27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mirov ji kêfa jî dimirin

Çawa mirov ji kêfa zikpiştî li erdê dirêj dibe, wisa ji kêfa jî dimirin. Çawa ku mirov hingî dikene ji xwe diçe, wisa mirov dimirin jî. Jixwe mirina herî xweş ya ji kêfa ye.

Belê mirov carinan ji kêfa jî dimirin. Mirov çawa ji kêfa digirîn û hêsir ji çavê wan dibarin, wisa ji kêfa jî dimirin. Çawa mirov ji kêfa zikpiştî li erdê dirêj dibe, wisa ji kêfa jî dimirin. Çawa ku mirov hingî dikene ji xwe diçe, wisa mirov dimirin jî. Jixwe mirina herî xweş ya ji kêfa ye. Ew dem mirin ji qehra nema dixwaze li ser rûyê dinyayê bimîne. Her ku dayikek ji kêfa dimire, mirin hezar caran ji hebûna xwe fedî dike. Lê her mirovê ji kêfa dimire, mirinê ji her tiştî pîroztir dibîne.

Xwişka profesorê di fîlmê bi navê ‘Hemû şewqên veşartî’ de jî ji kêfa dimir. Di wir de dayikek ji kêfa dimir. Xwişka profesor çaxa dît ku piştî dehan salan birayê (profesor) wê biryar da derkeve derve ew dem ji kêfa mir. Profesor digot, ‘şewqa herî xurt a ku nayê xuyakirine.’ Belê mirina herî xweş jî ya ji kêfa ye. Xwişka profesor barê têkoşîna hemberî naziyan girtibû ser milê xwe. Barek giran bû. Lê dema dît ku profesor ji têkoşînê re amade ye, hêdîka ew bar ji ser milê xwe danî erdê, peywira xwe ya li hemberî dîrok û mirovahiyê bi cih anîbû, lewma êdî bi dilxweşî dikaribû çavê xwe bigire.

Ez bawer im dayika Huseyîn ê ku piştî sih salan ji zindanê derket jî ji kêfa mir. Sih sal li ber xwe da. Hêviya ku rojekê Huseyîn serê xwe dayne ser kaboka wê û ew destê xwe di nav çend mûyên ji pora wî mane re derbas bike, ew li ser lingan hiştibû. Huseyîn hatibû malê, êdî qewlê wê temam bûbû, kesera dilê wê bi dawî bûbû. Êdî bi dilekî rihet dikaribû serê xwe deyne ser balgîv û bikeve xeweke bêdawî. Dayika Huseyîn ne tenê ji bo xwe, ji bo Huseyîn jî dikaribe wê hembêz bike, mirin ji hewşa xwe qewirandibû. Ji bo nehêle ku Huseyîn di nav dîwarên sar de şîna wê bike, deh caran bi dizîka ji mirinê filitî bû. Îca ew dem hat û dayê xatir ji me hemûyan xwest. Xwe radestî wan şewqên ku me nedidîtin kir.

Li welatê me kêm kes bi xwezayî dimirin. An ji qehran dimirin an jî ji kêfa dimirin. Carinan wekî ku kaniyek ziwa bibe, hêvî jî ji bêaviyê ziwa dibin. Dema hêvî ziwa dibin, mirov ji qehran dimirin.

Dayika Bayram jî ji kêfa mir. Ew dayika ku di her kêliyê de hizra dîtina kurê xwe dikir, piştî sih salan çavê xwe ji jiyanê re girt. Bi dîtina kurê xwe wekî ku di jiyana xwe de peywira herî giran bi cih aniye kêfxweş bûbû. Kevirekî giran ji ser singa wê rabûbû. Mîna pirtikekî çûkan ruhsivik bûbû. Bi wê kêfxweşiyê xatir ji hezkirinên xwe xwest û bedena xwe radestî axa sar kir. Kî dizane li ser wê doşeka ku bûye şahidê hezar tiştan, dayika Bayram çend car mirin ji ber deriyê odeya xwe qewirandibû. Piştî ewqas qewirandina êdî bi mirinê re qewlê xwe kiribû. Dema Bayram ê wê hat û li ber çoka wê rûnişt, wê demê dê xwe xemilandibûna ji bo pêşwazîkirina mirinê.

Îdrîsê feqîr piştî pirtûka ‘Navê Sedemîn’ radestî Balbassarê eşyayên antîka û pirtûkan difiroşe kir, mir. Bi dilrihetî ew pirtûk diyariyî Balbassare kiribû. Ên berî wî jî wisa kiribûn. Dihate bîra wî roja ku wî pirtûk ji nobedarê dawî girt, wê şevê ew nobedar miribû. Wî jî çawa pirtûk radest kir, ruhê xwe pêşkêşî melkemot kir. Melkemot ne li benda wî bû ku ewqas bilez tevbigere. Lê ji kêfxweşiyê nedixwest kêliyekê jî mirinê bide seknandin. Îdrîsê feqîr nizanibû ku Balbassar dê pirtûka wî diyarî kiriye bifiroşe fermandarekî fransî. Heke bizanibûya ew nedimir. Lê bi baweriya ku ew dê li pirtûka wî xwedî derkeve serê xwe danî ser zemîna xanî. Îdrîs ewqas feqîr bû ku di mala wî de merş tunebûn li ser rûnin. Kesekî ewqas feqîr bû, tenê çend kes hatin ser goristanê ji bo bedena wî binax bikin. Di kêliyên dawî de li dirêjkirî, li kêlên xanî yên ku rizîbûn dinêrî, êdî tiştek ne xema wî bû, lewma berî çavên wî herin ser hev dikenî. Bi wî kenî ber bi mirinê ve çûbû.

Kî dizane hêj çend kes li benda pêkhatina hêviyên xwe ne da ku ji kêfa gihiştina hêviyên xwe bimirin. Çend keç û xort hene bi hêviya dîtina termên dayik û bavên xwe dijîn. Çend bav û dayik hene ku bi hesreta rojekê zarokên xwe hembêz bikin li ser lingan dimînîn. Çend xwişk û bira hene ku bi hêviya bihîstina xeberekê ji xizmên xwe yên wenda demê ji jiyanê didizin û li hember mirinê li ber xwe didin. Hemû jî li bendê ne ku rojekê ji kêfa bimirin. Gava ew dem hat, êdî ew dê amade bin ku her kêliya ji jiyanê dizîne bi germiya dilê xwe deh qat zêdetir li jiyanê paşve vegerînin. Dê rojek were û em hemû ji kêfa bimirin. Ew dem dawiya zilm û zorê ye.