2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi kelecanek mezin îmze dikin

Endamê Komîteya  Komkirina Îmzeyan Ehmed Xoce diyar kir ku pêngava kampanya îmzeyan bi kelevanek mezin didome û pêkhateyên ereb, suryan û ermen eleqeyek mezin nîşanî kampanyayê didin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan îmze tên komkirin. Endamê Komîteya  Komkirina Îmzeyan Ehmed Xoce der barê qonadaxa duyemîn û xebatên komkirina îmzeyan de agahî dan. Ehmed Xoce diyar kir ku ev kampanya îmzeyan piştî pêngav li Ewropa û asta cîhanê pêş ket, dest pê kir û wiha got: “Piştî pêngavê em jî wekî asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava vê pêngavê de ne. 25 sal in Rêber Apo di tecrîdek giran de ye. Bi taybetî di 3 salên dawî de di tecrîdek giran de ye û tu agahî jê nayên girtin.”

Ehmed Xoce bilêv kir ku bi vê tecrîda giran armanc dikin ku hem Rêber Ocalan ji cîhanê qut bikin û hem cîhanê ji Ocalan qut bikin û wiha axivî: “Dixwazin hem Rêber Apo parçe bikin û di şexsê wî de hemû gelê kurd parçe û tune bikin. Dixwazin li herêma Rojhilata Navîn şerekî pêş bixin. Armanca esasî şerê li Rojhilata Navîn e.”

Xoce bang li Yekitiya Ewropa kir û wiha berdewam kir: “Em bang li Yekîtiya Ewropa dikin û dibêjin nêzîkatiya li dijî Rêber Apo ne zagonî û ne li gorî mafên mirovan in. Em dixwazin li gorî zagonên xwe tev bigerin û Yekitiya Ewropayê jî li dijî vê rewşê gavekê bavêje.”

Xoce der barê kampanya îmzeyan de jî agahî da û got: “Me ji 9’ê Sibata 2024’an dest pê kir. Dê heta 4’ê Nîsanê berdewam bike. Li asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dike. Bi awayekî pir xurt û bi kelecan vê pêngavê dest pê kir. Gel bi coşek mezin tev li vê pêngavê dibe û dixwazin îmzeyên xwe bidin. Her kanton li gorî girseya wî bajarî û pêkhateyên wî bajarî îmze tên komkirin. Li gorî hejmarên gihiştine ber destê me li Reqayê 600 hezar, li Hesekê 430 hezar in. Li Minbicê 440 hezar in Li Dêrazorê tevî her tiştî 334 hezar, li Qamişloyê zêdeyî 625 hezar li herêma Kantona Firatê 125 hezar îmze hatine komkirin. Bi tevahî nezî 3 milyon îmze hatine komkirin. Ev hamleya îmzeyan berdewam dike. Heta 4’ê nîsanê dê bidome.

Xoce bal kişand ser pîvanên komkirina îmzeyan û wiha axivî. “Divê kesên îmze bidin 18 saliya xwe derbas kiribin. Ya din jî hemû kesên îmze didin hemû kesên jidil didin. Her kes ji dil û can îmze dide û dixwaze dengê xwe bigînin cîhanê. Tecrîda li ser Rêber Apo bi tu awayî qebûl nakin. Kesên xwendin û nivîsandina wan tune jî bi pêçiyên xwe mohr dikin û vîna xwe aşkere dikin. Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev li vê kampanyayê dibin. Ereb, kurd, suryan, aşûr, ermen û tirkmen, hemû pêkhateyên li vir tev li kampanyayê dibin. Tev ji dil îmze dikin û dixwazin dengê xwe bigihînin cîhanê. Wekî bajarên Minbic, Reqa û Dêrazorê hemû pêkhateyên wê ereb in. Heta niha îmzeyek pir zêde ji van bajaran derketiye. Hemû kes bêyî ferq û cudahiyê tev li vê kampanya îmzeyan dibin. Hedef 3 milyon îmze ye.”

Ehmed Xoce herî dawî bilêv kir ku ew van îmez û belgeyên kom dikin dê ji Meclîsa Yekîtiya Ewropa re bişînin û wiha bi dawî kir: “Em ê van îmzeyan ji Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê re bişînin. Em dixwazin li dijî tecrîdê zextan li Tirkiyeyê bikin. Gel bi îmze û belgeyan ji Yekitiya Ewropa û DMME’yê re dibêje em hene, daxwaza me ya azadiyê heye û em dixwazin ev daxwazên me li ber çavan bê girtin. Em dixwazin Rêber Apo bi awayekî fizîkî azad bibe.”