4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Lûtkeya Ereban bi beşdariya Esed dest pê kir

Lûtkeya Ereban a 32`yemîn li ser asta serokên Ereban û piştî 12 salan ji pêkhatina bêyî serokê Sûriyeyê, vê lûtkeyê bi tevlêbûna serokê rejîma Sûriyeyê Beşar Esed li Erebistana Siûdî dest pê kir

Lûtkeya Ereban a 32`yemîn li bajarê Ceda yê Erebistana Siûdî bi beşdariya serokê hikumeta Şamê Beşar Esed dest pê kir. Beşdarbûna Esed 2 hefte piştî vegerandina Sûriyeyê li Komkara Erebî piştî 12 salan, pêk tê.

Lûtke di demeke wisa de tê lidarxistin ku li herêmê û cîhanê guhertinên jeopolîtîk hene. Her wiha hewl tê dayîn ku di lûtkeyê de pirsigrêka Sûriyeyê, aloziya Sûdanê û dosyayên din ên têkildarî Yemen, Lîbya û Lubnanê bên nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku dê beşdarbûna Esed roleke girîng di nîqaşkirina pirsgirêka Sûriyeyê de bike ji ber ku cara yekemîn ev pisgirêk dê bi beşdariya serokê rejîma Sûriyeyê pêk were.