9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Elokê mezhebê me guhert

Min bi nigê elokan girt û ez çûm min li deriyê cîranê me da. Min got: Xalê  Zilkîf tu dikarî van elokan serjê bikî?

Li ser xwarina van elokan, em diqelibîn ser mezhebê îmamê henefî. Temenê min heft, heşt sal bû. Di sala 1978’an de, em ji nava sûrê, hatin serê dîrekxanê rex zindana Amedê, me li wir ji xwe re avahiyek çêkir, cihê me weke gund bû. Tenûra me di hewşê de, destarê me li ber derî, curnê me di hewşê de, du mirkutê darîn li ser, pînika qaz, mirîşk, ordek û elokan di hewşê de. Em deh zarok bûn a mezin ez.

Dayika min her sal ducanî bû. Hersal yan xwişkek min çêdibû, yan jî birayekî min çêdibû. Roja min bi şûştina pelûpota, bi şûştina firaqa bi amadekirina taştê, firavînê û şîvê derbas dibû. Ez weke serteşîkê li ortê zîz dibûm hetanî êvarê. Wê salê rojiya remezanê di meha tebaxê de bû. Di pê meha rojiyê re êvara cejnê hatibû êvarê bavê min berî razanê gote min.

Keça min sibê du dîkê eloka serjê bikin, ji boyî nanê cejnê. Ez sibê şeveqê rabûm, min devê pînê vekir, min du dîkên qerase ji nav elokan girtin û ez li hewşê sekinîm, da ku bavê min rabe, wan serjê bike, lê min cesaret nekir ku ez bavê xwe ji xew rakim.

Xalê Zilkîf, temenê wî çil û pênc sal hebû, di nava qorika wî de, bi qasî zebeşekî qembûra wî hebû. Carna bavê min ji boyî ku wî bi qeherîne, jê re wiha digot. Lo rêvî, te dîsa buxçika xwe daye pişta xwe, bi ku ve diçî. Wê demê xalê Zilkîf radihişt çend keviran û bi pê bavê min diket, di behecî û wiha digot; Ma qey Xwedê nikare te jî wiha bike?

Paşê bavê min pir xemgîn dibû, diçû li ber xalê Zilkîf digeriya û lêborîn jê dixwest.

Neyse, min got; Xalê Zilkîf tu ji kerema xwe van elokan serjê dikî? Xalê Zilkîf elok serjê kirin û dan destê min. Ez hatim malê, min beroşa mezin nêvî av kir, li hewşê danî ser kuçikê. Min elok di nav de kirin û pûçikandin. Goştê wan spî boz weke bezê bizinî dibiriqand. Tam min xwe amade kir ku ez goştê elokan hûr bikim, min carekê dît ku bavê min li ser serê min re sekiniye.

-Tu çi dikî keça min?

Min got; Ez ê goşt hûr bikim bavo.

Dema bavê min li goştê eloka nêrî û bi carekê de dengê xwe bilind kir û wiha got.

-Ev çi ye keça min? Kê ev elok serjê kirine!!! Ma mirov wiha serjê dike? Ev goşt heram bûye, girêka zengelokê bi laş ve berdane! Ev kîjan ehmeqî serjê kiriye?

Divê girêka zengelokê bi serî ve biçûya, êdî ev goşt nayê xwarin, li gor mesebê îmamê şafî,  dema serjêkirina ajalan ku zengelok bi laş ve here, ew goşt nayê xwarin. Dema bavê min diaxifî, min jî matmayî li rûyê wî dinêrî û di hundirê xwe de dibêjim.

– Teh teh teh, heyfa vî goştî!

Bavê min bi carekê de kûr fikirî, bi qasî du sê deqeyan û bi dengekî bilind wiha got.

– Zû xwişk û birayên xwe şiyar bike! Hema min li bayê bezê, bi qerebere ew şiyar kirin û em li dora bavê xwe kom bûn. Bavê min bi baldarî li rûyê me û paşê li goştê herdu elokan nêrî û got.

– Min çi got, hûn dubare bikin. Me tevda bi hev re, wek em bêjin erê, me serê xwe hêjand.

– Bêjin. Li ser xwarina van elokan, em di qelibim ser mezhebê îmamê Henefî!

Me tevan bi hev re weke qoroyê got.

Li ser xwarina van elokan em di qelibin ser mezhebê îmamê Henefî.

Belê xwînerên hêja.

Dema ku mirov dikeve astengiyê, bêguman ji xwe re fitûyekê dibîne.