4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mizgîniya serdemê

Bi vê mizgîniyê ve êdî nêçir bûne nêçîrvan. Ev di lîteratûra teknîka şer de gaveke stratejîk e. Pêngavek nû ye.

Mizgînî ji bo tiştekî meriv li bendê ne yan jî ne li bendên e lê di nav xwe hêviyekê dihewîne re tê gotin. Çavên merivan li rê be lê nizanibe ku wê kingê û çawa biqewime ew dibe hêmayeke mizgîniyê.

Beriya Newrozê fermandarê Navenda Hêzên Parastina Gel birêz Karayilan amaje bi mizginiyekê kir ku di Newrozê de bê dayîn. Gelê kurd çend sal in li benda mizgîniyan e. Em dikarin bêjin ji bo mizgîniyan tî ye. Gava ku behsa mizgîniyê hat kirin tevî gelê kurd gelê tirk; rewşenbîr, rojnamegerên û derdorên eleqedar bi meraq li benda mizgîniyê man ku gelo mizgînî çi ye. Li ser vê mijara mizgîniyê gelek texmîn, şîrove û nirxandin hatin kirin.

Mizgîniya navborî ya ku her kes bi meraq li bendê bû di roja Newrozê de weke pêşde eşkerekirina wê hatibû diyarkirin ji aliyê Hêzên Parastina Gel ve hat eşkerekirin. Hat diyarkirin ku li hember êrîşên xayîn, xinîz û qehpe yên hewayî yên dewleta dagirker, gerîla çekeke parastina hewayî ya bi navê Nêçîrvan peyda kiriye û li hember hêzên hewayî yên dewleta tirk bi bandor tê bikaranîn. Ji ber vê geşedanê heta niha panzdeh Balafirên Bêmirov ên Biçek (SÎHA) û amûrên hevseng ên hewayî daxistine erdê.

Ên ku têkoşîna tevgera azadiyê dişopînin ji nêzik ve dizanin ku heta niha Mam Zekî, Diyar Xerîb, Doktor Qasim di serî de bi dehan pêşeng, kadro û kesên sivîl ên tevgera azadiyê hatine îmhakirin. Li qada Başûr û Rojava li hember kesên hedef tên girtin bi bandor û xedar tên bikaranîn. Dema ev yek pêk tên ne qanûnên neteweyî, ne yên navneteweyî û hiqûqa şer nayên payîn û tên binpêkirin. Pîvan û rêgez ji holê radibin. Carinan çekên kimyayî, carinan çekên qedexe bi awayekî qirêj û hovane tên bikaranîn. Bi dehan, bi sedan keç û xortên kurd bi van çekan tên îmhakirin. Dewleta dagirker bi çekên modern, teknîke pêşketî li ser erdnîgariya Kurdistanê derdikete nêçîra kurdan û encam jî jê digirt.

Bi vê mizgîniyê ve êdî nêçir bûne nêçîrvan. Ev di lîteratûra teknîka şer de gaveke stratejîk e. Dagirkerên tên nêçîrê bi Nêçîrvanan pêşiyan wê bê birîn, diyar e ku hatiye birîn jî. Ev di însiyatîfa şer de tê wateya hevsengiyeke nû.

Di heman demê de di dîroka Kurdistanê de gaveke dîrokî ye jî. Di nav bêderfetiya ev qas bêhevseng de gerîlayên tevgera azadiyê vîn û îradeyeke bêhempa derxistine holê. Li gorî vê bêhevsengiyê de ev tiştekî ne normal e, ev tiştekî derasayî ye. Meriv dikare wiha berwirdî hev bike; destê tîr-kevanê bi kar tînîn hişê dîjîtal afirandine û hişê dîjîtal dane rawestandin. Ev gaveke gelek mezin e.

Ji ber vê yekê jî di van şert û mercan de ji bo kurdan, ên ji zilm û hovîtiyê, bi plan, stratejî û peymanên tunekirin, îmhakirina dagirkeran rû bi rû ne, barê ser bi vê stratejî û van planan dixwazin Kerkûkê, Mûsilê, seranser Başûrê tevî misaqî miliya xwe bikin û xeyalên taştê, fîravîn û şîva xwe li van bajarên Kurdistanê bixwin dibînin, mizgîniyeke ji vê mezintir nîn e.

Azadiya SÎHA û êrîşên hewayî yên artêşa tirk têk çûye, şikestiye. Ev tenê serê xwe îradeyeke derasayî ye. Tirs û xofa dagirkeran mezintir dike. Ji bo hêzên azadîxwaz moral e, coş e û mezinkirina baweriyê ye.

Sê sal in şerekî dijwar li hember hêzên azadîxwaz tê meşandin. Bi piştgiriya NATO’yê her cure çek tên bikaranîn. Teknolojiyeke pir pêşketî tê bikaranîn, bi deh hezaran leşker, personel û derfetên mezin dajon qadên şer û ser sînoran lê hêzên azadiyê gavek jî nikarin paşde bidin avêtin.

Mizgînî, mizgîniya ji bo kurdan e, mizgîniyeke mezin û hêja ye. Patenta Nêçîrvan patenta kurdan e. Di dîrokê de li ser vê axa Kurdistanê gelek nêçîrvanên pey nêçîra kurdan hebûne. Ew êşên kurdan ên cedewgirtî (nasir) ne. Lê di van demên nêzik de du Nêçîrvanên kurdan çêbûne. Yek ji bo nêçîra kurdan derfet û hevkariyê diafirîne, dide pêşiya dagirkeran; ew xinîz, hevkar û xayîn e. Nêçîrvanê din hawara kurdan e, nêçîrvanê xirabî, zilm û hovîtiyê û star û berevaniya kurdan e.