spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pîrozbahiyên Cejna Zimanê Kurdî

Li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî çalakî hatin lidarxistin. Di çalakî û pîrozbahiyan de îşaret bi girîngiya parastina zimanê dayikê hat kirin

Bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî (15`ê Gulanê) îro li herêmên Firatê û Cizîrê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên çandî û hunerî hatin lidarxistin û bi sedan kes tev lê bûn.

Nûnerên Desteya Perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser, rewşenbîr, xwendekar û mamoste jî beşdarî çalakiyan bûn.

Xêzkarî

Peymangeha Amadekirina Mamosteyan li taxa Bişêriyê ya Qamişloyê pêşangeheke xêzkariyê û destkariyan vekir.

Di pêşangehê de 88 tabloyên ji heriyê hatine çêkirin, hatin pêşandan. Berhem ji aliyê 24 xwendekarên beşa xêzkariyê ya heman peyamengehê ve hatine çêkirin.

Pîrozbahî

Rêveberiya Dibistanan a Qamişloyê jî bi heman boneyê li Hola Werzîşê ya Şehîd Zelal Mûnzûr pîrozbahiyek li dar xist.

Di pîrozbahiyê de, mamoste Henan Bekir Cejna Zimanê Kurdî pîroz kir û wiha axivî: “Di dîrokê de zimanê kurdî bi fikrê nîjadperestî û hewldanên asîmîlasyonê re rû bi rû maye. Ji ber ku dagirkerên Kurdistanê berî her tiştî hewl da vî zimanî tune bikin û pê re Kurdan tune bikin.”

Stran û govend

Piştî axaftinan, komên stran û govendê berhemên xwe pêşkêş kirin.

Rêveberiya Dibistanan li Dibistana Şehîd Şehrezad a li gundê Dêro Kevinkê yê navçeya Çilaxa pêşangeheke berhemên folklora pêkhateyên herêmê vekir.

Di pêşangehê de tevn, teşî, destar û cirin, cil û berg, dîzik û meşk hatin pêşandan, beşekî taybet jî ji bo amûrên muzîkê yên kevn hate veqetandin.

Xwendekarên Dibistana Şehîd Şehrezad şanoyek li ser civaka xwezayî pêşkêş kir.

Civaka Perwerdeyê ya navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê jî bi vê boneyê li pêşiya navenda xwe daxuyaniyek da raya giştî. Daxuyanî ji aliyê mamoste Rodî Roso ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de Cejna Zimanê Kurdî li Rêber Abdullah Ocalan û gelê Kurd hat pîrozkirin

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê jî li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya li Kobanê pîrozbahiyek li dar xist.

Di pîrozbahiyê de, piştî rêzgirtinê hevseroka Zanîngeha Kobanê Şêrîn Muslim axivî û behsa girîngiya roja zimanê kurdî kir. Şêrînê bal kişand ser operasyonên qirkirinê yên li dijî Kurdan jî.

Şêrîn destnîşan kir ku ji bo parastina zimanê kurdî erkeke mezin e û dikeve ser milê gelê Kurd.

Dê îro êvarê jî li Qada Şehîd Egîd a li bajêr bi minasebeta Cejna Zimanê Kurdî şahiyek were lidarxistin.

Gelê Kurd her sal di 15`ê Gulanê de Cejna Zimanê Kurd pîroz dike. Ev roj sala 2006`an ji aliyê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ve hat pejirandin û dikeve dîroka salvegera derxistina yekemîn hejmara Kovara Hawar (15 Gulan 1932) ku Celadet Elî Bedirxan li Şamê derxist.