3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xwendekarên Zanîngeha Kobanê Roja Cejna Zimanê Kurdî pîroz kirin

Bi wesîleya Roja Cejna Zimanê Kurdî li Kantona Kobanê bi pêşengiya Xwendekarên Zanîngeha Kobanê pêşbirkek bi zimanê Kurdî hate lidar xistin

Di 15’ê Gulana 1932’yan de li paytexta Sûriyê Şamê ji aliyê Mîr Celadet Bedîrxan ve yekemcar Kovara Hawar tê çapkirin. Di sala 1987’an de Firat Cewerî diçe Şamê û hemû hejmarên kovarê di du cîldan de kom dike û di 15’ê Gulana 1998’an de ji ber ku ev salvegera derketina kovarê ye diweşîne. Ev roj her sal ji aliyê saziyên çandî û partiyên siyasî ve wekê roja Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Bi wesîleya 15’ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî xwendekarên Zanîngeha Kobanê çalakiyek akademî bi dirûşma “Zimanê Kurdî geş bikin, jiyanê xweş bikin em ê Şoreşa Ziman bi ser bixin” lidar xist. Çalakiya Ku li Navenda Çand û Huner a Baqî Xido hate pêk anîn, tevlîbûn û eleqeya ciwanan bal dikişand. Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre Hevseroka Zanîngeha Kobanê Şîrîn Mislim di çalakiyê de axivî û Roja Cejna Zimanê Kurdî li her kesî pîroz kir. Mislim anî ziman ku 15’ê Gulanê dîrok û hebûna xwe naskirinê ye û got, “Zimanê me ew nasname û dîroke. Eger tu bixwazî gelekî an jî netewekî nas bikî, di serî de tunê ziman û koka wê netew û zimanê nas bikî. Ji dirêjahiya dîrokê heta roja îro gelê Kurd nebûye xwedî mafê perwerdehiya bi zimanê xwe. Ji ber nasnameya xwe ya Kurdbûnê her tim rastî êrîş û komkujiyan hatiye. Îro derfeta me heye ku em ligel êrîşan jî perwerdehiya xwe bibînin. Divê em ji bo pêşxistina zimanê Kurdî têbikoşin.”

Di rêzeçalakiyê de ji bo asta zimanê Kurdî binirxînin, pêşbirk hatin lidarxistin, pêşbirkê xwendina helbest û gotaran berdewam kir û çalakî bi xwendina helbestan bi dawî bû.