12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rêxistinên demokratîk: Ji bo çareseriyê astengiya li pêş aktoran rakin

Dêxistinên civakî û demokratîk ên Amedê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd danezana “Divê em ji nû ve çareseriyê biaxivin” eşkere kirin û banga “Ji bo aştî û çareseriyeke mayînde, divê hemû astengiyên li pêşiya aktoran bên rakirin da ku bi rola xwe rabin” kirin.

Platforma Parastin û Piştevaniyê ya Amedê, di 24’ê Sibatê de, têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd civîn li dar xistibû. Platformê encamnameya “Ji bo çareseriya di meseleya Kurd de kombûna civaka sivîl” aşkere kir. Endamên platformê li Odeya Pîşesazî û Bazarê ya Amedê daxuyanî dan. Gelek rêxistinên civakî yên sivîl beşdar bûn. Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran encamnameya bi sernava “Divê em ji nû ve çareseriyê biaxivin” aşkere kir. Tûran bal kişand ser xalên çareseriyê yên deklerasyonê û wiha got: “Di deklarasyonê de tê xwestin ku nûnerên rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên pîşe û kar ku salên dirêjin li herêmê xebatê dimeşînin û texrîbat û encamên têkildarî neçareseriya meseleya Kurd ji nêz ve dişopînin, bên ba hev û têkildarî çareseriya demokratîk û aştiyane nirxandinê bikin, ev civîn hate lidarxistin. Eleqeya ji civînê re, nirxandinên hatine kirin û pêşniyarên şênber ên derketine holê, girîngiya civînê nîşan dide.”

Meseleya kurd hêj nehatiye çareserkirin

Elîf turan da zanîn ku meseleya kurd ji roja damezrandina komarê û 40 salên wê yên dawiyê yên şer vir ve, heye û wiha axivî: “Di civînê de car din derketiye pêş ku ne rast e mirov bi polîtîkayên ewlehiyê nêzî meseleyê bibe û tundî ne rêbazeke çareseriyê ye. Hatiye rexnekirin ku ev mijar tenê di demên hilbijartinê de dikeve rojevê. Hatiye destnîşan kirin ku di bingehê gelek pirsgirêkên li welêt de neçareseriya pirsgirêka Kurd heye, ev rastî nayê dîtin, lê meseleya Kurd bi hemû rastiya xwe ya dîrokê bandorê li me hemûyan dike û hîna jî li cihê xwe disekine. Di meseleya Kurd de pirsgirêk û bandorên ku ji israra neçareseriyê derketine holê, bi van sernavan derketiye pêş:

*Qedexe û polîtîkayên asîmîlasyonê yên ku bi salane li ser Kurdî dewam dikin, hatin rexnekirin. Aktîvîteyên hunerî yên Kurdî hîna jî dem bi dem tên qedexekirin. Astengiyên qanûnî yên li pêşiya perwerdeya bi zimanê dayikê û axaftina bi Kurdî ya di qada civakî de, dewam dikin.

*Texrîbata ekolojîk a ku ji aliyê şer û operasyonan ve tê birêvebirin, bi taybetî mudaxeleyên li qadên daristanî û afirandina qadên rantê dewam dikin.

*Bi tedbîrên ewlekariyê yên bêkontrol li navendên bajar û navçeyan di encama lêdana wesayîtên zirxî de zarok dimirin û bi polîtîkaya bêcezahiştinê cihêkarî û zayendparêziya li dijî jinê dewam dike.

*Rakirina mafê destnedayînê yê parlamenteran û girtina wan, pêkanînên qeyûm û dozên girtinê yên li hemberî partiyên siyasî dewam dikin. Berê jî pêkanînên heman hatine kirin û pirsgirêk hîn kûrtir bûne. Ev eşkere bi eşkere ya mafê hilbijartinê binpê dike.

*Derbarê windahiyên can ên di şeran de çêbûne, fikar hatine vegotin. Bi taybetî bal hat kişandina ser binpêkirinên di qada azadî û mafên esas de yên ku piştî 2015-2016’an destpê kirin û hîna dewam dikin. Hate destnîşankirin ku bi polîtîkayên ewlekariyê meyzekirina li meseleyê qada azadî û mafên esas teng kiriye.

*Neçareseriya di meseleya Kurd de tundiya li ser jinan û xizaniya jinan zêde kiriye.

*Geşedanên di qada hiqûq û dadgerê de hatine nirxandin. Bi taybetî bal hat kişandina ser pratîka nerênî ya dadger a têkildarî xwe îfadekirina azad a di çarçoveya meseleya Kurd de. Bal hat kişandina ser bi krîmînalîzekirina fealiyetên partiyên siyasî, darizandina wan û bi cezayên giran encamkirina darizandinê, binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de û bi taybetî di aliyê hiqûqa înfazê de astengkirina mafê hevdîtinê û pêkanînên ku di hiqûqa navneteweyî de weke tecrîd tê pênasekirin. Sedemê van rewşan hemûyan israra di neçareseriya meseleya Kurd de ye. Mesele li ser zemînê demokratîk wê tevlêkariyeke mezin li demokrasiya welat a çareseriya aştiyane bike. Her wiha qala girîngiya rû bi rû mayîna bi paşerojê û edaletê hate kirin.

Yek ji sernava girîng a civînê jî hewldanên çareseriyê yên ku di nava 40 salên dawî de di demên cuda de hatine kirin. Hate diyarkirin ku ev hewldan ji bo çareseriya meseleya Kurd, girîng in lê pêvajo negihiştine encama ku tê xwestin.

Pêşniyar

Têkildarî çareseriya meseleya civaka Kurd ji bo afirandina yekbûn û zimanekî hevpar, wê xebatên rêxistinên civakî yên sivîl girîng bin. Divê xebatên heman li bajarên cuda jî bên domandin. Bi vê yekê re ji bo hewldan û peywendiyan, divê şandeyeke hevpar bê avakirin. Li gel van pêşniyaran;

*Ji bo çareseriya meseleya Kurd pêdivî bi îradeyeke çareseriyê ya ji nû ve heye. Ji bo ev yek derkeve holê divê çek bêdeng bibin.

*Ji bo aştî û çareseriyeke mayînde divê astengiyên li pêşiya hemû aktoran bên rakirin û derfetên pêwîst bên pêkanîn da ku bikarin bi rola xwe rabin.

*Meseleya Kurd nuqteya esasî ya pirsgirêkên aborî, demokrasî û hiqûqê yên welêt e, partiyên siyasî jî divê dûrî nakokiyên polîtîk li ser vê bingehê nêzî meseleyê bibin.

*Ji bo çareseriya pirsgirêkê divê piştgiriya xebatên rêxistinên civakî yên sivîl bê kirin.

*Bi van gavan hemûyan re divê makeqanûneke nû û xebat bên destpêkirin ku her kes ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî bikare tevllî bibe.

Li ser esasê van pêşniyar û daxwazan di çarçoveya hevdîtinên bi şandeyeke ku bê avakirin re, wê xebat bidomin. Em vê yekê bi rêzdarî ji raya giştî re parve dikin.”