17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP: Di 7 mehên dawî de rojnameger rastî 161 binpêkirinan hatin

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) têkildarî binpêkirinên li dijî rojnamegerên jin ên di 7 mehên dawî de li avahiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) daxuyanî da. Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglû û rojnamegerên jin di daxuyaniyê de amade bûn. Rapora bi kurdî ji hêla berdevka MKGP’ê Roza Metîna ve û ya bi tirkî jî edîtora JINNEWS’ê Habîbe Eren xwend.

Roza Metîna ji ewil bal kişand ser rojnameger Denîz Firat ku di 8’ê tebaxa sala 2014’an de li Mexmûrê hatibû kuştin û wiha got: “Îro 8’ê tebaxê salvegera kuştina Rojnameger Denîz Firat e. Denîz Firat di dema êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Mexmûrê de hat kuştin. Heşt sal berê di 8’ê tebaxê de dema Denîz Firat li eniya pêş şerê li dijî DAIŞ’ê dişopand, jiyana xwe ji dest da. Denîz Firat bi pênûsa xwe re dilsoz, ji kameraya xwe re rêheval û lêgerînereka heqîqetê bû. Ew şoreşgerek bû. Jiyana Denîzê hêj ji zarokatiya wê ve di nava zor û zehmetiyan de derbas bû. Piştî şertên zehmet ên penabertiyê, Denîzê pîşeyeke zor a wekî rojnamegeriyê hilbijart. Denîz, heta dawiyê li eniya pêş a şer bû, kameraya wê li milê wê, pênûsa wê di destê wê de û hewl da rewşa kurdan û şertên zor ên penabertiyê bi cîhanê bide bihîstin. Dengê wê yê bi kelecan ku dema televîzyonê dibû û nûçe radigihand, hêj di guhên me de ye. Em Denîza ku şopdara Mûsa Anter û Gurbetellî Ersozan bû, bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê li ser rêça Denîzan, li pey rastiyan bin. Tevî şertên dijwar jî dê kameraya me di qeydê de û pênûsa me di destê me de em ê gotina xwe bikin.”

Bi domdarî Metîna got ku ew weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, rapora xwe bi minasebeta salvegera wefata Denîz Firat îro bi raya giştî re parve dikin. Rapor, wiha ye:

“Ev demekî dirêj e em binpêkirina mafên rojnamegeran dişopînin û dikin rapor. Zext û sansûra li ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe. Gef li rojnamegeran tên xwarin, tên girtin, darizandin û rastî tundiyê tên. Zehmetiyên ku rojnamegerên jin li qadê dijîn hîn zêdetir in.

Di dema amadekirina raporê de me ji malperên nûçeyan ên herêmî û neteweyî jî sûd girt. Di van 7 mehan de rojnamegerên jin herî kêm rastî 161 binpêkirinan hatin. Her kîm 18 rojnamegerên jin dema li qadan nûçe dişopandin, rastî êrîşa fîzîkî ya polîsan hatin. Rojnamegerên jin li ser qada dijîtal jî rastî gotin û heqaretên zayendperest hatin. Tundî li 14 rojnamegeran hat kirin û gef li 6 rojnamegeran hatin xwarin. Di van 7 mehan de bi ser mala 10 rojnamegeran de hate girtin, 26 rojnameger hatin binçavkirin û destdirêjî li rojnamegerekê hate kirin. Mafê 31 rojnamegeran ê şopandina nûçeyan a li qadan hate astengkirin. Her wiha mafê rêwîtiyê yê rojnamegerekê jî hat astengkirin. 6 rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hatin girtin. Sîxûrî li rojnamegerekê hate ferzkirin û rojnamegerek jî ji ber ku zarokek bû ji kar hate avêtin.

Derheqê 10 rojnamegeran de bi hinceta xebatên pîşeyî lêpirsîn hatin destpêkirin û li 12 rojnamegeran jî doz vekirin. Li 12 rojnamegeran 23 sal û 10 meh û 27 roj cezayê girtîgehê hate birîn. Di heman demê ji bo 4 rojnamegeran 190 hezar û 250 TL cezayê pereyan hate birîn. Di 73 dosyayan de 105 rojnameger tên darizandin û ev pêvajo didome. Niha jî herî kêm 10 rojnamegerên jin li girtîgehên cuda ragirtî ne.

Weke Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê daxwaza me ew e ku hemû rojnameger bikarin bi awayekî azad pîşeya xwe bikin û hevalên me yên bi awayekî derhiqûqî hatine girtin jî di zûtirin demê de bên berdan.”

Piştre jî hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglû axivî. Muftuoglû, di serî de êrîşa polîsan a li Amedê ya li dijî rojnamegeran şermezar kir. Bi domdarî Muftuoglû got ku rojnameger Denîz Firat dema êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Mexmûrê bi dinyayê re parve dikir hate qetilkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Em Denîz Firat û hemû rojnamegerên di vê rêyê de hatine qetilkirin bi bîr tînin.”