8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Min navê xwe kola

Navên kolayî. Li ser van bircên bêdawî. Berî Rojen Barnas kesê wan nedîtibû qey, wan navên nivîsandî? Navên ku bi jiyanên pak û delal hatin nivîsandin. Ne bi qelem û kaxizan, lê bi xeyal û can û kevirên kevnar hatin nivîsandin.

Dema ku hozanê me Rojen Barnas got: “Min navê xwe kola li Bircên Diyarbekir…”  Dizanibû ku dê ev helbest, bibe efsane, bibe welat, bibe bircek ji bircên me yên derûnî, bîr û baweriyê? Û dema Ciwan Haco vê helbestê bi wî deng, awaz û newaya xwe ya bêhempa stra, dizanibû ku dê ev helbest û stran, bircan û pakrewanên wan, kurdîtî û sêdarên wê bighîjîne bike keskesor û li jor her tiştî bilind bike. Welê bilind ku carna asîman jî jê hesûdî bike. Welê asûde ku karibe dilê her tiştî yê li her derê bibîne?

Lê ev helbest û stran keştiya xwe li xwîna tevî kurdên welathez birê dike. Ew keştî em in, ew keştî dikare ji reh û damarên me derbas bibe. Ew keştî ne ya Nûhê Nebî ye, ne ya Îthakayê, ne jî ya deryavanên dilşûşe… Ew keştî em in, li asîmanan jî rêya xwe dibîne, li ser bircan û ber bircan jî, li par jî, li îsal jî. Ew keştî nasekine, naweste, nazivire, li meneyên poşmaniyê nagere! Loma jî dê tim here. Lew ev keştî bi rêya xwe re bûye yek, ne astengiyan dike xem ji xwe re ne jî li meneyên dev jê berdanê digere.

Ji kevirên bircê çêbûye ev keştî û her kevir bêdawî ye. Ji lehengên ku awirên xwe yên dawî emanetê wê kirine dersa xwe girtiye û wilo birê ketiye.

Navên kolayî. Li ser van bircên bêdawî. Berî Rojen Barnas kesê wan nedîtibû qey, wan navên nivîsandî? Navên ku bi jiyanên pak û delal hatin nivîsandin. Ne bi qelem û kaxizan, lê bi xeyal û can û kevirên kevnar hatin nivîsandin. Navên ku her nivîsandî man, li ser dilê me, li ser paytext û bext û mirazê me.

Vê êvarê dema em di ber bircan re derbas bûn, çavên me li sûretan geriyan,  li wan sûretan. Bes me nedît. An jî wiha bû, me wan bi çavan nedît, lê bi dilan dît. Lew kolayî bûn ew, li bircên Diyarbekir.

Bavê min ê kurdîhez û edebiyatnas, îşev bi eşqa helbestên Mueyed Teyîb ketiye, dixwîne û hey dixwîne. Ji bo ku pispor û  jiberxwînê (Min xwe dîtiye nedîtiye, helbestên wî jiber-ezber dixwîne) Cîgerxwîn e û Mela û Xanî jî baş dizane vê kelecana wî ya ji bo Mueyed Teyîb min kêfxweş dike. Destê wî ji dîwana hozan, ê min jî ji wî nabe. Loma jî ev nivîs biqasî ku li dor bircan digere, ewqas jî bi kelecana helbestên “Başûrî” kêfxweş e. Lew nivîs jî zindî ye. Bêhn distîne, radizê vediciniqe. Ji lewre ye ku niha vê şeva zivistanê bircan veşartibe jî em wan bi dilê xwe dibînin, bi destên xwe yên li dîrokê hîs dikin. Ji ber ku, birc bûn…

Birc bûn ên ku ji nû ve navê xwe kolan li dilê me, eynî wek yên ku navên xwe li ser wan kola bûn… Gotin: Em neçûne ti derê, li vir in. Ji her tiştî nêzîktir. Ji her kesî sadetir û bêdengtir, lê; li vir… Li vir, li vir in em. Ber bi asîman va hilkişiyayî, navkolayî û sernetewiyayî. Ji ber vê ye ku niha wek hilperikîna çivîkek ku firînê jibîr kiribe dilşewat be jî rewş, hesta firînê bi me re çêdibe dîsa. Em ê bifirin ne, bi wê çivîka ku ji nûve dest bi firînê dike. Ha baskno!

Ha baskno hindik ma! Vê carê dibe. Hemû şikestin li paş man, bask dîsa dibin bask. Çimkî hebûn firîn e, ne gilî û gazin. Hebûn ji nûve firîn e, ne reqabet û hesabên biçûk,ne jî kufikîbûna li cîhê xwe. Bifire çivîkê bifire, em jî bi te re. Bifire çivîkê bifire, xwe bighîne bircên Ameda rengîn e, lê li wir nesekine û me bi xwe re birc bi birc bigerîne. Xwe li bejna vî hebûna bi rûmet bîne. Û bila ew helbest û ew stran me her carê ji nû ve li ser bircan binivîsîne.