20 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rojnamevan Yalçin ê hate binçavkirin dê bibin Meletiyê

Nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê Hakan Yalçin ê bi hinceta lêpirsîneke derbarê wî de hatiye destpêkirin hate binçavkirin, dê bibin Meletiyê.

Polîsan sere sibê nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin di serdegirtina mala wî ya li Wanê de binçav kirin. Yalçin di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Meletiyê daye destpêkirin de bi xebatên xwendekariyê yên dema li Meletiyê dixwend tê sûcdarkirin. Hate diyarkirin ku di encama îfadeyên şahidê vekirî de bi Yalçin re Baran Tûncel û Rojbîn Dogan ên wê demê xwendekar jî hatine binçavkirin.

Parêzera Yalçin, Ebrû Demîrtepe ya li Miduriyeta Polîsan a Wanê bi Yalçin re hevdîtin kir, anî ziman ku li ser îfadeyên şahid dosya hatiye vekirin. Demîrtepe, da zanîn ku dê Yalçin di nava rojê de bibin Meletiyê. Tê payîn ku Yalçin îro bibin Meletiyê û li vir îfadeya wî were wergirtin.