3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min jî kêfa te anî

Hilmî Aykol

Serê sibehê aşiq ji hevjîna axa re dibêje; ka gazî axa bike bila rabe, duh ji min re gotibû ez ê sibê barekî genim bidim te.

Yekî aşiq arvanê wan xelas bûye. ji heval mevalê xwe re, ji gundiyan re dibêje:

– Law gelo hinek genim li cem kîjan axayî heye? Ez ji xwe re herim barekî genim ji zarokê xwe re bînim. Yek dibêje:

– Here cem Cemîlê Mihemed Emîn. Meyê vedixwe, kêfçî ye û ambara wî tijî genim e. Tu dikarî biçî ba wî. Tuyê jê re li ribabê bixî, wê kêfa wî were û dest bi vexwarina araqê bike, ew mirovekî kêfçî û merd e.

Hema tê li kerê xwe siwar bî, kerê din jî ew ê barê te dagire û tê bînî werî. Heke tu êvarê kêfa wî bînî, jê re li ribabê bixî û bistirê, serê sibehê wê ji ambara genim barê te amade bike.

Mêrik diçe ji axa re li ribabê dixe û strana dibêje, kêfa axa tê û araqê vedixwe.

Piştre axa bi kêf ji aşiq re dibêje sibê tu rabû here barê xwe ji ambarê bar bike, ji zarokên xwe re genim bibe.

Kêfa yê aşiq tê, heta berê sibehê li ribabê dide û stranan dibêje. Axa û yên din jî hingî ku araq vexwarine dikevin xeweke kûr.

Hevjîn dibêje ez nikarim gazî wî bikim wê bixeyide, heta berê sibehê şiyar bû, divê têr razê.

Aşiq dîsa dibêje ji bo Xwedê wî ji xew rake zarok li malê birçî ne.

Hevjîna axa dîsa dibêje; welehî kesek ji me newêre deng li wî bike, em newêrin wî ji xew rakin.

-Hevjîn dîsa dibêje; Bavo ma kî dikare bang wî bike? quran kî bankê wê me bikuje, divê em li bendê bin heta ew bi xwe rabe.

Aşiq dîsa dibêje; de ka bankê ji bo Xwedê û pêxember.

Hevjîn dibêje;

– Birê min bi quran em nikarin bankinê. bi quran heke bi me bihise wê rabe me bikuje.

Axa dereng ji xew radibe, taştêya wî amade dikin. Aşiq tê ji axa re dibêje: Axayê min de….(De yanî de rabe barê min ê genim bide min).

Axa dibêje; Çi ye?

– Xwedê jê razî ma te negot ji min re li ribabê bixe û kêfa min bîne û min ji te re li ribabê xist û kêfa te anî. Te negot sibê barekî genim ji xwe re bibe ji zarokên xwe re.

Axa dibêje yawo birê min genimê çi halê çi. Te got ez ê îşev ji te re li ribabê bixim û bistirêm min jî got başe. Te li ribabê xist û stran gotin û te kêfa min anî. Min jî got ez ê genim bidim te û kêfa te anî. Te kêfa min anî û min jî kêfa te anî, em herdû bûn wek hev, îca genimê çi û halê çi?.

Min jî kêfa te anî em herdû bûn wek hev, genimê çi halê çi?