşê aloztir dike.”

Emîn, anî ziman ku hikûmeta Iraqê pirsgirêkên wargehê çareser ankon û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hinek pirsgirêkên me yên qanûnî ku ji derve de çêdibe ku hikûmeta Iraqê berpirsyar in nayên çareserkirin. Wisa lawaz nêzikbûna Iraqê ji mirov dikare wekî pirsgirên ku di nav Iraqê de ne ku dewleta tirk wekî şantaj bikar tîne pênase bike. Yanî niha jî mirov nikare bibêje ku Iraq xwe ji vir kişandiye, dewleta tirk rawestiyaye. Wê di vê astê de Iraq têkoşîneke çawa li hemberî nêzîkatiya dewleta tirk bimeşîne. Ev cihê pirsê ye. Niha rewş li gorî meh û nîvek berê aram e lê pêvajoya ku niha em têde ne medidît ku dewleta tirk dixwaze êrîşên xwe zêdetir bike. Nezîkatiya dewleta tirk ya li hemberî me nêzîkatiyeke taybet e. Wê di rojên pêşiya me de çawa rawestin êrîşên çawa bikin ew cihê pirsê ye.”