7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parçebûna gelê me çarenûsî ye yan na?

Sîpan Agirî

(Ez li dû parçeyên windabûyî yên malbata me çûm. Lê li ser rastîya bûyerên dîroka gelê me vebûm!) Murat Elî

 Ji bo ku mabesta nivîsîna vê gotarê bê têgihîştin, ez ê hinekî ji dûr ve dest pê bikim.

Wek ku gelek kurdên me, malbeta me jî di penaberiyê de dijîya. Em çawa li wî bajarê bîyanî peyda bibûn, wê demê zêde bala min nedikişand. Pirsa: Ka, gelo, em kî ne jî – dîsa wê demê ji bo min zêde ne balkêş bû. Her caran min ji vir û wir bihîstibû, ku ji me re wisa jî dibêjin: “bavfile”. Paşê, hê dereng ez pê hesiyam ku wisa jî kurdên bavêzdî hene, û ji bo min balkêş bû, ka çima kurdên bavmisulman, an bavyehûdî nînin. Çima? Heya niha jî min bersîva vê pirsê nedîtiye. Hem jî min dixwest bizanibûya, hema çima em bavfile? File çiye û tê çi wateyê? Û dem bi dem di serê min de pirs dubare dibûn: Çima bavfile? Bavfile çi ye û tê çi wateyê?…

– Ev pirsana heya demekê wisa jî bêbersîv man.

 Dema ez hê zarok bûm, malbeteke cînarên me hebû. Wana jî, wek me, bi kurdî diaxivîn, lê bavê min digot – ew file ne. Dîsa min bi xwe ji xwe re digot – ev file ne, lê em bavfile ne, ev tê çi wateyê, çawa dibe?

Piştî ku ez hinekî mezin bûm, têkilîyên min bi lawê wan ra çê bûn – navê wî Mûsa bû, lê di malbatê de bi şêrînayî jê re digotin Mîşêl… Ez vê jî tê nedigihîştim – çima?.

Êvarekê min ji bavê xwe pirsî:

– Bavo, file jî kurd in?

– Te ew ji ku anî?

– Bavê min bi ken li min vegerand.

– Ew jî di nava xwe de bi kurdî diaxivin. – Min bersîva wî da.

– A-a-a! Er ê, ew kurd in, lê fileyên ne kurd jî hene…

– Ango?… Çawa dibe? – Min gotina wî birî.

– Dibe, kurê min, dibe! – Bavê min got û domand. – File tê wateya xrîstîan. Mînak, asurî jî file ne, înglîs jî, rûs jî, alman jî…

– A-a-a-a, lema dêya min car bi car wan jî file nav dike? – Min dîsa xwe di nava axavtinê re rakir.

– Belê, ji ber ku ew file ne! – Bavê min, ji wan pirsên min bînteng, bersîva min da, mîna ku bibêje – dest ji wan pirsên xwe berde! – Lê ez ranewestiyam!

– Ma çawa dibe, naha ew file ne û kurd in?

– Ew kurd in, lê ola wan filetî ye, ango, ew file ne, ango, xrîstîan in, xaçperest in! – Ewî hişk birî.

– Ha-a-a! – Min da zanîn, ku ez tê gihîştim.

Û paşê hema jinişkêva pirsa ku berê netavetî dida min serî bilind kir:

– Lê ji bo çi ji me re dibêjin: bavfile? Ango, bavê me file bûye?

– Nizanim, kurê min, wisa tê gotin! Dibêjin, ku hezar salî berê, an hê berî wê jî, ez baş nizanim, dewleteke me hebûye, û dînê wê yê dewletê filetî, ango, xrîstîanî bûye, û gelek kurdên me xirîstîanî qebûlkirine. Piştre, dema ew dewlet ji hev belav bûye, hinek kurdên me vegeriyane nava refê xwe – nava êzdîyan û zerdeştîyan. Piştre, dema misulmanî hetiye, henekên ji wan ew ol pejirandine – mînak, malbata me. Û ji ber vê jî ewana me bavfile binav kirine. Û navê bavfile li ser me maye.

Û wisa jî, wek ku tê gotin, ku hinek kurdên xirîstîan xwe dane ber dêra ermenîyan, hinekan jî – ber dêra asorîyan, a nestûrîyan… Û bi vî awahî, ewana ji hêla olî ve, wek xrîstîan, xwe nêzîkî ermenîyan û asûrîyan digirin, lê hemû jîyana wan bi kurdî ye… Her tişt hatiye kirin, ku ew bibin asûrî û ermenî, lê ew heya dawîyê ji rehên xwe yên netewî qut nebûne. Eger hinek kurdên nestûrî çend gotinên asûrî dizanin jî, lê yên ku xwe dane ber dêra ermenîyan, bi ermenî gotinekê jî nizanin. Ji ber ku piranîya ermeniyên Kurdistanê bi xwe jî di nava xwe de bi kurdî diaxivin, û rabûn-rûniştin, erf-edet, ken û girî, her tiştê wan bi kurdî ye.

Di dema xwe de nîvekî malbeta kalikê me (an a kalikê kalikê me, ez baş nizanim!) di wê rêyê da çûne, – piştî bêhnvedaneke kurt bavê min gotina xwe domand…– Û, wek ku dibêjin, nevîyên wan paşê bi ermenîyan re çûne Ermenîstana Sovêtê. – Bavê min hizingeke kûr rahişt, berê xwe ji min guhart, dezmala xwe derxist û hêsirên çavên xwe zuha kirin…

Hema wê demê ji derve dengê dayika min hat, ewê bang li bavê min kir, dema bavê min derket, ewê ji min re got:

– Ji xwe re bilîze, heya ez û bavê te vedigerin! Baş e?

–Bila be! – Min got û ez derbasî odeya dinê bûm…

Ez heya dereng li benda dêya xwe û bavê xwe mam. Lê tu agahiyek ji wan nehat. Êdî çavê min ji xewê giran bibûn, dema dengê derê derva hat, min ji cî banzda, ez berbi wirve beziyam, min dît dêya min, çavên wê tije hêsir, îske îska wê ye, hate hindur. Ewê bi zorê xwe li ser pêyan digirt. Ez ber bi wê ve bezîm, min xwe avîte hemêza wê, ew hemêz kir û pirsî:

– Çi bûye, ka bavo?

Dêya min serê min hemêz kir, ez dam ber dilê xwe û bi kelogirî got:

– Bavê te niha nikare bê, ew ê paşê bê!

Wê rojê min kir û nekir, dêya min tiştek negot.

Her sibetirê em çûne nexweşxaneyê. Nehiştin ku ez herim, bavê xwe bibînim. Tenê dêya min çû û piştî demeke kurt vegeriya, destê min girt û em bêdeng vegeriyan male…  Dêya min wisa jî vê carê tiştek negot. Her dem bi dem ew ê serê min hemêz dikir, ez didam ber dilê xwe û bêdeng digiriya…

Ez paşê, hê dereng, pê hesiyam, ku dema dêya min û bavê min bi hevra çûne dikana me, di rê de, erebeyekê li bavê min xistye, ew bi ambûlansê birine nexweşxaneyê…

Hevtêyek bihurî, bavê min was jî li ser hişê xwe de nehat. Piştî hevtêyekê Meta min û mêrê wê û çend cînarên me hatin mala me, li dora dayika min rûniştin, bi wê re giriyan, şîna bavê min kirin û sibetêrê ew birin goristanê û spartin axê.

Bi vî awahî, ez û dayika xwe man tenê… Meta min li bajarekî dinê dima, pismamên bavê min û malbavanên dayika min jî – li welêt.

Di wî bajarê bîyanî û xerîv de malbeta Mûsayê hevalê min em tenê nehîştin: bavê wî – xalê Xosrow û dayika wî – meta Gulbahar di rojên teng da li rex me bûn, di karên dikana me de ji dayika min re dibûn alîkar.

Rojekê xalê Xosrov gazî min kir, ez birim mala xwe, ez û Mûsayê lawê xwe va li rex hev dan rûniştandin û wiha destpê kir:

– Binihêre, Mûsa, kurê min, binihêre, di derdorên me de hemû me wek file, ango, wek xaçparêz nas dikin û em jî xwe wisa dizanin. Lê em bi xwe tiştekî ji vê xaçparêzîyê fêm nakin. Eger hinek agahî û zanînên min di vî warî da hene, ew jî min bi erebî hinek tişt xwendine. Hew! Rast e, em li ber dêra ermenîyan in, lê em nizanin bi ermenî ne bixwînin, ne biaxivin…

– Wê demê çiyî me bi dêra wan ketiye? – Mûsa xwe di nava axavtinê re rakir.

– Ka, heya dawîyê bibihê, lawo, paşê pirsan bide. Erê pêşîyên me di dema xwe de xaçparêzî pejirandine, lê me nikaribûye dêrên xwe biparêzin, me Êncîl  wernegerandiye kurdî… Piştî ku îslam jî hat, bi taybet di dema Osmanîyê de, ji bo ku misulmankirina me bibin sêrî, desthilatdaran rê li pêşîya keşeyên ermenî û asorî vekirin, ku ew di dêrên me da xizmetê bikin. Di nava civaka me da hewyeke wisa çêkirin, ku keşebûn bû cîyê şermê, lê şêxtî, meletî kirin karekî bi rûmet… Û weha em di navberê de man… Ev dîrokek a bi kul û keder e, hûn ku mezin bûn, hûnê tê bigihîjin. Heya dibe ku hinek vê dîrokê binivîsin… Niha rewşek li hole ye. Ez carna diçim dêrê, lê tiştekî fêm nakim, her çiqas ermenî bi xwe jî ji dua-dirozgeyên bi ermenîya kevn fêm nakin. Lê hinek tiştê rojane hene, ew wan fêm dikin – ma ne, ew bi zimanê wan in…

Erê, min çi dixwast, bigota? Wê rojê keşeyek hat ba min, bi min re bi kurdîyeke paqij axivî. Ewî ji min pirsî, ka ez çima tenê têm ber dêrê, çima hevjîna min jî nayê. Ê, dayika te jî, – ew berbirî Mûsa bû, – heya naxwaze di derbarê wê da bibihê, dibêje – çima divê em herin ber dêrên bîyanîyan? – Ewî keşeyî got, ku ez dikarim zarokên xwe bînim dibistana yekşemê ya li rex dêrê, bila zimanê ermenî fêr bibin. Min ev ji dêya te re got, ew jî qayîl bû, got – zimanek e, bila ji xwe re hînbe, di emir de dikare kêrî wî bê…

Mûsa li çavê min nihêrî, mîna ku bipirse – tu çi dibêjî?

– Ez jî dikarim bi Mûsa re herim wê dibistanê? – Min ji xalê Xosrow pirsî.

– Çira jî – na!? Ezê te wek birayê Mûsa bidim nasîn, jixwe kesek nasnameyan napirse…

Û bi wî awayî ez bûm şagirtê dibistana yekşemê ya dêra ermenîyan…

Sal bihurîn. Piştî çar salan xalê Xosrov bi giranî nexweş ket, derdorê mehekê di nava nivînan de zêrya, paşê xatirê xwe ji vê cîhanê xwest. Bila bihuşt para wî mirovî qenc be, û dilovanîya Xwedê li ser ruhê wî be!

Ji ber ku xalê Xosrov karê nûkirina erebeyan va mijûl dibû, û ji bo malbata wan ji bilî wê çavkanîyeke dinê ya hatinên darayî nînbû, birayê meta Gulbahar hat, ew birin bal xwe, bajarekî dinê…

Ez mam tenê.

Lê wê demê êdî şanzdeh salên min temam bibûn, wek ku di nava gel da tê gotin, destê min dar girtibû. Ez ji dêya xwe ra bûm alîkar, me talî-tengîyên jîyanê derbaz kirin. Piştra ez bi bazirganîyê va mijûl bûm… Piştî demekê bi alîkarîya malxalanên min, em derketin Ewropayê. Li wira min li ber destê xwe ra xwendina kolêcê jî bire sêrî, çûme kûrsên rojnamegerîyê û wek karsazekê jêhatî hatim naskirin. Ez êdî derketim firêqetîyê.

Dawîya salên hezar û nehsid nodî bû. Di cîhanê de di derbarê hilweşîna Yekîtîya Sovêtê de diaxivîn, hinekan heyfa xwe pê tanî, hinekan dilê xwe pê şad dikirin. Carekê, ew sala 1993an bû, axavtin di derbarê komarên Sovêta berê de çû, yên ku bibûn dewletên serbixwe. Di nava wan da wisa jî di derbarê Ermenîstanê de hate gotin. Û hate bîra min, carekê em di mala xalê Xosrov de bûn, mêvanek hate mala wan, ew jî ji wan kurdan bû, yên ku pêşîyên wan di dema xwe de xrîstîanî pejirandibûn. Û dema xalê Xosrov ez dam nasandin, got, ku ez lawê kê me, ewî bi rêzgirtin bavê min bîr anî û got, ku beşekî malbeta kalên me yên ku di dema xwe da xrîstîanî pejirandibûne, piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi ermenîyên penaber re çûne Ermenîstana Sovêtê… Dema ev hate bîra min, mîna mirovekî ji nişkêva tiştekî xwe yê windabûyî bibîne, şabûnekê dilê min hingavt, û min biryar kir – herim Ermenîstanê…

Sibetirê min di derbarê biryara xwe da ji hevalekî xwe ra got, ewî bi baldarî bihîst û li min vegerya:

– Dizani, dostekî min peyda bûye, ew jî kurd e, kurdekî êzdî ye, bi xwe ji Tbîlîsîyê – Gurcistanê ye. Wê rojê em diaxivîn, ewî pêşniyar kir, ku em bi hev re herim Gurcistanê, û binihêrim, ka mirov dikare li wira çi karî bike…

Bi gotinekê, sibetirê ez jî rastî wî kurdî hatim, em axivîn, û me biryar kir, bi hevra herin Tbîlîsîyê.

Dema em hatin Tbîlîsîyê, wek ku em bi hev re qayîl bibûn, wî kurdê Gurcistanê navnîşan û têlêfonên qewmekî xwe yê Yêrêvanê da min, û min berê xwe de Ermenîstanê. Di rê de ez kurdekî Ermenîstanê re jî nas bûm, û me bi hevra rêya heya Yrêvanê domand…

Di Yêrêvanê de min pirsa wan ermenîyan kir, ên ku ji Sûrîyayê û welatên dinê vegeryabûn Ermenîstanê. Bi pirs-pirsyaran ez pê hesyam, ku ew bi bingehîn di navçeyên Talînê û Abovyanê de cî bûne, wisa jî hinek ji wana çûne navçeya Aştarakê. Dema ez diçûn navçeya Talînê şofêrekî bi navê ûsta Vaxo alîkarîyeke mezin da min. Rast e, mixabin, min şopên endamên malbeta kalên me nedîtin, lê min li wira gelek agahî û daneyên balkêş bervkirin, ên ku ji bo min, ji dîtina nûnerên malbeta me kêmtir girîng nînbûn.

Rêwîtîya min a Ermenîstanê pir balkêş derbaz bû. Carna ez dibêjim, eger ez nivîskar bûma, û min di derbarê wê rêwîtîya xwe de binivîsya, dibe ku romaneke balkêş jê derketa.

Piştî wê rêwîtîya xwe ya yekem, ez dîsa çend caran li wir vegeryam. Cara dawîyê – sala 2017an bû. Tiştê ku min li wira dît, bihîst û bi mirovên cuda re govtûgo kir, dîtin û nêrînên min ên di derbarê dîroka me de guhêrîn, û lewra jî min xwest wan bi xwendevanan re parve bikim: ma ne, mafê min nine, ez wan hemûyan li bal xwe bihêlin, bi cîhanê ra jî parve nekim…

Ya yekem, a ku min li Ermenîstanê dît, ew bû, ku piranîya wan malbetan, ên ku piştî şerê cîhanê yê duyem di bin nave ermenîyan de vegeryabûne (rasttir dibe, mirov bibêje –  ew “vegerandibûne”) Ermenîstanê, piranîya wana kurd bûne – kurdên xrîstîan. Di Ermenîstanê da ji bo vana navê ermenîyên kurdîaxêv hinartine. Dema mirov li ser vî navî hinekî dide heşê xwe, dibine, ku ev gotineke bi sunî çêkirî ye, û tu têkilîya wê bi rastîyê ra nine. Erê, nûnerên gelekî, dema di nava gelekî dinê da wek kêmanî dimînin, bi zimanê wî gelî perwerdeyê dibînin (wek kurdêmn me yên Ermenîstanê û Gurcistanê), zimanê wan gelan fêr dibin, bi zimanê wan diaxivin û dixwînin, lê zimanê xwe ji bîr nakin. Lê, evên ku ji wan ra ermenî dibêjin, dema hatine, heya peyvek jî bi ermenî nizanibûne… Û, wek ku kalemêrekî wan ji min ra got, dema di nava wan da propaganda birine, ku wan bînin Ermenîstana Sovêtê, wana mercek danîye pêşîya nûnerê Komara Sovêtî ya Ermenîstanê, ku ew divê wan bibin an di gundên kurdan da cî bikin, an jî di gundên cînarên gundên kurdan da… Heya tiştên anêkdotîk jî digotin. Digotin, nizanim çiqasî rast e, dema di nava wan da propaganda birine, ku wana bibin Ermenîstanê, gotine, ku li wir mirîşk di bin dîwaran da hêk dikin, kesek berv nake, ku ji kanîyan şûna avê şêr dide der.

Û ya here balkêş ew e, ku eger nivşên wan ên nû bi kurdîyeke lewaz diaxivin, lê yên salên 50 – 60ê sedsala XX hatine cîhanê bi kurdîyeke paqij diaxivin. Wek ku dihat gotin, ewana heya li ser mirîyên xwe jî bi kurdî dinivêjin-dilûvînin. Li ser vê ez hinek rewşenbîrên kurd ra axivîm, helbet vana jî, wek ku ewên ji wan ra ermenî dibêjin, ez wek kurdekî xaçparêz dizanibûn, digotin, di vê derbarê da heya pirtûkên ermenîyan bi xwe da jî agahî hene. Gelek stranên kurdî, yên ku ew di nava xwe da bi kurdî distirên, wergerandine ermenî  û wek stranên ermenî bi radio û têlêvîzîona xwe diweşînin. Heya stran-reqsa Goranî wergerandine ermenî, û wek ya  xwe diweşînin. De îjar were, û tê bigihîje – Goranî û ermenî, çawa dibe?!

Û yeke balkêş jî ew bû, ku hemû ermenîyên vegeryayî weşanên kurdî yên radîoya Yêrêvanê guhdar dikirin, rojname û pirtûkên kurdî di malên wan da hebûn…

Wek ku hinek rwşenbîrên kurd digotin, berê heya di pirtûkên dersan, di rojname û kovarên Ermenîstanê da mijarên kurdî dihatin weşandin. Wek ku wan digot, çîrokên nivîskarê ermenî yê navdar Hraçya Koçar ên yekem bi mijarên kurdî bûne, ku ew êdîtorê yekem ê rojnameya Rya teze bûye. Ango, dertê, ku wî kurdî dizanibûye. Wek ku hevpeyvêrên min digotin, gelek nivîskarên ermenî yên dinê jî bi mijarên kurdî nivîsîbûne: Xaçatûr Abovya, Raffî, Vrtanês Papazyan, Xaçîk Daştênts û yên dine. Ewana wisa jî pirtûka nivîskarê kurd ê navdar Nado Maxmûdov (Nadoyê Xudo) a bi sernavê “Gelê kurd” nîşanî min dan, min ew per kir, bi ermenîya xwe ya lewaz hinek tişt jê xwendin…

Zanîyarekî kurd di derbarê vê pirtûka Nado Maxmûdov da tiştekî balkêş ji min ra got? Bi gotina wî camêrî, belê, mamosta Nadoyê gorbihuşt, mirovekî welatparêz bûye, rayedarekî Partya Komûnîst ê bi nav û deng bûye. Di dema xwe da serokê rêxistina navçeya Hoktêmbêryanê ya Partîya Komûnîst bûye, wezîrê Hukumeta Ermenîstana Sovêtê  bûye, derdorê 20 salên jiyana xwe ya dawîyê wek cîgirê yekem ê wezîr kar kirye. Bi gotina wî, belê,  rêzek berhemên Nadoyê Xudo yên wêjeyî jî hebûne, ango, ew nivîskar bûye, lêbelê, nivîsîna berhemên wêjeyî tiştek e, pêkanîna lêgerînên zanistî – tiştekî dinê. – Bi dîtina wî camêrî. ji bo ku mirov bikaribe pirtûkek a wek a “Gelê kurd” binivîse, hinek merc û derfet pêwîst dikin. Ya  yekem, ew perwerdeya bi sîstêmî ya dîrokzanîyê ye, di zanîngehekê da. Lê, wek ku hevpeyvêrê min digot, bi fîzîkî ne pêkan bûye, ku apê Nado perwerdeyeke wisa ya bi sîstêmî dest bîne, lewra ku ew rayedarekî Partîya Komûnîst ê aktîv bûye, û dema wî kar kirye, bi fîzîkî derfetên wî nînbûne, ku lêgerînên zanistî va mijûl bibe, ji ber ku şêweyê karê wî yê rayedarîya rêxistinî û rêvebirîyê dem û derfet nehîştine, ku ew bikaribe bi lêgerînên zanistî yên ewqas ciddî va mijûl bibe, lewra ku, ji bo karekî wisa pêwîst bû ewqas çavkanî,  ewqas lêgerîn, ewqas wêjeya dîrokî bigerya bidîta, binirxandana, û ew hemû – ji bo mijara dîroka gelê kurd! Û heşmendî ye, ji bo ku van hemûyan bibîne, di wan da lêgerînan pêk bîne, agahî û danayê dîrokî yên pêwîst bîne bal hev û hemberî hev bike, dem û derfetên wî nînbûne. Êdî mirov di derbarê wê da nabêje, ji bo ku wan hemûyan bigihîne hev, yek bi yek mak bike, wan hemûyan di nava govekekê da binirxîne, analîz bike û li ser bingeha wana pirtûkeke zanistî ya wisa binivîse … Di heşê mirov da rûnanî!

Bi dîtina wî, wê demê heya ne hemû netewên xwedî dewlet dikaribûne, di derbarê dîroka xwe da pirtûkên wê astê bidin amadekirin û weşandin. Û ew, ku di Ermenîstana Sovêtê da pirtûkeke zanistî ya vê astê di derbarê dîroka gelê kurd da hatye weşandin, tiştekî nebînayî ye! Ew bûyereke dîrokî ya dîyardeyî bûye.

– Amadekirin û weşana pirtûkeke weha her dikaribû komeke zanîyaran, an, herî kên, du-sê merivên pisporên dîrokê pêk banyana! – Hevpeyvêrê min li çavê min nihêrî û axavtina xwe domand. – Wê demê pirs dertê hole: “Yên ku ew pirtûk amade kirine û dane weşandin, kî bûne?” – Eger, mirov bibêje, ku  wê demê (salên pêncîyî yên sedsala XX) kadroyên kurd yên wê astê hebûne,  wê ne rast be! Wê demê kî bûne ew?… Dizani, demekê min û hinek hevalên xwe yên znîyar li ser vê bûyera dîyardeyî nêrînên xwe pev guhartine, hinek agahîyên derdorên apê Nado analîz kirine. Û, binihêre, çi dertê hole: wek ku tê gotin, pîreka apê Nado ermenî bûye, zavayê wî jî ermenî bûye. Gelo?… – Ewî dîsa li çavên min nihêrî û axavtina xwe domand. – Meriv yekawa nikare bibêje, lê…!

– Lê, eger? … – Vê care ez ketim nava axavtinê. – Lê, eger em tiştekî dine jî li ber çavan bigirin? Bala xwe bidinê, ma ne, ew kurdêm xrîstîan, ên ku bi ermenîyên derva ra anîne Ermenîstanê, ez rastî nivşên nû yên hinekên ji wana hatime, hinek ji wana hê jî bi kurdî diaxivin, mirov di nava jîyana wan da jî kurdîbûnê hîs dike. Ma ew dikaribûn bê şop winda bûna? Ma nikaribû wisa bibûya, ku wê demê, dema Ermenîstana Sovêtê wek komareke întêrnatsînalî hebû, hê nebibû komareke yeknetew, nivşên wan kurdên xrîstîan çavkanîyên cuda xwendibin, di pirtûk û çavkanîyên dîrokî da ew hemû dîtibin, ew anegorî bîranînên kal û bavên xwe kiribin, lê, an newêribûne, bi navê xwe wê projeyê pêk bînin, an jî derfetên wan nînbûne… Û, wek ku tê zanîn, mamosta Nado di dema xwe da di Komîtêya Navendî ya Partîya Komûnîst da kar kirye û serokatîya rêxistinên wê yên navçeyên cuda di komarê da pêk anye … Û wan pisporan bi wî ra têkilî danîbin û di bin navê wî da armanca xwe kiribine jîyanê? – Min gotina xwe bire sêrî û bi pirs li çavê wî nihêrî.

– Dibe, her tişt dikaribû bibûya, lêbelê, ji bo vê daneyek di destê me da nine. – Hevpeyvêrê min weha, heya dawîyê bi xwe ne bawer, got.

– Wê demê?… – Min bi pirs li wî nihêrî.

– Nizanim! – Ewî got û mîna mirovekî, yê ku ne ji bo yê hemberî xwe, lê ji bo ku pirsê ji bo xwe zelal bike, axavtina xwe domand. – Belê, ez bersîva wan pirsan nikarim yekawa bidim, lê ez, wek mirovekî, yê ku tevaya jîyana xwe di warê lêgerînên zanistî da derbaz kirye, her tiştekî dizanim: ji bo ku berhemeke wisa ya zanistî bê amadekirin, pêwîst e, ku xudanê wê sibê heya êvarê ji pirtûkxane û arşîvan derneyê, bi şev û roj. bê navber karê zanistî va mijûl be… Hema bihuştîyê Nadoyê Xudo di tevaya jîyana xwe da rayedarê siyasî bûye, peywir û berpirsîyarîyên wî ên siyasî, rêxistinî û rêvebirîyê hebûne, û karên wî rengî jî hîç derfetekê nahêlin, ku mirov bikaribe bi karekî dinê yê derî peywirên xwe va mijûl bibe. Ev ji sedî sed e, ew aksioma jîyanê ye! Bawer bike, ez qîmetê apê Nado wek kesayetîyeke mezin dizanim, ew kurd be, an – na, lêbelê hinek rastî hene, divê mirov bi wan ra hesab rûnî! – Ewî gotina xwe bire sêrî…

Belê, bi rastî jî di gotinên hevpeyvêrê min da rastî heye, û mirov nikare wê nebîne…

Lêbelê, min dîsa ber xwe neda:

– Dizanî, –  min bi dengekî bilind gotê, –  çendekî berê ez bi kesekî ji wn ra nas bûm, ên ku wek ermenîyên vegeryayî tên navkirin, heya dostanîyek di nava me da pêk hat, nizanim çima, ewî bawerîya xwe bi min anî. Û ewî gelek tiştên balêkêş ji min ra gotin.

A, bi gotina wî, piranîya ewên ku ji wan ra dibêjin ermenî, kurdên xaçparêz bûne, ku heya nivşên wan nû jî dizanin, ku pêşîyên wan kurd bûne, lê ew îro ermenî ne. – Gelo çi ferqî di navbera van û wan nivşên kurdên Adirbêcanê da, yên ku dibêjin – kal-bavên min kurd bûne, lê ez ezerî me?

Rojekê vî dostê min got, ku di Yêrêvanê da qewmekî wan heye, temenê wî 60– 70 salî ye. Got, ku ewî di derbarê min da ji wî ra gotye. Ku ji wî ra dib;jin Harût pap, ango, kalkê Harût, û ewî pir xwastye min bibîne… Piştî du rojan em di Yêrêvanê da rastî hev hatin û çûn mala kalkê Harût. Wek ku dihat xuyan awana ji bo hevdîtina me amedekarîyê xwe baş kiribûn: sivre vekiribûn, derdorê 20 – 25 mirovên nêzîk ên wê malbatê berev bibûn. Piştî ku dostê min ez û koma wan li hev dan nasîn, hinekan bi kurdîyeke şkestî ez silav kirim, rewşa min pirsîn, lê kalkê Harût destê xwe bilind kir  û bi kurdîyeke paqij got:

– Were, kurê min, were, li rex min rûnî!

Dema ez çûm, li rex wî rûniştim, ewî careke dine destê xw kire destên min, guvaşt, ez hemêz kirim, dam ber bîna xwe û bi dengekî nimz got:

– Çawa baş bû, me hev dît, tuyê bibêjî, ez di tevaya emirê xwe da hîvya vê demê bûm. – Çavên wî tuje hêsir bûn, ewî wa kelogirî bi dengekî nimz gotina xwe domand. – Binihêr, li vira çiqas mirovên min hene: law, dot, xarzî, birazî, nevî… Û di nava van hemûyan da yên xerîb ez û tu ne.

– Û mîna mirovekî, yê ku kela dilê xwe rêtibe, rabû ser pêyan û bi dengekî zîz domand:

– Kasên xwe dagirin, ka em ji bo xêrhatina mêvanê me vexwin…

Wê demê, min tirê, min ew parçeyên malbeta me yên windabûyî dîtin, ên ku ji bo wan ez rabûbûm ser rêyan…

Piştî wê ez dîsa rastî çend rewşenbîrên kurd hatim. Dihat xuyan, ku ew pir çavtirsyayî ne, ji xwe û hevdîtinên bi min ra ditirsyan, tuê bibêjî hinek wan dişopînin, û ew bi xwe jî wê dizanin.

Dema hevdîtinekê min ji wan pirsî, ku dema Sovêtê, ji hêla çandî va her tiştên kurdan hebûn, çima hema carekê ra piştî serxwebûnê di Ermenîstanê da kurd kirin vê rewşa bêçare?

Ewana li ser vê pirsa min vebeşirîn, û gotin, ku ev pêvajoya nû detpê nebûye, ku ewê hê di dema Sovêtê da destpê kirye – salên şêstî yên sedsala XX. Digotin, ku berê di wê derbarê da dinivîsîn, çawa dema tevkujîyê kurdan ermenî veşartine, parastine, û gelek kurd bi malbetên xwe va jî ji bo wê ji hêla osmanîyan va hatine cezakirin. Her weha bîr tanîn, çawa dema eskerên osmanî ermenî berevkiribûne, ku bibin tune bikin, Murtle begê mîrê Muksê, bi sedhezaran diravên zêr dane fermandarên wan û hêsîrên ermenîyan rizgar kirine. Û ji bo ku bê têgihîştin, ka ev tê çi wateyê, bes e, ku bê zanîn, ku dema komara yekem ya Ermenîstanê hate damezirandin, li wira 300 – 400 hezar kes jîyane, û piranîya wan jî ne ermenî bûne…

Wê demê min ji wan camêran pirsî: “lê çima piştî salên şêstî wisa her tişt wisa hate guhartin, ku tevkujîya ermenîya dikin stuyê kurdan, heya di pirtûkên dersan ên dîroka Ermenîstanê da jî ew nivîsîne. Çima? Ma ne, ew trajêdî, ya ku salên 15 –20î yên sadsala XX pêk hatye, encama siyaseta dewletê ya Împêratorîya Osmanî bûye! Ma di nava eskerên osmanî da ermenî tunebûne, gênêralên wan nînbûne, maldarên wan hêza dewletê xurt nekirine? Çawa dibe? Ev nakeve heşê mirov!” – Û wan camêran nikaribû bersîva vê pirsê bidana…

Hevdîtineke min di Yêrêvanê da hebû, mim biryar kir, ku piştî wê, berî vegera xwe herim mala kalkê Harût, ji bo ku xatirê xwe jê bixwazim.

Dema ku ez dîtim, pir dilşad bû, lê ku pê hesyaew, ku ezê sibetirê herim, pir ber xwe ket.

– Tu diçî, ji te ra oxir be, me pakî hev nedît, em bi hev ra têr neaxivî… Ewqas tişt hebûn, ku ez ji te ra bibêjim. Dibe ku me bikarib[ya bi hev ra şopa wan nûnerên windbûyî yên malbeta kalên te bidîta!

– Min ew dîtin! – Ez ber gotina wî da hatim.

– Ha? Çi baş e! Ê, ew li kune? – Kalê lezobezo pirsî.

– Hûn in, koma te ye! – Min got.

Kalkê Harût herdû destê min girtin, weha li kurahîya çavên min nihêrî, ez hemêz kirim û got:

– Erê, rast e, me hev dît, lê, heyf, ew bi derngî pêk hat!

Wê demê min pirsek da wî kalemêrê dinêdîtî, zane û bîrewar:

– Kalkê Harût, tu dikarî bibêjî, sedem çi bûn, ku piştî salên şêstî yên sedsala XX siyaseta dijminkirina kurdan di Ermenîstanê da pêş ket? Ma ne, dema bi dîrokî li pirsê dinihêrî, ev dûrî heşmendîya mirovê tendurust e, ev dijî berjewndîyên netewî yên ermenîyan bi xwe ye jî…

Kalkê Harût hizingeke kûr rahişt, dîsa berê xwe da min, li kurahîya çavên min nihêrî û weha got:

–  Sedem em bûn, kurê min, em bûn. – Ewî bêhneke kûr rahşt û axavtina xwe domand. – Tu min weha dibînî – îro ez kalemêrekî lewaz û ji hêz ketî me. Lê di dema xwe da ez jî mîna we ciwan bûm. Ez pir aktîv bûm, min di rêxistina ciwanan da (jêra Komsomol digotin) dest bi karê xwe kir. Paşê ez di rêya Partîyê da pêşva çûm, min karê rêvebirîyê kirin. Gelek dost û hevalên min hebûn. Naha jî pêwendîyên min bi gelekên ji wan ra hene…

Ev pirs, a ku bala te dikişîne, ez jî bi xwe va mijûl kirime… Min jî ji heval û dostên xwe pirsye. Di encamê da min ji bo xwe tiştek zelal kir: me, kurdên xaçparêz, û heya ew ermenîyên ji Kurdistanê hatî, bi giranî weşanên radîoya Yrêvanê guhdar dikirin, di malên me da piryûkên kurdî hebûn, rojnameya kurdî hebû. Me def-dewetên xwe bi sazbendên kurd û govenda kurdî pêk tanîn. Heya şînên me jî bi kurdî bûn. Û evê netewperestên ermenî tirsand, şûna ku vê yekê ji bo nêzîkbûn û dostanîya gelan bi kar bînin, rê û rêbazan geryan, çawa me çavtiryayî bikin. Û destpê kirin gotar û pirtûk di wê derbarê da binivîsin, xwedêgiravî (qaşo) kurdan bi tirkan ra tevkujîya ermenîyan pêk anîne.

Helbet, em tê gihîştin, ku ew peyamek e û mabesta wê jî em bi xwe ne, ku bi wê dixwazin ji me ra bibêjin: “Nişkêva nebe, ku hûn xwe li ser kurdan bigirin, bizanibin, kurd beşdarî tevkujîya ermenîyam bûne, ew dijmin in!…”

Em bi wî awahî bêdeng kirin, hêdê-hêdî pêwendîyên me bi kurdan ra sar bûn.

Naha jî kurdên êzdî kirine hedef, li hember wan têrora psîkolojî dimeşînin, têza “êzdî ne kurd in” avîtine hole, û ev gîhandine wê astê, ya ku di dema xwe da li hember me bi kar anîn, a “kurd dijminên ermenîyan in, ewana ermenî kujtine!” Û hinek bêmejû ji nava beşekî êzdîyan derketine, gel ditirsînin. Ê, gelê reben çi bike, li wir malên wan hene, zarokên wan mezin dibin…

Em demekê jî axivîn, me dîsa plan kir, ku hev bibînin, lê me herduyan jî dizanibû, ku dema me pir kêm e…

Dem pêra gihîşt, û min bi dilekî giran xatirê xwe ji kalkê Harût xwest…

Lê, her çi jî hebe, ji hêleke dinê va ez bi dilekî şad vegeryam malê, ji ber ku min mirovên wek kalkê Harût, ûsta Vaxo û mirovên dinê yên hêja naskirin, lê ji hêleke dinêva min ew kul û keder, ên ku netavetî didan kalkê Harût, bi xwe ra anîn…

Ez hê jî di ramana xwe da bersîvekê ji bo wan digerim, lê nikarim tiştekî heşmendî bibînim. Gelo demekê bê, ku di vê derbarê da ji hêla nivîskarên ermenî va tiştek bê nivîsîn. An ev sura wan a hinartî ye, ya ku ew di nava xwe da sura netewî dibînin û li ser wê tabû danîne?…

Brûksêl-Tbîlîs-Yêrêvan-Brûksêl

Hezîrana sala 1993, peyra – rezbera sala 2017.

Ev bîranînana çawa gihîştin û pêk hatin!

Rojekê ji min ra têlêfon kirin, min bala xwe dayê, hejmar ne nas bû, ez dudil bûm: bersîvê bidim, an – na! Min kêlîyekê navber dayê, paşê bi biryar hilda:

– Belê, ez guhdarim! – Min got.

– Dem baş, kekê hêja! – Min dengê jinekê bihîst. – Navê min wê tiştekî ji te ra nebêje, lê dîsa jî – navê min Pelçem e, têlêfona te dostekî malbeta me daye min, – û ewê navî wî dostî got, bi rastî jî min ew nas dikir, –  salekê berê hevjînê min çû ber dilovanîya Xwedê, hinek destnivîsên wî mane, gelo me nikaribû hev bidîta, min ew bidana te, belkî te bikaribûya ew biweşandana…

Ji ber ku ew ne di bajarê me da dima, her çendî wê bi xwe got, ku ew dikare bê, lê min nepejirand û amadebûna xwe dîyar kir, ku ez bi xwe dikarim herim bajarê wan, û em hevdu bibînin…

Dema ezê ji bajarê me derêm, min ji wê xanimê ra têlêfon kir û got, ka ezê kengê bigihîjim bal wan.

Ewê bi lawê xwe va ez pêşbazî kirim – navê wî Cûdî bû.

Piştî hevslavkirinê, ewê devtereke dibistanîyan derxist, wa bi kelogirî ew per kir, paşê dirêjî min kir serpêhatya vê nivîsê û xudanê wê ji min ra got…

Ji gotinên wê ez pê hesyam, ku ev devter ya havjînê wê – Mûrad Elî ye, yê ku salekê berê çûbûye Welêt û venegeryabûye: ewî li wira di qezayekê da jîyana xwe ji dest dabû. Pismaman û dost û hevalên wî ew hema li wira jî spartibûne axê. Her paşê, hê derng ew agahdar kiribûne. Çima? Vê xanimê nikaribû bizanibe, lewra ku yên ku agahîya mirina mêrê wê bi têlêfonê jêra gotibûn, soz dabûnê, ku wê paşê bên Ewropayê û bi hûrbînî ji wê ra bibêjin. Û, va, êdî salek jî bihurîbû, lê kesek neyatibûye…

Bi gotina Pelçemê, Mûrad ji mêjva amedekarîyên xwe kiribûye, ku li ser bingeha notên xwe yên ji rêwîtîya Ermenîstanê an gotareke berfireh, an jî pirtûkekê binivîse. Ew hema li dû hinek parçeyên dîroka malbeta xwe çûbû welêt… û wisa jî venegeryabû…

Pelçemê got, ku ewî jî hema, mîna bavê xwe, di çilûyeksalîya xwe da di qezayê da jiyana xwe ji dest dabûye.

Niha jî lawê wan – Cûdî êdî mezin dibe, zûtirekê şanzdeh salên wî temam dibin, ew dixwaze bibe dadwer, lê dibêje, ku ewê serhatya malbeta kalên xwe bişopîne, ji ber ku ew parçeyekî dîroka gelê me ye…

Û hûrbînîyeke balkêş jî di derbarê vê malbetê da: wek ku Pelçema rêzdar digot, malbavanên Mûrad ji Bakûrê Kurdistanê bûne, lê malxalanên wî – ji Rojava, ku ew bi xwe jî dota Rojava ye, lê malxalanên wê ji Bakûr in…

Serpêhatya vê malbetê tuje kul û keder û êş in. Gelek rûpelên dîroka wê an winda bûne, an jî di nav sîya dîroka giştî da mane. Û dibe ku, ew divê di nava dîroka gelê me ya giştî da bê lêgerandin û ronîkirin. Lê vê demê em wî parçeyê vê dîrokê bi hev ra bixwînin, a ku, sed heyf û mixabin, xudanê wê pêra negîyanda wek xwestina dilê xwe bibe sêrî, û biweşîne…