19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Şenlîk: Heta azadiya Abdullah Ocalan em ê têbikoşin

Girtî Cevdet Şenlîk ê li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê dest bi greva birçîbûnê kiriye diyar kir ku heta Rêberê xwe azad bikin dê têbikoşin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehan hat destpêkirin, di roja 33’ya de berdewam dike. Girtiyan di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” di 27’ê Mijdarê de dest bi greva birçîbûnê kirin. Cevdet Şenlîk ku 8 sal in ji ber sedemên siyasî li Girtîgeha Tîpa S a Antalyayê girtî ye, bi rêya malbata xwe têkildarî grevên birçîbûnê axivî. Şenlîk, diyar kir ku li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan polîtîkayeke tecrîdê ya bênavber tê meşandin û wiha axivî: “Bi polîtîkaya tecrîdê re êrişên li dijî nirxên me zêde bûn. Bi van êriş û helwestan re têkiliya gelê me û Rêberê me hatiye qutkirin. Em ji zindanan bang li hemû gelê xwe yê azadîxwaz dikin û her kesî vedixwînin govenda berxwedanê. Li hemberî berxwedana ku li zindanan tê kirin, divê bi taybet ciwanên kurd paşdetir nemînin û em bang li wan dikin ku di refên herî pêş ên vê têkoşînê de cih bigirin. Daxwaza me ew e ku hemû ciwanên kurd ên welatparêz beşdarî berxwedana azadiyê ya li dijî faşîzmê bibin.”
Şenlîk, bertek nîşanî wê yekê da ku 3 sal in tu xeber ji Abdullah Ocalan nayê girtin û wiha got: “Îro li her qadê berxwedan heye û em jî wekî girtiyên di zindanan de tev li vê berxwedanê bûn. Di vê pêvajoya dijwar de heta ku em Rêberê xwe azad nekin em ê paşde gav neavêjin û têkoşînê bidomînin. Em di rêya Mazlûm Dogan, Zulkuf Gezen û Ayten Beçetê de li ber xwe didin. Divê her kes li qada xwe tev li vê pêngavê bibe û berxwedanê mezin bike. Beriya her tiştî divê em bi xwe bawer bin, dema ku em bi xwe bawer bin divê di berxwedanê de israr bikin. Tenê bi vî awayî em dikarin serkeftinê bi dest bixin. Em ê bi misogerkirina serkeftinê, Rêberê xwe azad bikin.”