21 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Girtiya siyasî Mohammadî dest bi grevê kir

Girtiya siyasî ya kurd Soheila Mohammadî ku li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê tê ragirtin, ji bo protestokirina mercên li ser gelê kurd tên ferzkirin dest bi greva birçîbûnê kir.

Girtiya siyasî ya kurd a ji Salmasê Soheîla Mohammadî bi îdiaya endamtiya PJAK’ê hatibû girtin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Mohammadî ev 3 sal in di girtîgehê de ye û niha li Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê tê ragirtin. Mohammadî, ji bo protestokirina miameleya xerab a li dijî gelê kurd, lêvên xwe dirûn û dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Mohammadî di meha sibatê de jî ji bo protestokirina şert û mercên girtîgehê dest bi çalakiyê kiribû û hatibû birîndarkirin.

Greva birçîbûnê duh dest pêkir û hat ragihandin ku heta merc tên başkirin jî dê bidome.