6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mijara mîtinga 1’îlonê tecrîd e

Rêvebira Partiya Çepên Kesk a Amedê Elvan Boçkun destnîşan kir ku ew ê di mitînga 1’ê Îlonê de banga rakirina tecrîdê bikin û mijara mitînga 1’ê Îlonê tecrîda li ser gelê kurd e

Rêxistina Partiya Çepên Kesk a Amedê bi boneya 1‘ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cihanê, dê ligel HDP, DBP, saziyên sivîl  û hêzên ked û demokrasiyê bi dirûşma “Ji bo aştiyê, Jiyanek azad û wekhev” li Qada Îstasyonê mitîngê li dar dixe. Wê mitîng roja 1’ê Îlonê seat 16:00’an de bi tevlîbûna Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Komeleya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlamenterên Partiya Çepên Kesk ên herêmê, sazî û dezgehên sivîl pêk bê. Amadekariyên mitîngê didomin. Der barê amadekarî û armanca mitînga dê rêvebira Partiya Çepên Kesk a Amedê û endama komîteya amadekar a mîtîngê Elvan Boçkun axivî.

Serlêdana mîtînga Amedê qebûl kirin

Elvan Bocuk diyar kir ku wan xebatên xwe yên binesaziyê kirine û wiha qala xebatên ji bo mîtingê kir: “Me bi rêvebirên navçeyan û saziyan re çend civîna li dar xist. Me ji bo mîtîngê serlêdana ewil a fermî kir, qebûlkirin. Lê goterên ku em ê li ser afîşan binivîsin destûr nayê dayîn ku li gorî daxwazên me bên nivisandin. Afîşên ku em dixwazin qebûl nakin. Lê hevdîtinên me yên ji bo mitîngê û muzîkê hê jî didomin. Dovîz û pankartên ku li çar navçeyên navendî bên daliqandin hatin amadekirin. Weke Partiya Çepên Kesk bi HDP, DBP, sazoyên sîvîl û kesên ku di qada Ked û Azadiyê de xebat dikin re amadekariyên mitîngê dimeşînin. Em ê bi revebirên navçeyan re ji bo gel vexînin mitîngê belavokan belav bikin. Em ê hemû xebatên xwe yên ji bo lidarxistina mîtîngê û heta dawiya mitîngê bi hev re bimeşînin.”

Mijara Mitîngê Tecrîde

Bocuk anî ziman ku mijara sereke ya miringê dê wek her carê pirsgirêka gelê kurd be û wiha got: “Ji ber ku kurd bi salan e ji bo aştiyê ked didin û têdikoşin. Em ê mîtîngê diyarî dayikên xwe yên li Geverdê yên ku heta kêliya dawî ji bo aştiyê têkoşiyan  bangawaziya aştiyê kirin, bikin. Mijara mitîngê ya girîng yek jê jî tecrîda li ser gelê kurd a ku li her aliyê belav bûye. Em di roja aştiyê cihanê de bang dikin da tecrîda li ser gel rabe. Her wiha wê mijar kuştin, zilm, êrîşên desthilat ê li dijî me bin. Armanca mîtingê jiyana azad û wekhev biafirîn. Ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratik bên çareserkirin em vê mitîngê li dar dixin. Daxwaza me ya aştiyê ne ji bo ne tenê ji qadekê ye. Bi kurtasî mijara mitîngê aşitiya cîhanê ye.”