2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Komên paramîlîter ên Tirkiyeyê vê carê jî li Ûkraynayê ne

Ajansa Nûçeyan a Hawarê, bi nûçeyekê ragihand ku komên paramîlîter ên Tirkiyeyê piştî Afganistan, Lîbya û Azerbeycanê ji bo ku li dijî Rûsyayê şer bikin derbasî Ûkraynê bûne.

Dewleta tirk, bikaranîna komên paramîlîter ên girêdayî xwe didomîne. Li gorî nûçeyeyeke ku Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) daye, piştî Lîbya, Afganistan û Azerbeycanê dewleta tirk ji bo ku şerê hêzên Rûsyayê bikin komên paramîlîter şandiye Ûkraynayê.

Çavkaniyên ku ji ANHA’yê re axivîne dane zanîn ku dewleta tirk zêdetirî 5 mehan e bi gelek endamên komên paramîlîter peyman çêkirine û ew ji Ezaz, Bab û Efrînê şandine Ukraynayê. Li gorî peymanê her ferdeki komê ku çûbe Ûkraynayê wê ji bo 3 mehan bi 3 hezar dolarî li Ûkraynayê bimîne.

Weke hejmar nayê zanîn ku çend endamên koman derbasî Ûkraynayê bûne. Lê di dîmenekî ku li ser medya sanal hatiye parvekirin de serkêşê komekê, destnîşan dike ku piştî 3 mehan ji Ûkraynayê vegeriyane û behs dike ku çawa bi fermana rasterast a MÎT’a tirk çûye Ûkraynayê. Heman kes dibêje ku bi dolar çûne Ûkraynayê lê piştre pê hesiyane ku dolarên dewleta tirk dane wan sexte ne.