7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêdivî bi nûjenkirina Lozanê heye

TJA’yê ji bo avakirina Lozana Civakî ev tişt got: “Lozan li ber çavê gelan ne rewa ye û divê were betalkirin. Êdî hewcedarî bi peymaneke civakî ya nû heye ku hemû nasnameyan digire nav xwe.”

Peymana Lozanê piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn di bin navê ‘aştiyê’de ji aliyê dewletên neteweyî ve hat îmzekirin û Kurdistan di nav dewletên Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyeyê de kirin çar parçe. Bi ser Peymana Lozanê re sed sal derbas dibe. Peymana Lozanê di 20’ê mijdara 1922’yan de li bajarê Lozanê ya Swîsreyê bi beşdariya nûnerên Îngilistan, Fransa, Îtalya, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Yugoslavya û Tirkiyeyê dest pê kir û di 24’ê Tîrmeha 1923’yan de biryar hat dayîn ku kurd bêstatû bên hiştin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bi wesîleya sedsaliya Peymana Lozanê bi dirûşma ‘Jin di salvegera 100’emîn de Lozanê nîqaş dikin’ komxebatek bi jinên neteweyên cuda re pêk anî.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1’ê tîrmeha 2009’an de dema bi parêzerên xwe re hevdîtin kir ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan “Lozana Civakî” pêşniyar kir û ev tişt anî ziman: “Lozana salên 1920’î Lozana neteweyî ye. Bi vê Lozanê komar hat avakirin. Ev komar heta îro demokratîk nebû, niha pêwîstiya wê bi demokratîkbûnê heye, ji ber vê yekê ez dibêjim Lozana civakî, bi vê Lozana civakî wê hemû beşên civakê demokratîk bibin, îro bingeha vê yekê heye. Ev yek pêwîst e. Divê li ser vê yekê xebat were kirin. Divê bi ji kûrahiya vê baş were were fêmkirin. Divê kurd ji Lozana Civakî re baş amade bin. Bi Lozana Civakî, kurd wê pêşengiya demokratîkbûnê bikin. Divê kurd ji Lozana Civakî re wek ku xwe ji şer re amade dikin, amade bin.”

TJA’yê li ser nêrînên Rêberê PKK’ê li dijî Peymana Lozanê ku neteweyan ji hev cihê dike û hewl dide hemû cudahiyan ji holê rabike, rawestiya. Di komxebatê de li ser mijarên wek ‘li dijî Peymana Lozanê têkoşîna çandê ya 100 salî, di Peymana Lozanê de polîtîkaya zimanên kêmahiyan û bandora wê ya li ser zimanê kurdî û zaravayên wê, piştî Peymana Lozanê kurd û Kurdistan, piştî Lozanê bandora li ser pergala perwerdehiya saziyên ermeniyan, nasname û zimanê wan, piştî Peymana Lozanê rewşa suryaniyan, piştî Peymana Lozanê rewşa elewiyan nîqaşan kirin û encamnameyeke bi raya giştî re parve kirin.

Di encamnameya TJA’yê de li ser felsefeya avakirina civaka demokratîk ev xal hat parvekirin: “Rêya jiyana bi hev re ya wekhev û azad ancax bi neteweya demokratîk pêkan e.  Divê ji bo ku statuya yekane Rêveberiya Rojava ku ev yek pêk aniye bê nasîn, pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin û hemû civakên li ser vê erdnîgariyê çanda xwe û baweriyên xwe bi awayekî azad bijîn, gav bên avêtin.”

Her wiha TJA’yê ji bo avakirina Lozana Civakî di encamnameya xwe de got ku : “Lozan li ber çavê gelan ne rewa ye û divê were betalkirin. Di şûna wê de, ji her demê bêtir hewcedarî bi peymanek civakî ya nû heye ku hemû cûdahî û nasnameyan bi heman rengî digire dest. Li hemberî zîhniyeta mêr a ku bi polîtîkaya ‘dabeş bike-parçe bike-bidest bixe’ dewleta tirk dixwaze kêmneteweyan di nav xwe de bihelîne, hêza bingehîn a ku parastina çand, ziman û cudahiyên xwe bike û hêza jiyana hevpar ava bike em jin in.”