18 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min 10 caran daxwazname şand, lê hemû red kirin

Malbatên girtiyên nexweş 74 rojin li Baroya Amedê çalakiya “Nobeda Edaletê” berdewam dikin. Malbat bi yek dengî dixwazin ku înfazên tên şewitandin û ên ku nexweşiya wan giran in bên berdan. Ji nava van malbatan yek jê malbata Yaşar e. Ji malbata Yaşar Necîme Yaşar law û hevjinê wê girtî ye.

Necîme Yaşar 53 saliye dayika 9 zarokan ye. Sê zarokên wê di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan. 30 sal in li Amedê dijî. Necîme Yaşar ku berê li Silîva/Farqînê bû, qala hatina xwe ya Amedê kir û wiha got: “Em 30 sal berê ji gundê pîranê yê Silîva/Farqînê hatin Amedê. Ji ber  ku tiyê min gerîlla bû her roj diavêtin ser mala me. Em ji neçarî derketin hatin Amedê. Dema em hatin Amedê welatiyên Amedê ji tirsan xanî bi kirê nedidan me. Ji ber ku gelek caran polîsan bi ser mala me de digirt.”

Yaşar qala girtina kurê xwe kir û wiha got: “Piştî ku em hatin Amedê kurê min Selahaddîn Yaşar ê 30 salî di 4’ê sibata 2014’an de hat girtin. Kurê min rojêkî got ‘Dayê hevalê min Ceng Ahmet Utkan dê îro bê mala me. Bila hayê jê hebe.’ Hevalê wî Ceng Ahmet ji navçeya Dîgorê ya Qersê bû. Wê şevê me bi hevre xwarin xwar û sohbet kir. Roja din polisan seat di 07.30’ê sibê de avêtin ser mala me. Hemû alavên nava malê belav kirin. Polîsan li ser banî 2 çek dîtin. Lê li ser çekan şopên tiliyan tune bû. Kurê min û Ceng 3 rojan di bin çavan de man. Di roja çaran de ew derxistin dadgehê. Dadgehê ji her yekî re 13 sal ceza birîn.”

Yaşar anî ziman ku Selahaddîn 8 sal in di girtîgehê de ye û wiha lê zêde kir: “Destpêkê li Girtîgeha Amedê girtî ma. Piştrê re ew şandin Girtîgeha Dîlokê. 6 sal in li Girtîgeha Dîlokê ye. Hevalê wî Ceng jî şandin Girtîgeha Rîzeyê.”

Yaşar, bibîr xist ku herî dawî lawê xwe di 25’ê tîrmehê dîtiye û wiha berdewam kir: “Hevdîtina girtî di demek nêzîk de çê bû. Bi hinceta şewba Covîd 19’ê tenê 2 kes dikarin biçin girtiyan bibînin. Ji ber ku ez di 25’ê tirmehê de çûm, vê carê xwişk û birayê wî çûne hevdîtinê. Lê tenê xwişka wî  Selahaddîn dit. Ji ber ku dergûşa wê hebû, dergûş jî wekî kesek hesibandin û destûr nedan birayê din têkeve girtîgehê.”

Polîs çek xist serê min

Di operasyona 4’ê nîsana 2016’an de 84 kes hatin girtin. Yek ji wan jî hevjînê Necime Yaşar Hîda Yaşar bû. Necîme Yaşar têkildarî girtina hevjînê xwe jî axivî û ev agahî dan: “Hevjînê min karkerê înşatê bû. Polîsan bi ser malê de girtin. Di malê de wêne yê tiyê min hebû. Ev wêne 25 salan li malê daliqandî bû. Polîsan Hîda û wêne bi hevre birin. Polîsan mal tar û mar kir. Polîs çek xist serê min. Gotinên nayên gotin ji min re got. Çavên wan li kuştina min bû.”

Naxwazname nayên qebûl kirin

Necîme Yaşar anî ziman ku nezî 3 salin hevjînê xwe nabîne û wiha pêde çû: “Hevjînê min 6 sal in di girtîgehan de ye. Mehekê li Girtîgeha Amedê ma. Piştre ew şandin Girtîgeha Dersim û Xarpêtê. Li Xarpêtê jî 3 mehan ma. Ji wir şandin Girtîgeha Orduyê. 9 mehan li Orduyê ma. Ji Orduyê şandin Girtîgeha Trabzonê. 4 sal in li Girtîgeha Trabzonê ye. Piştî hat girtin 18 kîlo da. Dî girtîgehê de tu xwarinê naxwe. Têl di gurçika wî de heye. Dema wî dibin nexweşxanê di qerantîna yê de dshêlin. Ji bo ku wî ji Girtîgeha Trabzonê bînin cihekî nêzîk min 10 caran daxwazname şand. Lê her carê daxwaznameyên min red dikin.

Yaşar herî dawî wiha got: “Dayikan gelek êş kişandin. Îro dayikek naxwazin mirîşkek jî bimire. Tenê em edaletê dixwazin. Ê ku bêje ez însanim divê nexwaze mirov girtî bimînin. Bila girtîyên nexweş bêne berdan û cezayên wan biqede.”