7 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ozgur: Xwendekarên zanîngehan Bîrnebûnê dikin çavkanî

Nivîskarê Kovara Bîrnebûn Adem Ozgur, têkildarî xebatên kovarê ya 27 salin weşanê dike û 88 hejmar çap dike agahî da û wiha got: “Kovara Bîrnebûn li ser çand, huner, wêje, stranên kurdên Anatola navîn weşanê dike. Gelek xwendekarên zanîngehê Bîrnebûn ji bo xwe wekî çavkanî digirin dest.”

Kovara Bîrnebûn di Newroza  1997’an de dest bi weşanê kir. 27  sal in li ser hev weşanê dike. Çend roj berê hejmara 88’an hat çapkirin. Kovarê di serî de bi kurdî û tirkî dest bi çapê kir. Ji destpêkê heta niha li ser dîroka kurdên anatoliya navîn radewiste. Li ser mijarên “Sedema hatin Anatoliya navîn, venegera welat û li ser çand û hunera kurdan radiweste. Piştî sala 20’emîn êdî nivîsên bi tirkî qebûl nekir û tenê bi kurdî weşan kir. Bi kurdiya zaravayê Anatoliya Navîn dinivîse. Ji ber rewşa kurdan gelek astengî li ser çand, ziman û xebatên wan hene. Nivîskarên Bîrnebûnê piranî dûrî ax û warên xwe ne. Kovar zêde nikarin xwe bigînin arşîvê dewletê yên der barê kurdên Anatoliyê de. Ji ber vê yekê gelek agahî dernakevin holê.

Nivîskarê Kovara Bîrnebûn Adem Ozgur der barê rewşa kovarê, eleqeya li hemberî kovarê û eleqiya ciwanan a li hemberî kurdî nirxandin kir. Adem Ozgur, destnîşan kir ku di siberojê de arşîvên dewletê de bên vekirin dê agahiyên der heqê kurdên Anadoliya Navinde derkevin holê û wiha lê zêde kir: “Eger dewlet arşîvên xwe ji lêkolînê re vekin dê gelek agahî der barê Kurdên Anatoliya Navin de derkevin holê. Niha çavkanî gelek kêm in. Dîsa xwendina kurdî jî kêm e. Ev yek pêşiya nivîskarên nû venake. Divê ciwanên kurd zêde bala xwe bidin kurdî û arşîvgeriya kurdî.”

Ozgur, destnîşan kir ku Bîrnebûnê gelek tiştên nû vekir û wiha lê zêde kir: “Îro gelek xwendekarên zanîngehê dema li ser kurdên Anatoliya Navîn lêkolîn dikin, kovara bîrnebûnê ji bo xwe çavkanî nîşan dide. Ev gelek erênî ye.”

Ozgur li ser eleqeya Bîrnebûnê û kurdî jî rawestiya û ev tişt got: “Di destpêkê de eleqeya li hemberî kovarê gelek baş bû. 10 sal in ez di kovarê de dinivîsim. Di salên 1990’î de eleqeyek mezin li hemberî medya kurdî hebû. Televîzyon, kovarên kurdî pêşketin. Gel zêde bala xwe dida medya kurdî. Bîrnebûn jî di wê demê de dest bi weşanê kir. Wê demê eleqe zêde bû. Gel dizanibûn ku kovara Bîrnebûnê heye. Lê her ku çû xwendin kêm bû. Ciwanên me zêde bala xwe nadin xwendina kurdî.”

Adem Ozgur li ser xwendina ciwanên kurd jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Bi nerîn û dîtina min, ciwanên kurd pirtûkên kurdî distînin, lê naxwînin.  Mînak gelek kes Mehmet Uzun nas dikin. Lê bi hezaran kurd wî bi tirkî dixwînin. Pirtûkên wî bi kurdî ne, lê diçin wergera tirkî dixwînin. Di destpêkê de bîrnebûn jî wisa bû. Hem bi kurdî û tirkîbû. Gelek kesên dixwendin aliyê tirkî dixwendin. Lê divê ciwanên kurd bi kurdî bixwînin.”

Adem Ozgur, li ser siberoja kovarê jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Nivîskarekî me digot “bine keviran tijî çîrok e. Divê ev çîrok tev bên nivîsandin. Divê kovar berê xwe bide medya dijîtalê jî. Divê hem çapê jî derxe û hem jî aliyê dijîtal jî pêş bixe. Ev ji bo hemû medya kurdî derbasdar e. Hîn gelek kurdên Anatoliya Navîn baş nizanin kengî û çima hatine vir. Divê hemû bên lêkolînkirin û ronîkirin. Divê xwîner zêdetir nûçe û nivîsên kurdî bixwînin. Xwendina kurdî ne zahmet e. Ji ber kurdî êdî tên bîrkirin, divê her kes bi kurdî biaxivin. Zarokên îro hem li Anatoliya Navîn û hem li bajarên din bi tirkî mezin dibin. Bîrnebûn ji bo hafizayekê bahrek e. Bîrnebûn qala me dike. Eger xwîner bi kurdî bixwînin dikarin bêtir fam bikin û hîs bikin.”