2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

MKGP’ê banga xwedîderketina doza rojnamegeran kir

MKGP'ê banga xwedîderketina piştgiriyê kir û da xuyakirin ku rûniştina ewil a rojnamegeran dê sibê, 16'ê Gulanê roja sêşemê di saet 10.00'an de li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran bê lidarxistin

Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKGP) banga piştevanî û xwedîderketina ji bo doza 12 rojnamegeran kir û wiha got: “Di şexsê rojnamegerên bi awayekî bêhiqûqî ji ber pîşeya xwe hatine girtin de li Tirkiyeyê gef li azadiya ravekirin û çapemeniyê tê xwarin. Li dijî polîtîkayên antidemokratik a îktidara rojnamegeriyê wekî sûc dibîne, ji bo parastina heqîqetan ji bo piştevaniya bi rojnamegeran em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin û dibêjin tevlî rûniştinê bibin.”

MKGP’ê  têkildarî danişîna ewil a 10 jê girtî 12 rojnamegeran a wê sibehê saet di 10.00’an de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê lidarxistin daxuyaniya nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tirkiye di warê azadiya ravekirin û çapemeniyê de li cîhanê di nava 180 welatî de ber bi rêze 165’an ve paş de çûye û wiha domand:”Ev jî paşdeçûyineke tirsnak e. Tenê di meha nîsanê de 27 rojnameger ketin bin çavan. Di nava 11 mehên dawî de li dijî Çapemeniya Kurd a Azad operasyon pêk hatin û 34 rojnameger hatin girtin. ”

 Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Îktidaran ji dîrokê heta niha li dijî civakê polîtîkayên xwe sepandine û ji êrişên li dijî hêzên ev polîtîka teşhîr kirine encam girtine û li ser vê yekê hewl dane siberoja xwe ava bikin. Çapemeniya Azad a li dijî polîtîkayên reşkirinê yên îktidarê li berxwe dide jî di bin her şert û mercî de li dereke ku parastina gel dike û rastiyan derdixe holê, cihê xwe girtiye. Li dijî îktidarên zihniyeta baviksalarî lê serdest e û dixwaze rastî neyê dîtin, kevneşopiya Çapemeniya Azad a demokrasî û azadiyê diparêze tu carî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedaye.”

Têkoşîna heqîqetê

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Em dikarin bêjin di saleke dawî de zexta li ser çapemeniyê gihaştiye lûtkeyê. Bi taybet hewl tê dayin Çapemeniya Kurd a Azad bê hilm bê hiştin. Kedkarên çapemeniyê yên li dijî hemû zextan, girtin, binçavkirin, tundî û destdirêjiyê bi pênûs û kameraya xwe li berxwe dide di bin şertên herî dijwar de jî, têkoşîna heqîqetê didomîne û wê bidomîne.

Tirkiye di warê azadiya ravekirin û çapemeniyê de li cîhanê di nava 180 welatî de ber bi rêze 165’an ve paş de çûye. Ev jî paşdeçûyineke tirsnak e. Tenê di meha nîsanê de 27 rojnameger ketin bin çavan. Di nava 11 mehên dawî de li dijî Çapemeniya Kurd a Azad operasyon pêk hatin û 34 rojnameger hatin girtin.

Bi çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ve hat meşandin di 29’ê Cotmeha 2022’yan de nûçegîhanên JINNEWS’ê Habibe Eren, Oznur Deger, Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) Diren Yurtsever, nûçegîhanên MA’yê Bêrivan Altan, Ceylan Şahinli, Deniz Nazlim, Emrullah Acar, Hakan Yalçin, Selman Guzelyuz hatin girtin. Îdianameya derbarê van rojanemgeran û  Hamdullah Bayram ê ji heman dosyayê ev sê meh in girtiye 4 meh şûnde hat amadekirin.” Daxuyanî bi van dirûşman bidawî bû: Rojnamegerî ne sûc e!

Çapemeniya azad wê bêdeng nebe”

Hêjayî gotinê ye ku rûniştina ewil a rojnamegeran 16’ê Gulanê roja sêşemê ye. Wê saet di 10.00’an de li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran bê lidarxistin. Di şexsê rojnamegerên bi awayekî bêhiqûqî ji ber pîşeya xwe hatine girtin de li Tirkiyeyê gef li azadiya ravekirin û çapemeniyê tê xwarin. Li dijî polîtîkayên antidemokratik a îktidara rojnamegeriyê wekî sûc dibîne, ji bo parastina heqîqetan ji bo piştevaniya bi rojnamegeran em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin û dibêjin tev li danişînê bibin.