17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pirtûka ji bo bîranîna Cemîle Çagirga: Berçem

Girtî Hasan Kiliç ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê girtin, ji bo bîranîna Cemîle Çagirga bi navê “Berçem” pirtûkeke çîrokan çap kir.

Girtî Hasan Kiliç ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê tê girtin, ji bo bîranîna Cemîle Çagirga, ku di sala 2015’an de dema qedexeyên derketine derve ya navçeya Cizîra Şirnexê hatibû qetilkirin, pirtûkeke çîrokan a bi navê “Berçem” çap kir. Pirtûka ku Kiliç bi kurdî nivîsandiye ji aliyê Weşanên Sînê ve hat çapkirin. Çagirga, dema ku hatibû kuştin 10 salî bû û ji bo ku xera nebe cenazeyê wê bi rojan di sarincê de hatibû hiştin.

Di pirtûkê de çîroka “Berçem” a li Kurdistanê hatiye dinyayê û hê ku hînî kurdî nebûye û bi malbata xwe re diçe Stenbolê û 6 sal şûnde vedigere mala xwe û piştî tê kurdî nas dike, tê vegotin. Pirtûka weke pirtûka çîrokan hatiye amadekirin weke ferhengeke kurdî tê xuyakirin. Di pirtûkê de li hemberî gotinên rojane yên kurdî wergera tirkî jî cih digire. Pirtûk bi xêzkirina wêneyên Besna Acû û Mûstafa Temel tê vegotin.

Hasan Kiliçi kî ye?

Hasan Kiliç di sala 1994’an de li gundê Mistefamillik ê navçeya Qosera Mêrdînê hate dine û di sala 2016’an de tev li Yekîneyên Parastinê yên Sivîl (YPS) bû. Di encama lêketina birûskê Kiliç bi giranî birîndar bû û hevalên wî ji bo dermankirina birînên wî ew birin Herêma Federe ya Kurdistanê û li wir hate dermankirin. Rewşa Kiliç giran dibe û dikeve nav nivînan. Piştî ku malbatê xwest ku Kiliç bişînin Tirkiyeyê û li wir derman bikin, pêşmergeyên PDK’ê Kiliç li deriyê Xabûrê teslîmî Tirkiyeyê kirin. Kiliç piştî binçavkirinê hate girtin. Dadgeha 3’yemîn a Cezayê Giran a Merdînê bi hincetên “Endamtiya Rêxistinê”, “Xerakirina Yekitî û Temamiya Dewletê” û sedemên wekhev, 3 caran cezayê mûebeda girankirî lê Kiliç birî. Kiliç niha di Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliya Konyayê tê ragirtin û Kiliç li girtîgehên Şirnex, Mêrdîn, Sêwereg û Kayseriyê jî maye.