4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Îranê ciwanê kurd Îmam Hasan bi îşkenceyê qetil kir

Rejîma Îranê ciwanê kurd Îmam Hasan Wend 4 mehan îşkence kir û bi îşkenceyê qetil kir.

Ciwanê kurd Îmam Hasan Wend (30) ê ji Eyaleta Loristanê, 4 mehan li ser hev bi îşkenceya rejîma Îranê re rû bi rû ma. Hasan Wend ji ber îşkenceya giran a 4 mehan a Rejîma Îranê, jiyana xwe ji dest da. Li gorî nûçeyên di medyaya rojhilatê Kurdistanê de; Rejîma Îranê 114 rojan li girtîgehê îşkence li Hasan Wend kirin û ji ber îşkenceya giran Hasan Wend hat qetilkirin. Hat zanîn ku rayedarên Tehranê têkildarî mirina Wend malbata wî agahdar kiriye û ji bo mirina wî bi medyayê re parve nekin jî gef lê xwarinê.

Wend, 114 roj berê di encama serdegirtina malê de bi awayekî birîndar hatibû binçavkirin.  Di heman serdegirtinê de dema ciwanekî dixwest ji cihê serdegirtinê bireve, ji hêla hêzên rejîmê ve hatibû gulebarankirin û qetilkirin.  Tê payîn ku malbat îro cenazeyê kurê xwe bigire û defin bike.