3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Tirkiye bi şantajê dixwaze tawîzan bi wan bide kirin’

Rojnamevan Rênas Zal diyar kir ku Tirkiye krîza av û petrolê li Iraq û Herêma Kurdistanê weke şantajekê bikar tîne û dixwaze bi vê polîtîkayê tawîzan bi wan bide kirin

Bi hevkariya PDK’ê êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Herêma Kurdistana berdewam dikin. Li gel êrişên hewayî û bikaranîna çekên kîmyewî jî Tirkiye heta nekariye encama ku tê xwestin bi dest bixe û vê carê jî piştî hêzên PDK’ê xwest Iraqê jî bike nava şer. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan roja 22’ê tebaxê serdana paytexta Iraq Bexdayê û Herêma Kurdistanê kir. Di hevdîtinên sê rojan de Fîdan daxwaz kir ku Iraq, PKK wek “rêxistineke terorîst” bihesibîne. Fîdan ku nekarî encameke tê xwestin bi dest bixe, di hevdîtinên ku bi Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Herêmê Mesrûr Barzanî re pêk anî de peyama berdewamkirina hevkariya di êrîşan de da.

Rojnamevana ji Herêma Kurdistanê Rênas Zal serdana Fîdan nirxand û got ku Tirkiye bi siyaseta xwe ya şantajê hewl dide tawîzan bi Iraq û herêma Federal a Kurdistanê bide kirin.

Şantaja av û petrolê

Zal anî ziman ku pirsgirêka av û petrolê ji salên 1960’î û vir ve ji aliyê Enqereyê ve weke amûreke şantajê tê bikaranîn û got: “Cara herî dawî di dema Turgut Ozal de ji Enqereyê serdana Bexdayê ya bi vî rengî ya bilind pêk hat. Divê Serokomar Tayyîp Erdogan jî beşdarî serdanê bûya. Lê ji ber ku mijarên ku hatin gotûbêjkirin pir tevlihev bûn û bi hêsanî nehatin lihevkirin û di berjewendiya Tirkiyê de bûn, Erdogan nekarî dest vala vegere û ji ber wê jî beşdarî serdanê nebû. Dibe ku ji ber vê yekê ew pêşî wezîrên xwe şand û hewl da ku lêkolîn bike û bingehek ji bo lihevhatinê biafirîne. Daxwazên şert û mercî yên ku Fîdan di hevdîtinên xwe yên li gel Bexda û Hewlêrê de li ser maseya danûstandinan hişt ev in; Di lîsteya ‘terorîstan’ de cihgirtina PKK’ê û derxistina wê ji axa Iraq û başûrê Kurdistanê, 1,5 milyar dolar tazmînata ku dadgeha Parîsê bi qaçaxçîtiya petrolê mehkûm kiribû û dosyayên din ên li dadgeha Parîsê terikandin. Ji bo ku wan qebûl bikin, Tirkiyeyê şantaja ava Dîcle-Firatê kir. Dîsa mijar ew bû ku piştî biryara Dadgeha Bazirganiya Navneteweyî ya Parîsê valahiya herikîna petrolê ya rasterast hat girtin. Ji meha adarê û vir ve, firotin bi tankeran tê kirin. Bexda û Hewler dixwazin dîsa bi rêya boriya Ceyhanê nefta herêmê bifiroşin. Erdogan bi vê pêwîstiyê dizane û ji ber vê jî bi vê qerta destê xwe hewl dide tawîzan bi wan bide kirin”

Hebûna PKK’ê ya li herêmê

Zal destnîşan kir ku Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên şantajê bi şert û mercên ji Bexdayê re hewl dide tawîzan bide kirin û wiha got: “Pirsgirêka PKK’ê, pirsgirêka avê û bazirganiya petrolê ku li ser maseyê ne, mijarên tev li hev in serdestî qeweta wan in. Ne pirsgirêkeke ku Bexda û Hewlêr bi tena serê xwe çareser bikin û ne jî bi daxwazên nerewa yên Tirkiyê çareser bibe. Dema ku em li gorî hêzên herêmî û navneteweyî binirxînin, hevsengiyên siyasî û berjewendî ne mimkûn e ku Bexda van daxwazan bi cih bîne. Ji xeynî vê PKK tu karekî ku ewlekariya Iraq û başûrê Kurdistanê bike metirsiyê, mafên wan ên serweriyê û êrişkirina li ser gel, nake. Aliyê ku êrişî sivîlan dike, gundan vala dike û xwezayê talan dike, gundiyan îşkence dike û qetil dike karê Tirkiyeyê ye. Ji ber vê yekê heke li ser pîvanên ‘çalakiya terorê’ nirxandinek were kirin, aliyê ku li gorî vê pênaseyê tê ne PKK ye, Tirkiye ye.”