6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Mînaka vê îşkenceyê li cîhanê tune ye’

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyanî da û got: “Birêz Ocalan di nava sîstemeke îşkenceyê de tê hiştin ku mînaka wê di dîrokê de nîne. Em bang li raya giştî ya demokratîk dikin ku hestiyar tev bigerin.”
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi hevkariya hêzên navneteweyî bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê. Ji 15’ê sibata 1999’an û vir ve li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Abdullah Ocalan 24 sal in di nava sînorên Îmraliyê de bi astengiyên hevdîtinê yên malbat û parêzeran re û bi her cure qedexeya ragihandinê re rû bi rû dimîne. Herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de bi parêzerên xwe re hevdîtin pêk anî bû. Ji vê dîrokê ve destûr nehate dayîn ku Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ocalan di 25’ê adara 2021’an de bi birayê xwe Mehmet Ocalan re li ser telefonê axivî. Tecrîda 24 sal in bi awayekî girankirî berdewam dike, bi rewşa agahînegirtina 29 mehan didome. Herî dawî di 2-22’yê gulanê, di 12-18’ê hezîranê û di 7’ê tebaxa sala 2019’an de bi parêzerên xwe re pênc hevdîtin kirin.
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê têkildarî tecrîda giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Bi Birêz Abdullah Ocalan re ku li Zindana Îmraliyê tê girtin, di nava 12 salên dawî de tenê 5 caran hevdîtina parêzeran hate kirin. Hevdîtina herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hatibû kirin û îro 4 sal di ser re derbas bûn. Di 25’ê Adara 2021’ê de axaftina bi telefonê ya bi birayê wî re ji ber sedemeke nediyar ji nişka ve qut bû û ji hingî ve ti agahî jê nayê wergirtin. Hemû hewldanên dadgerî, îdarî û hewldanên din ên ji hingî ve têne kirin, bi destê dewletê bêencam hatin hiştin.
‘Sîstema îşkenceyê mînaka wê tune ye’
Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî biryara tedbîrê ya bi rengê ‘Divê bêyî astengkirinê tavilê parêzer karibin hevdîtinê bikin’ wergirt û di 6’ê Îlona 2022’an û 19’ê Çileya 2023’an de ji hikumetê re hate ragihandin. Lê dewletê û saziyên pêwendîdar bi ti awayî li gorî vê biryarê tevnegeriyan. Birêz Ocalan di nava sîstemeke welê ya êşkenceyê de tê hiştin ku di dîroka hiqûqa Ewropa û Tirkiyeyê de mînakeke xwe nîne.
‘Ji girtiyên din jî agahî nayê girtin’
Ji Birêz Veysî Aktaş, Birêz Hamîlî Yildirim û Birêz Omer Hayrî Konar jî agahî nayê wergirtin ku li gel Birêz Ocalan in. Tecrîda mutleq a li ser Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din tê ferzkirin, ji aliyê hiqûqî û civakî ve bingeheke xwe ya rewa nîne. Eşkere ye ku nêzîkatiya heyî ji ber feraseta dewletê ya înkarkirina di meseleya Kurd de ye. Dewletê piştî hilbijartinê ji Kosovayê heta bi Ûkraynayê, ji meseleya Ermenistan-Azerbaycanê heta bi Sûdanê têkildarî rageşî û şerê li çar aliyên cîhanê bi rêbazên lihevkirin û diyalogê bang û hewldanên ji bo agirbest û aştiyê dike, lê belê di meseleya Kurd de bi polîtîkayeke berevajî vê yekê tevdigere. Ev nakokî û cihêkariya dewletê sedema bingehîn a neçareserkirin û krîzan hemûyan e.
Divê raya giştî zanibe ku heta ev rastiya şênber a dewletê neyê dîtin, neyê bihîstin û helwest li hember neyê nîşandan, guhertin nabe.
‘Divê raya giştî berpirsiyar tev bigere’
Di hevdîtina dawî ya bi Birêz Ocalan re ku îro 4 sal di ser re derbas bû, wî bi xwe diyar kiribû ku ji sala 1993’an û vir ve li dijî feraseta têkbirina hewldanên çareseriya demokratîk ew li ser xeta aştiyê li ber xwe dide, xwe nêzî polîtîkayên neçareseriyê nake, gotina ‘bi şer çareserî nabe’ ya Ozal hîn jî derbasdar e, çareseriyeke demokratîk di meseleya Kurd de pêkan e, di nava hefteyekê de şer dikare bê bidawîkirin, ew ji xwe bawer dike, lê belê aqlê dewletê divê li gorî vê yekê tevbigere. Eger wê rojê destê çareseriya demokratîk ê ku Birêz Ocalan dirêj dikir li hewayê nemabûya wê rageşiya siyasî, dûrketian civakî û tengaviya aborî ya heyî rû nedabûya. Rêbazên çareseriyê yên ku Birêz Ocalan pêşniyar dike, dewlet jî ji bo derve dixwaze, lê li nava xwe bi cih nîne, bêyî ku polîtîkayên heyî bibin sedema birînên dîrokî yên giran, divê tavilê bi cih bêne anîn.
Beriya her tiştî divê were zanîn ku bendewariya me ya sereke ew e ji Birêz Ocalan û muwekîlên me yên din agahiyeke rasterast werbigirin. Divê were zanîn ku wernegirtina agahiyan sedema her cûre rîskê ye û em bang li rayedaran dikin ku dawî li vê tecrîdê û sûcê êşkenceyê bînin. Em bang li raya giştî ya demokratîk jî dikin ku baldar û berpirsyar be.”