28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Têkbirina Dolmabahçeyê bi kê da windakirin?

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Erdogan ê Mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28’ê sibatê red kir, piştî 9 salan tevî rêjîma xwe di encama berxwedana gelê kurd û tevgera wî ya azadiyê de li ber hilweşînê ye.

Em di hefteya salvegera civîna meşhûr a protokola Dolmabahçeyê ye de ne. Di 28’ê Sibata 2015’an heyetên HDP’ê û AKP’ê manifestoya Rêber Apo ya ji 10 xalan pêk dihat aşkera kirin. Bi aşkerakirina manîfestoyê ve li Tirkiyeyê û Kurdistanê hêviyên çaraseriya doza kurd zêdetir bûn. Lê piştî 5’ê nisanê şefê rejîma tirk Erdogan protokal nas nekir û peymana ku hatî mohrkirin têk bir. Bi têk birina protokolê rejîma dewleta dagirker û qirker li dijî gelê kurd şerekî topyekûn da dest pê kirin.
Beriya protokol bê îmzekirin di destpêka sala 2013’an de li girava Îmraliyê li ser hewldanên Rêber Apo pêvajoyeke dîrokî destpê kir. Di encama hewldanên dûr û dirêj ên Rêber Apo de vê pêvajoyê ber bi sala 2015’an ve rengekî cûda li xwe girt. Giha wê astê ku mutabaqatek a bi hewldanên Rêber Apo ji bo aştiyeke bi rûmet a li Kurdistan û Tirkiyeyê bê aşkerakirin.
Dîroka vê Mutabaqatê 28’ê Sibata 2015’an bû. Navnîşan jî Qesra Dolmabahçeyê ya Stenbolê bû. Li aliyekî endamên heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, Îdris Balûken, Sirri Sureya Onder, li aliyê din alîkarê şefê rejîma faşîst Erdogan Yalçin Akdogan, wezîrê wî yê karên hundir Efkan Ala û musteşarê wî Muhamamet Dervîşoglu hebûn. Ev kes di şerê li dijî gelê kurd de jî xwedî mîsyon bûn.
Piştî civînên dûr û dirêj herdu alî li ser mutabaqateke ji 10 xalan pêk tê hat li hev kirin. Mutabaqata ku mijara gotinê ye bi civînek çapemeniyê ji raya giştî re hate aşkerakirin. Çav li rê bû, ku piştî mutabaqatê êdî muzakere bên dest pê kirin û gav bi gav xalên di mutabaqatê de hatine destnîşankirin bikevin pratîkê. Şefê rejîma faşîst Recep Tayîp Erdogan di 22’yê adara 2015’an de mutabaqat red kir û lihevkirinên ku hatine kirin înkar kir. Bi redkirina vê pêvajoyê ve lobiya şer ku Erdogan xwe dispêrê kete tevgerê. Ji wê rojê û vir ve li dijî gelê kurd ne tenê li bakurê Kurdistanê li çar perçeyan dest bi êrîş û şerekî berfireh hate kirin.
Hema piştî wê bi çend rojan jî ango di 3’yê Nîsana 2015’an de Erdogan “Qanûna wazîfeyên polîs, jandarma û hêzên ewlekariyê de hin guhertinan dike” erê kir. Bi vê paketa ku bi navê “Ewlehiya Hundir” tê zanîn li hemberî gelê kurd û saziyên wê yên civakî jî êrîşên berfireh hatin destpêkirin.
Piştre derket holê ku di civîna MGK’ê ya 2014’an de plana şerê li dijî gelê kurd hatiye amadekirin. Di çarçoveya vê planê de weke gava pêşî girankirina tecrîda li dijî Rêber Apo bû û hê jî didome.
Piştî têkbirina protokola Dolmabahçeyê cara dawî Rêber Apo 5’ê nisana 2015’an bi heyeta Îmraliyê civiya. Gav bi gav stratejiya ku di vê civînê de hatibû diyarkirin pêk dihat.
Di çarçoveya vê planê de bi sedan avahiyên HDP’ê beriya hillbijartinên 7’ê hezîranê bûn hedefa êrîşan. Li mîtînga HDP’ê ya li Amedê de di nava sed hezar kesî de bombe hatin teqandin. Siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rojnameger û Dayikên Aştiyê jî di nav de gelek hes hatin girtin. Der barê gelek kesan de bi îdîa û agahiyên nerast doz hatin vekirin. Ji her beşên civakê mirov hatin mexdûr kirin.
Dîsa jî vê yekê nekarî AKP’ê ji têkçûyîneke dîrokî xilas bike. 7’ê Hezîrana 2015’an bi serketina dîrokî ya HDP’ê Erdogan nedikarî bi tena serê xwe hikûmetê ava bike. Ji ber vê yekê berê xwe da tifaqa bi MHP’ê re. Bi Erdoganê bi hevkariya MHP’ê tifaqa nijadperestî û faşîzmê xurtir kir di 24’ê tîrmeha 2015’an dest bi êrîşên qirkirinê kir.
Li dijî qirkirina siyasî, çandî û etnîkî ya dewleta tirk xist dewrê, gelê kurd li bakurê Kurdistanê biryara xwerêvebirinê da û di vê çarçoveyê de li Sûr, Cizîra Botan, Gever, Farqîn, Nisêbîn, Dêrik û gelek deverên din ket pozîsyona parastina herêmên xwe. Bi vê re, dewletê li Kurdistanê rewşa awarte ragihand û paşê jî bi qaşo hewldana darbeya leşkerî ya meha îlonê bi OHAL’ê re Tirkiyeyê veguherand zindanê.
Erdogan ê Mutabaqata Dolmabahçeyê ya 28’ê sibatê red kir, piştî 9 salan tevî rêjîma xwe di encama berxwedana gelê kurd û tevgera wî ya azadiyê de li ber hilweşînê ye. Li aliyê din ji ber ku doza kurdî bi rê û rêbazên demokrasiyê çareser nebû, pirsgirkên li Kurdistan û Tirkiyeyê jî mezintir bûn.
Tevî hemû êrişan jî gelê kurd ji doza xwe ya azadiyê gav paşve neavêt. Îro em bala xwe didênê bi mîlyonan kes li dora fikrên Rêber Apo kom bûne û doza azadiya wî dikin. Xwedî derktina li paradîgmaya Rêber Apo û Tevgera Azadiyê her ku diçe mezin dibe. Dewleta tirk a ku hêvî dikir bi şer û qirkirinê encam bigre ji gerîlayên azadiya Kurdistanê darbeyên giran dixwe. Operasyonên şoreşgerî yên gerîla artêşa dewleta tirk a dagirker li çiyayê Kurdistanê xitimandiye, bêteqet hiştiye.
Ev hemû nîşandi didin ku bi redkirina protokola Dolmabahçeyê yê herî mezin winda kir rejîma faşîst û qirker a Erdogan bû.
Ji ber siyaseta xwe ya qirkirinê hişt ku tevahiya civaka Tirkiyeyê êşên mezin bijî û li şûna pêş ve biçe di nava krîzên, aborî, civakî, çandî û ewlehiyê de kaosê bijî. Sedema van sûcên mezin Erdogan û şerxwaziya wî ya li dijî gelê kurd e. Divê ji ber van sûcan ne tenê gelê kurd tevahiya civaka Tirkiyeyê hesab ji vê desthilata faşîst û qirker bixwaze. Ez di wê bîr û baweriyê de me ku wê edaleta civakê bersiva herî xurt bide vê desthilata ku xwe li ser civakê ferz dike.