13 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min bêriya nanê tenûrê kiriye

Ji piçûkiya wî û heta wê demê tev di ber çavê min re wekî fîlmekî derbas bû. Ji wê rojê û hetanî îro, min her ku nanê tenûrê kiriye devê xwe, di gewriya min de maye.

Piştî çûna Şoreşê min a nav hevalan,derbasbûna heft salan. Min hêsrê xwe û xwarina xwe bi hev re xwar. Hinek xemgînî  hinek şanazî, hinek serfirazî, diçûn û dihatin di nav dil û mejiyê min de.

Min heft salan agahî jê negirt . Ez rojekê çûm başûr bûn mêvanê Rojhat li Zaxo gundê Derkarê. Ez bi malbata Rojhat re çûm sefrê (pîknîkê) ez li serê girekî rûniştim min berê xwe da çiyayê Garê û heta ku ji min hat,min hilma çiya kişand nava dil û hinavên xwe. Min dûr û dirêj nêrî. Ez bi saetan wilo sekinîm bê deng mam û bi kesekî re neaxivîm.

Sifra xwarinê hat danîn, her tişt amade bû. Rojan hat li hember min sekinî, berê xwe da min û destê xwe ber bi çiyayê bilind vekir û wiha got.

– Dayika Fatma, niha Şoreş haaaaa li wan devera ye ha!

Êdî min rondikê çavê xwe negirtin. Weke barana biharê barîn erdê. Ew kesên li ser sifrê tevde rabûn hatin nik min.

Hinek bi xemgînî û hinek bi şanazî, gotin min.

– Wiha neke Dayika Fatma, ewder cîhê şanaziyê  ye, ez heyran! Ew meskenê şêr û pilingan e. Min xwest ez dilê wan xweş bikim, çend pariya bixwim.

Lê min kir û nekir pariyê xwarinê di gewriya min de neçû xwar.

Ez vegeriyam Amedê, lê min bîna çiyayê Garê nav dilê xwe tijî kiribû û min bêhna Şoreş bi xwe re anîbû Amedê. Bi dîtina wan deveran bêhna min hatibû ber min û ez aram bûbûm.

Di 2014’an de, Şoreş bi komek hevalên xwe re derbasî Kobanê bû.

Dema telefonî min kir orta min û Xwedê bihustek mabû

Em axivîn, li her kesî pirsî, pêşî li xalê xwe Elî pirsî,

– Yadê rewşa xalê min çawa ye?

Ka çend sal jê re mane ?

Ku telefon kir, pir silavê min lê bikin.

Yadê diyariyeke min ji boyî wî heye, ez ê di demek nêzik de bişînim, dema ji girtîgehê derket tê bidê. Min jê re ji kevirê nava şikefta qoliyek çêkiriye, wê pir jê hez bike.

– Xalê te başe yadê Qurban, ew jî te meraq dike, wêneyê te li ser rojnamê ditiye, tu nas kiriyî, gelek kêfxweş bûye.

Ê hûn çawa ne rewşa we çawa ye? Ji wir tu lazimiyek we tune ye ez Qurban ? Şoreş keniya û wiha got.

– Yadê tu zanî min pir bêriya çi kiriye?

– Çi ? Ka bêje ez Qurban!

-Yadê heft sal in, min bêriya te û bêriya nanê tenûrê kiriye.

Heft sal in min nanê tenûrê nexwariye.

Dema min ev bihîst weke şîşek sor li kezeba min bide.

Ez rabûm çi nanê di buzdolabiyê de hebû, min derxist, ez tiştekî din nefikirîm, min berê xwe da Pirsûsê weke insanê bêhiş.

Ez çûm mala gel, min pirsî.

– Ehmed kî ye? Ciwanek rabû got ez im yadê kerem bike.

– Hûn dikarin vî nanî derbasî wî alî bikin gelo?

– Ser çavan yadê, ez bêjim kê şandiye?- Bêje Dayika Şoreş.

Ser çava yadê

– Wê kengî bigêje gelo?

– Ez ê îro bişînim yadê.

Ez li wir rûniştim. Min dî torbê alavê min tevda û avêtê piqabê navê min û Şoreş li ser nivîsî û şand. Ez bi dilekî xweş vegeriyam Amedê, êvarê esra teng ez gihiştin derdora Sêwregê  telefona min lêda. Şoreş e!

– Yadê destê te sax bin, nanê te gihişt me.

– Te xwar yadê Qurban,

– Yadê heval pir birçî bibûn, ez heta hatim hew nîv kerî ji min re hiştibûn lê pir xweş bû yadê.

Ew gotin bû wek kulekê û ket ser dilê min. Ez hatim malê, min çar tenûr nan hevîr kir, bi hêk û kuncî û gelek alavê xwarinê, ez dikim sibê zû bi rê bikevin.

Dema ez derketim derve. Erebeyek sipî li ber deriyê me rawestiya ye.

Rûyê wan ji min re xerîb nehat.

Min bi xêrhatina wan kir, ez keniyam.

– Min jî nan lêxistiye ez diçim Pirsûsê, bibûrin yan na min ê bigota werin em çayekê vexwin lê îşê min ecele ye.

Dema Dayika Raziye bi destê min girt û şidand li ber xwe nerî.

Bi carekê de, cogê min di berde şîkestin.

– Bila serê me sax be, got Dayika Raziye, wekî din kes ne axivî.

Torbê nanê min ma di destê min de, min li valahiyê nêrî.

Ji piçûkiya wî û heta wê demê tev di ber çavê min re derbas bû.

Weke fîlmekî dawî dirêj.

Ji wê rojê û hetanî îro, min her ku nanê tenûrê kiriye devê xwe, di gewriya min de maye.