11 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKG’ê ji bo Muftuoglû û Gurbuz banga piştevaniyê kirin

Rojnamegarên li Stenbolê di daxuyaniya MKG’ê de civîyan û ji bo hempîşeyên xwe Dîcle Muftuoglû û Nadiye Gurbuz banga piştevaniyê kirin.

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG),  derbarê rûniştina Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamya (MA) Dîcle Mûftûoglû û edîtora Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) Nadiye Gurbuz de li avahiya Komeleya Mafên Mirovan  (ÎHD) a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist. Li salonê pankarta bi kurdî û tirkî ya “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” daliqandin. Tevî xebatkarên çapemeniya azad, endamên DFG’ê, Sendîkaya Kedkarên Pîşesaziya Çapemenî, Weşangerî, Rojnamegerî, Grafîk-Dizayn, Çap û Paketkirinê (Basîn-Îş) ku girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) e. Şaxa Sendîkaya Rojnamegeran a Tirkiyeyê (TGS) ya Stenbolê û nûnerên gelek saziyên ked û pîşeyî tevlî civînê bûn.

Daxuyaniya ji aliyê MKG’ê Nezahat Dogan ve hate xwendin wiha ye: “Desthilata AKP’ê û MHP’ê ya dixwaze çapemeniyê têxe binê tekela xwe zext, girtin, binçavkirin, astengkirin û qedexeyên li hemberî çapemeniya azad didomîne. Bêtehamuliyeke mezin a desthilatê li hemberî kesên ku ne wek wê ne heye. Loma jî tirsa li ser civakê dixwaze kûr bike, sûcên xwe veşêre, dixwaze rê li ber ragihandina rastiyan a ji bo civakê bigire. Ji bo vê jî her roj destdirêjiyeke nû ya darazê zêde dike. Rojnameger dibe hedef û tên kuştin. Bi awayekî bêhiqûqî tên darizandin, tên girtin. Darizandina rojnamegeran, lêpirsînên derbarê wan de, cezayên li wan tên birîn dewam dikin. Rojnameger ji ber ku tenê pîşeya xwe dikin loma jî zext li wan tê kirin û bi qedexeyan rû bi rû dimînin.

Di navenda operasyonên bêdenghiştina çapemeniya azad jî jinên rojnameger cihê xwe digirin. Dewlet bi hemû polîtîkayên xwe êriş dike lê belê jinên rojnameger jî rûmeta pîşeya xwe diparêzin, tevî hemû tundiyên li qadan jî parastina mafê girtina nûçeyan a civakê diparêzin. Ji ber sepanên antîdemokratîk ên desthilatê jinên rojnameger dibin hedef û tê xwestin bêdeng bimînin. Tê xwestin bi rêya dozên li jinên rojnameger tên vekirin jinên rojnameger bêdeng bimînin. Palpişta herî mezin a van polîtîkayana jî dozên hevalên me yên rojnameger in.

Wê rûniştina doza edîtora ETHA’yê Nadiye Gurbuz li 25’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê lidarxistin û wekî hincet jî nûçeyên ku çêkirine tên nîşandan û heta 22 sal û nîvan ceza ji Nadiyeyê re tê xwestin. Dozgerî razandina pereyan a ji bo girtiyên ku diçû hevdîtina wan, xebitandina Nadiyeyê ya di Rojnameya Atilimê de her wiha nûçeyên ku Nadiyeyê derbarê komkujiya Pirsûsê de çêkiriye wekî sûc dibîne û vana dike hinceta ‘endamtiya rêxistinê’. Di rûniştina sibehê te tê payin ku biryar bê dayin.

Danişîna din jî ya Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Dîcle Muftuoglûyê ye. Dîcle jî ji ber fealiyetên xwe yên rojnamegeriyê tê darizandin û îdiayên xizmeteke rêxistinî dike tê girtin. Dîcleyê tenê li gor nêrîn û gotinên dozger tê xwestin bê cezakirin. Îddianameyeke tolhildanê ji bo Dîcleyê hatiye amadekirin û bi awayekî nehiqûqî tê girtin. Me şahidiya vî tiştî kir ! Wê di 29’ê Sibatê de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê rûniştina Dîcleyê bê lidarxistin. Em ê di vê danişînê de daxwaza darizandineke adîl û daxwaza azadiya hevala me ya rojnameger Dîcle Muftuoglu dikin.

Em li vir dîsa dixwazin îfade bikin ku faliyetên rojnamegeriyê nikare wekî hinceta girtinê bê nîşandan. Hûn nikarin nûçeyên rojnamegeran çêkirine bike hincet û wan darizînin ! Em ê wekî dewamiya vê kevneşopiya li ser kokên zexm hatiye avakirin, gotina xwe bikin, tiştên nayên dîtin nîşan bidin û em ê binivîsin. Em ê li hemberî hedefgirtina komên medyayê yên piyonên îktidarê, serê netewînin. Em ê têkoşîna xwe ya azadiyê bidomînin !

Em ê wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê her tim li gel xebatkarên çapemeniya azad in. Em ê piştevaniya xwe ya bi wan re bidomînin. Em daxwaza azadiya hevalên xwe yên rojnameger ên ji azadiya xwe bêpar tên hiştin dubare dikin. Rojnamegerî do jî ne sûc bû û îro jî ne sûc e. Em wekî kedkarên çapemeniya azad dîsa dibêjin wê bi binçavkirin û girtinan nikaribin serî bi me bidin tewandin.

Em bang li raya giştî ya demokratîk, rêxistinên pîşeyî, rojnamegeran dikin ku azadiya ramanê biparêzin, mafê girtina nûçeyan a gel biparêzin û em bi hev re têkoşînê mezin bikin!”

Rêvebera Şaxa TGS’ê ya Stenbolê Evrîm Kepenekê jî wiha got: “Nadiye û Dîcle demekî dirêj e rojnamevantiyê dikin. Em şahidê rojnamevantiya wan in. Lê bawer bikin ku kesên wan di darizînin jî şahidê rojnamevantiya wan in. Bila Dîcle Muftuoglû were berdan.”

Endama Lijneya Dîsiplînê ya DÎSK Basin-Îş’ê Dîren Yûrtsever jî ji bo tevlibûna danişîna rojnamevanan bang kir. Yûrtsever, destnîşan kir ku bi sûcdariyên di îdianameyê de rojnamevantî tê darizandin û wiha got: “Tê xwestin ku mafê civakê yê nûçe wergirtinê bê darizandin. Hema bêje dê niha saleke Dîcleyê derbas bibe lê hevala me ji cihê lê çêkirina nûçeyan didomîne. Hevala me ya Nadiye çêkirina nûçeyan didomîne. Em li derve jî bin li hundir jî bin em ê berpirsyartiya xwe ya li dijî civakê bi cih bînin û qet paş ve gavê naavêjin. Cih dê were em ê bibin dengê hevalên xwe, cih dê bê em ê bibin pênûsê hevalên xwe.”