19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nexweşîna Aysel Tûglûk dê li ATK’ê bê nirxandin

Ji bo rewşa parlementera HDP’ê ya berê Aysel Tûglûk ku li Girtîgeha Tîpa F a Kandirayê dimîne dîsa bê nirxandin, parêzeran serî li Lijneya Bilind a Saziya Tipa Edlî (ATK) dan. 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê jî xwest ku rewşa Tûglûk dîsa bê vekolandin. Li ser vê yekê jî ATK’ê biryar da ku rewşa Tûglûk dîsa lêkolîn bikin. Tê payîn ku Tûglûk di nava vê hefteyê de biçe ATK’ê.

Birayê Aysel Tûglûk, Alaattîn Tûglûk têkildarî rewşa dawî ya xwişka xwe de axivî. Tûglûk da zanîn ku ji ber hesasiyeta raya giştî biryara veguhestina nexweşxaneyê hatiye dayîn û wiha got: “Rewşa wê her ku diçe xerabtir dibe. Ez du hefte berê çûbûm serdana wê. Mîna berê bêdeng e û ji bîr dike. Nikare mijarekê bi dirêjî biaxive. Tiştên tên gotin pir zêde dubare dike. Di liv û tevgerên wê de bêbiryarî heye. Hemû bûyeran ji bîr dike û tiştên berê anîn ziman dîsa dubare dike. Lê di hêla fîzîkî de baş xuya dikir. Li hemberî hevalên xwe gelek xwîngerm bû. Hewldanên hiqûqî yên parêzerên wê berdewam dikin. “

Tûglûk biryara yekemîn a ATK’ê rexne kir û axaftina xwe wiha qedand: “Dê rewşa xwişka min dîsa binirxînin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Seka ya Kocaeliyê teşhîsa nexweşiya wê hat kirin. Bi zexta raya giştî re ATK neçar ma ku rewşa wê vekole û çavdêriyê lê bikin. Hevalên wê û jin bangawaziyan dikin. Di raya giştî de bû rojev. Lewma spasiya her kesî dikim. Dixwazim ku di zûtirin demê de bê berdan.”